Wezareta Rewşenbîran bi qedexekirina nûçeyên kuştina jinan dixwaze çi bike?

Wezareta Rewşenbîran bi daxuyaniyekê diyar kir ku divê belavkirina nûçeyên kuştina jinan werin qedexekirin.

ŞÎNYAR BAYÎZ

Silêmanî- Bûyerên kuştina jinan her roja ku diçe zêdetir dibin. Her meh çend jin tên kuştin yan jî neçarî xwekuştinê dimînin. Ev jî tenê bûyerên tên bihîstin û dikevin medyayê ne. Tenê di meha Hezîranê de 8 jin hatin kuştin yan jî neçarî xwekuştinê bûn, piraniya bûyeran li bajarê Hewlêrê qewimîne. Li gorî daneyên ku gihîştine ajansa me, di nava şeş mehên dawî de 50 jin hatine kuştin yan jî neçarî xwekuştinê mane, heta niha rêveberiya pêşîlêgirtina tunditujiyê tu dane belav nekirine û dibêje ku ew daneyên kuştin û xwekuştina jinan eşkere nakin.

Bûyerên di meha Hezîranê de bi vî awayî ne:

Di 3’ê Hezîranê de jineke ciwan a temenê wê 20 salî li taxa 32 a li bajarê Hewlêrê di mala xwe de ji aliyê hevjînê xwe ve hat xeniqandin, tê gotin ku nêzî salek e zewicîbû, navê wê Sarya Ferhane ye û xelkê bajarê Xelîfan ê girêdayî Soranê ye.

Di 10’ê Hezîranê de li bajarokê Xaneqînê, jineke temenê wê 26 salî ji ber sedemên nediyar bi riya helawistinê dawî li jiyana xwe anî, li gorî agahiyan dayika du zarokan e.

Di 11’ê Hezîranê de jineke temenê wê 25 salî ya bi navê Ş.Î. ji ber şewatê jiyana xwe ji dest daye, ew jin xelkê Xormal ê girêdayî Helepçeyê ye û zanîngeh temam kiriye, ji sedî 70 bedena wê şewitî û kesûkarên wê gotine ku xwe şewitandiye sedema xweşewitandinê nayê zanîn, piştî pênc rojan dema li nexweşxaneya şewatê ya Silêmanî derman dibû, jiyana xwe ji dest da.

Di 12’ Hezîranê de li taxa Arî ya bajarê Hewlêrê jineke bi navê Ciwan Ezîzî Hesen ku temenê wê 38 salî bû ji aliyê hevjînê xwe yê bi navê X.E ji ber pirsgirêkên malbatê hat kuştin.

Di 18’ê Hezîranê de agir bi Nihumê 17 ya komelgeya niştecihbûnê MRF li taxa 100 metrî ya bajarê Hewlêrê pê ketiye û ji ber vê jî bi jinek re nefestengî çêbûye jiyana xwe ji dest daye, ew jin xelkê Rojavayê Kurdistanê ye.

Du jinên ciwan li Kelarê xwe kuştin navê yekê ji wan jî Raz Mehemed a 16 salî bû, di 24’ê Hezîranê de ji aliyê birayê xwe ve hat kuştin û kujer hat girtin. Li heman cihê li Kelarê jineke din a ciwan a bi navê Saya Mistefa ya temen 16 salî di roja 25’ê Hezîranê de bi awayek guman dawî li jiyana xwe anî.

Di 30’ê Hezîranê de jinek ciwan a temenê wê 18 salî ya bi navê Sûmeye S.A li taxa Selahedin a bajarê Hewlêrê bi hevjînê xwe yê bi navê Zekeriya Rustem ve ji aliyê birayê Sûmeya ve hatin kuştin. Li gorî agahiyan ev du hevjîn sala borî zewicîbûn lê belê di wê demê de malbata Sûmeye nedixwest bizewice. Ji mala Zekeriya wan sê keç dane mala Sûmeya lê belê piştî salekê Zekeriya û Sumeya ji aliyê birayê Sûmeya ve hatin kuştin.

