TGC’ê xelat da rojnamegerên Kurd ên girtî

Cemiyeta Rojnamevanên Tirkiyeyê, îsal Xelatên xwe yên Azadiya Çapemeniyê da 16 rojnamevanên Kurd ên hatine girtin. Dîroka xelatdayînê jî dê di rojên pêş de were eşkerekirin.

Navenda Nûçeyan - Cemiyeta Rojnamevanên Tirkiyeyê (TGC) ku ji sala 1989’an vir ve Xelatên Azadiya Çapemeniyê dide, xelataya xwe ya îsal da 16 rojnamevanên Kurd ên hatine girtin. Lijneya Hilbijartinê ya Xelata Azadiya Çapemeniyê ya 2022’an li Cemiyeta Rojnamevanên Tirkiyeyê hev civiya.

Der barê xelata ku ji 16 rojnamevan re hatiye dayîn de, wiha hat gotin:

16 rojnamevanên Kurd ên ku di pêvajoyek ku qala hilbijartina siyasî tê kirin de bi armanca astengkirina mafê agahî girtina welatiyan, bi ferzkirina yek rengî rojnamevanî, yek rengî nûçe çêkirin hatin girtin. Bi armanca vê xwestekê 16 rojnamevanên kurd; Abdurrahman Oncu, Azîz Orûç, Elîf Ungur, Îbrahîm Koyuncu, Lezgîn Akdenîz, Mazlum Dogan Guler, Mehmet Alî Ertaş, Mehmet Şahîn, Neşe Toprak, Omer Çelîk, Ramazan Gecîken, Remziye Temel, Safiye Alagaş, Serdar Altan, Suat Doguhan û Zeynel Abidîn Bulut ji ber pîşeya xwe hatin girtin. Em di şexsê van rojnamevanan de xelatê diyarî hemû rojnamevanên girtî û rojnamevanên ku pîşeya wan tê astengkirin dikin.”

Biryara hate dayin ku ji Piştevanî û Berxwedana li dijî Qanûna Sansurê re xelat bê dayin, ku vê rêxistiniyê kir ku pêşnûme qanûn bê vekişandin û ji dema qanûndanînê ya nû, ji 1'ê Cotmehê re bê hiştin. Dîroka xelatdayînê dê di rojên pêş de were eşkerekirin.”

Di Lijneya Hilbijartinê ya Xelatên Azadiya Çapemeniyê de ev nav cih digrin:

Adnan Ozyalçiner (Serokê Giştî yê Sendikaya Nivîskarên Tirkiyeyê), Altan Oymen (Endamê bi kidemyê TGC- Serokê Lijneya Rûmetê ya TGC- Nivîskar), Kenan Kocaturk (Serokê Yekitiya Weşangerên Tirkiyeyê), Nazan Moroglu (Cîgira Serokê Baroya Stenbolê), Prof. Dr. Nurçay Turkoglu (Profesora Ragihandinê), Sibel Guneş (Sekretera Giştî ya TGC), Tugrul Eryılmaz (Nivîskarê T24, nûnerê kesên berê xelatê girtine), Turgay Olcayto (Serokê TGC) û Zeynep Oral (Seroka Navenda PENa Tirkiyeyê)