Êrîşên Îsraîlê li gelek deverên Lubnanê belav bûn

Hat ragihandin ku di êrîşên artêşa Îsraîlê ên li dijî Lubnanê de 2 hezar û 350 kes kesan jiyana xwe ji dest dane û 10 hezar û 906 kes jî hejmara birîndar bûne.

Navenda Nûçeyan – Wezareta Tenduristiyê ya Lubnanê der barê êrişên artêşa Îsraîlê de daxuyaniyek da. Di daxuyaniya wezaretê de hat diyarkirin ku li gelek deverên welat êrîşên hewayî berdewam dikin.

Hat diyarkirin ku duh di encama êrîşan de 41 kesan jiyana xwe ji dest dane û 124 kes jî birîndar bûne. Di êrîşên Îsraîlê yên ji 8’ê Cotmeha 2023’an vir ve li ser Lubnanê hejmara kesên ku jiyana xwe ji dest dan derket 2 hezar û 350’î û hejmara birîndaran jî derket 10 hezar û 906’an.

Her wiha hat diyarkirin ku li Lubnanê ji ber topbaranên Îsraîlê 100 hezar kes koçber bûne û pêla koçberiyê ji herêmên başûrê welat ber bi paytext Beyrûtê û bakurê welat berdewam dike. Hikûmeta Lubnanê ragihand ku zêdetirî 430 hezar kes jî koçî Sûriyê bûne.