Dayikên Şemiyê li aqûbeta Ayten Ozturkê pirsîn

Dayikên Şemiyê di 1067'emîn çalakiya xwe de, li aqûbeta Ayten Ozturkê pirsîn ku 33 sal berê di bin çavan de hatibû qetilkirin.

Navenda Nûçeyan – Dayik/Mirovên Şemiyê cara 1067'emîn li Qada Galatasarayê kom bûn da ku li aqûbeta xizmên xwe yên ku di binçavan de hatine windakirin û qetilkirin bipirsin. Di çalakiyê de wêneyên kesên ku di binçavan de hatin windakirin hatin hilgirtin. Di çalakiya vê hefteyê de çîroka Ayten Ozturk ku 33 sal berê hatibû qetilkirin, hat vegotin. 

Çîroka Ayten Ozturk

Parêzer Jiyan Kayayê ev tişt gotin: "Hidir Ozturk ku wekî şef li Îdareya Taybet a Bajar a Tunceliyê dixebitî, di Gulana 1992'yan de ji hêla Fermandarê Alaya Cendirmeyan a Bajêr a Tunceliyê Mustafa Sabrî Yazgankiran bi rêya telefonî gazî wî hat kirin ku tevî keçen xwe bê qereqolê. Hidir Ozturk bi sê keçên xwe re çû alayê. Piştî axaftineke tehdîdkar, Albay Yazgankiran ji leşkerekî re got, 'Van bibin jêrê cem Mahmut Beg.' Bi rastî, 'Mahmut Beg' Mahmut Yildirim bû, bi navê kod 'Yeşil' ku ji bo MÎT û JÎTEM'ê dixebitî. Yildirim lher sê xwişkan da ber lêpirsînê û navnîşan û jimareyên wan ên telefonê wergirt. Piştî demeke kurt, du xwişk ku karmendên dewletê bûn, sirgûnî bajarên din hatin kirin. Keça Hidir Ozturk, Ayten Ozturk li kargeheke girêdayî Rêveberiya Taybet a bajarê Tunceliyê ya li Akpinara Mazgêrtê dixebitî. Ew piştî kar di êvara 27'ê Tîrmeha 1992'yan de, bi otomobîleke spî u çar kes tê de bûn, hat revandin."  

Bi awayekî qetilkirî hat dîtin

Jiyan Kayayê bi bîr xist ku Ayten Ozturk di 8'ê Tebaxa 1992'yan de li Kartaltepe ya Karşiyaka ya Xarpêtê bi awayekî qetilkirî hatiye dîtin û got ku berî kuştina wê îşkence lê hatiye kirin. Kayayê bal kişand ser wê yekê ku di rapora otopsiyê ya Ozturkê de tu delîlên îşkenceyê tune bûne û got: "Otopsiyeke berfireh nehat kirin. Lêpirsîna ku hat vekirin zû bi dawî bû. Paşê, Fermandarê JÎTEM'ê Cem Ersever û endamê JÎTEM'ê Abdulkadîr Aygan diyar kirin ku Ayten Ozturk ji aliyê Yeşîl û ekîba wî ve bi Land Rovereke spî ya ku ji aliyê Waliyê Rewşa Awarte ve hatibû dayîn hatiye revandin û ew birine JÎTEM a Dîyarbekirê û piştî îşkenceya bi rojan hatiye înfazkirin. Ev îtîraf di çapemeniyê de jî hatin weşandin." 

Jiyan Kayayê diyar kir ku hewldanên hiqûqî yên malbata Ayten Ozturkê bêencam man û doz di sala 2022'yan de ji ber demboriyê hat rawestandin. Jiyan Kayayê wiha domand: "Kesên sûcdar çi dibin bila bibin, di dewletê de çi pozîsyona wan hebe bila hebe, heya neyên darizandin û hesab nedin, dê pergaleke hiqûqê ya rasteqîn neyê avakirin. Edalet tenê dema ku zincîra bêcezatiyê were şikandin dikare pêk were. Çiqas sal derbas bibin jî, em ê dev ji daxwaza edaletê ya ji bo Ayten Ozturkê û ji bo hemû windahiyên xwe bernedin."

Nameya ku bav Hidir Öztürk şand jî di çalakiyê de hat xwendin. 

Piştî daxuyaniyê beşdaran qurnefîl danîn Qada Galatasarayê.