Werîşe Mûradî 6 roj in di greva birçîbûnê de ye

Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê ragihand ku Werîşe Mûradî daxwaza bijîjkan a ji bo şandina beşa tenduristiyê û lêdana derziyên xwarinê red kiriye.

Navenda Nûçeyan- Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê têkildarî rewşa girtiya siyasî Werîşe Mûradî bi raporek agahiyan parve kir.

Di raporê de hat diyarkirin ku Werîşe Mûradî di roja şeşan a gireva birçîbûnê de daxwaza bijîjkan a ji bo şandina beşa tenduristiyê û lêdana derziyên xwarinê red kiriye.

Werîşe Mûradî ya endama Komeleya Jinên Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) bi sûcdariya ‘îsyanê’ bêyî ku were darizandin, ji 14 mehan zêdetir e li Girtîgeha Evînê di qawîşa jinan de girtî ye.

Di 10’ê Cotmehê de dest bi gireva birçîbûnê kir

Di 10’ê Cotmehê de aktivîst û parêzvana mafên jinan Werîşe Mûradî bi nameyekê ragihandibû ku ji bo balê bikşîne ser zextên Îrana di bin rûpoşa îslama siyasî de her roj mirovan qetil dike û bi darve dike dest bi greva birçîbûnê ya bêdem kiriye.

Werîşe Mûradî di nameya xwe de bal kişand ku ji sedî 35 bûyerên darvekirina jinan zêde bûne û diyar kiribû ku ji serê salê ve heta niha, li girtîgehên cuda yên Îranê 531 kes hatine darvekirin. Her wiha bal kişand ku Komara Îslamî ya Îranê, bi şerên ji derveyî sînoran re qetliamên li girtîgehan û li ser kesên ku ji bo azadiyê têdikoşin zêdetir kiriye. Werîşe Mûradî diyar kir ku ew ê bi biryardarî greva xwe ya birçîbûnê bidomîne.