Wezareta Rewşenbîrî belavkirina nûçeyan qedexe kir

Her çendî daneyên bûyerên tundîtujî û kuştina jinan zêde dibin jî wezareta rewşenbîrî û Lawan a hikumeta herêma Kurdistanê, di 8’ê Hezîranê de ragihand ku nûçeyên kuştin, xwekuştin û şewitînê qedexe kiriye. Wezaret li cihê çareseriyê nûçeyên têkildarî bûyeran qedexe dike ku ev yek jî bi xwe re ne çareseriyê, zêdebûna bûyeran tîne.

“Sansur û qedexekirina nûçeyên têkildarî bûyerên kuştina jinan gumanan çêdike”

Rojnamevan Evîn Ehmed der barê biryara wezareta rewşenbîrî û zêdebûna bûyerên tundîtujiyê de ji ajansa me re axivî û got: “Weşandina nûçeyên kuştin û xwekuştina jinan, daneyên tunditujiya malbatê pêwîsteyek girîng e. Divê zêdetir agahiyên civakê der barê vê mijarê de hebe. Ji ber ku ev mijar têkiliya xwe bi ewlehiya civakê re heye. Di heman demê de roleke mezin dikeve ser diyarkirina sedemên zêdebûna van bûyeran. Bi belavkirina van bûyeran, di nava civakê de hişyarî zêdetir dibe. Qedexekirina weşandina nûçeyên kuştina jinan, gumanan ava dike ku ji ber çi wezareta girêdayî hikumetê rê nade ev bûyer aşkera bibin? Ji aliyê giştî civakê ve rêxistinên jinan, divê pirs were kirin ku gelo ji vê yekê kî sûd heye yan na? Wezareta rewşenbîrî bi derxistina vê biryarê bandorê li ser daneyên kuştina jinan kiriye. Ger di xema civakê de bin, dikarin bi riya vê biryarê gelek rêbazên din bi kar bînin. Weke girtina kanalên ku rojane bi riya bernameyên xwe, jehrê di nava civakê de dirêjin û dibin sedema zêdebûna tundîtujiya li hemberî jinan. Divê bernameyên ku li dijî jinan kar dikin, werin qedexekirin. Hinek kes û alî hene ki ji hebûna jinan aciz in, ji ber wê pêwîst e aliyên pêwendîdar bi taybetî wezareta rewşenbîriyê li riya çareseriyê bigere, ne rêbazên şaş ên ku zirarê didin.”  

“Belavkirina nûçeyên têkildarî bûyerên kuştina jinan hişyariyê çêdike ne metirsiyê”

Evîn Ehmed wiha domand: “Dema kesek nûçeyên kuştina jinan bibîne yan bibîhîse pê hestiyar dibe û dest bi lêgerîna sedemên wê dike lê belê ji ber vê yekê desthilatdar, civaka ku bi aqilê mêrsalarî e, bêguman azadbûna jinan û derxistina fikrên azad ên jinan metirsî dibînin li ser aqlê mêrsalar. Ji ber wê hikumet û desthilatdar li ser vê yekê naxebitin yan jî ger bikin jî divê li gorî berjewendiyên wan be. Ew nûçeyên têkildarî vê mijarê, xizmetê ji civakê re dikin, metirsiyê li ser jiyana netewî çênakin.”

“Rêxistin li gorî zagonan karê xwe nakin û piraniya wan xwedî nêrîna mêrsalar in”

Rojnamevan Evîn Ehmed der barê zêdebûna tundîtujiya li hemberî jinan de jî wiha got: “Dema ku tundîtujî li hemberî jinan tê kirin divê zagon li ser biryarên xwe bisekinin. Lê wekî ku tê dîtin li gorî zagonê kar nakin. Çareseriya rêxistinan demkî ye. Ji ber ku piraniya wan di bingehê de mêrsalar in û girîngî didin biryarên mêrsalarî, ji ber wê dane zêde dibin. Ger meseleya jinan bi vî awayî niha berdewam bike, wê her dem ber bi paşve biçe. Ji ber ku jin li hemberî desthilatdariyê bûne bend. Ji ber wê ger pêwîst bike divê ji niha û pê ve jin dengê xwe bilind bikin û zextê li ser aliyên zagonsaz bikin daku desthilatdarî li gorî zagonan kar bike.”