Tulay Hatimogullari: Em li ber firsendeke dîrokî ne

Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatimogullari got: “Di vê dema krîtîk de, pêwîste hemû derdorên siyasî ji bo çareseriyê gavên erênî û wêrek bavêjin. Em li ber firsendeke dîrokî ne, em dikarin bi hev re pêşerojê ronî bikin.”

Navenda Nûçûyan – Hevseroka Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) Tulay Hatimogullari li ser hesabê xwe yê medyaya dijîtal peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan parve kir.

Tulay Hatimogullari di parvekirina xwe de ev tişt got: “Nirxandinên Birêz Abdullah Ocalan ên ji Îmraliyê bangek dîrokî ye û dikare qedera Tirkiye û herêmê biguherîne. Xurtkirina tifaqa Tirk-Kurd û destpêkirina pêvajoyek aştiya demokratîk êdî bûye berpirsyariyeke ku jêneger e. Di vê dema krîtîk a ku em tê re derbas dibin de, pêwîste hemû derdorên siyasî ji bo çareseriyê gavên erênî û wêrek bavêjin. Meclîsa Mezin a Tirkiyeyê (TBMM) bingeha herî girîng a vê pêvajoyê ye. Rêya aştî, demokrasî û xuwîşk û biratiyê; di gavên wêrek ên ku bi hev re bên avêtin re derbas dibe. Di vê xalê de divê tu gumana tu kesî nebe ku em ê weke DEM Patiyê hemû erkên xwe bi cih bînin û pêşniyarên çareseriyê yên erênî berfireh bikin. Em li ber firsendeke dîrokî ne, em dikarin bi hev re pêşerojê ronî bikin.”