Tura bîsîklêtê ya jinên bixemil li Amedê despêdike
2’emîn Tura Bîsîklêtê ya Jinên Bixeml bi dirûşmeya “Herî zêde jin li kolanan tên” li Amedê despê dike.

Amed- 19’ê Îlonê li Amedê 2’emîn Tura Bîsîklêtê ya Jinên Bixeml bi dirûşmeya “Herî zêde jin li kolanan tên” despêdike. Jin, wê ji Parka 75 a navçeya Peyasê, saet 13.30’an dest bi tûra xwe ya bisiklêtê bikin û li Birca Keçikê ya navçeya Sûrê bi dawî bikin. Organîzasyona Bisiklêtê ya Jinên Bixeml jinên Amedî vexwendin tûra bisiklêtê.
Di çarçoveya “Roja Bajarên Bêotombîl a Cîhanê” de, her sal di 22’yê Îlonê de, li seranserê cîhanê çalakiyên cihêreng tên organîzekirin da ku balê bikişînin ser veguhastina domdar û alternatîfên ji bilî otomobîlan têne teşwîqkirin. Li Tirkiyê jî, ji sala 2013’yan ve jin ji bo bikaranîna bisiklêtê û hestiyariya li dijî qirêjkirina derdorê zêde bibe, her sal tûra “Herî zêde jin li kolanan tên” li dardixin. Îsal jî, jinan xwe ji bo ajotina bisiklêtê amade kirin.