Ji jinên Beluc bang: Dawî li zextan bînin
Jinên Beluc ên bi daxwaza eşkerekirina aqûbeta kesên bi darê zorê hatine windakirin di çalakiyê de ne, banga bi dawîanîna zextên Pakistanê ya li dijî gelê Beluc kirin.

Navenda Nûçeyan – Çalakiya rûniştinê ya jinên Beluc ku bi daxwaza eşkerekirina aqûbeta Belucên ji hêla dewleta Pakistanê ve hatine windakirin û berdana girtina aktîvîstên Beluc û lîderên Komîteya Yakcetî ya Beluc (BYC) hatiye destpêkirin, didome.
Jinan di çalakiyan li ber deriyê Kuluba Çapemeniyê ya Îslamabadê didome de, meş li dar xist. Di meşê de wêneyên aktîvîstên Beluc hatine binavkirin, aktîvîstên Beluc ên bi darê zorê hatin windakirin û rewşenbÎr, parêzer û xwendekarên Beluc ên bi awayekî keyfî hatine girtin, hate hilgirtin. Jinên ku daxuyanî dan, banga bi dawîanîna zextên Pakistanê ya li dijî gelê Beluc kirin.
‘Pêwîste hikûmet êşa van mirov fêm bike’
Daxuyaniya jinên Beluc wiha ye: "Em di tevahiya çalakiya xwe de, du caran daxwazên xwe bi awayekî nivîskî ji hikûmeta Pakistanê re pêşkêş kir, lê tu bersivek fermi nehat dayîn. Tê gotin ku daxwazên me hişk in. Ger di mijarekî de nakokî hebe, pêwîste ji bo çareseriya pirsgirêkan bi awayekî vekirî hevdîtin bên kirin û ji bo çareseriya pirsgirêkê têkiliyek bibandor bê avakirin. Di çalakiya me de malbatên kesên hatine windakirin û malbatên lîderên BYC’yê tenê ji ber lêgerîna xwe edaletê hatine girtin, hene. Daxwazên me, berdana hezkiriyên me û kesên bi awayekî keyfî hatine girtin jî bi awayekî şefaf û adilane nên darizandin. Daxwazên me ne tenê makezagonî ye, di heman demê de ji aliyê exlaqî jî rewa û mafdar e. hikûmet li şûna ku ji çalakiya me re bibêje “cihê wênekişandin û pêşangeh” guh bide dengê jin û xwişkên me yên li vir. Pêwîste hikûmet êşa van mirov fêm bike. Bendawariya me ji hikûmetê ew e ku bi kesên beşdarî çalakiyê bûne re diyalogek watedar avabike û ji bo pirsgirêk demek dirêj didome re çareseriyên pratîkî û domdar hilberîne.”