Tevgera Jinên Rojava rêzeçalakiyên 8’ê Adarê eşkere kirin
Platforma Çalakiyên Hevpar ên Tevger û Rêxistinên Jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li bajarê Qamişlo, bi daxuyaniyeke çapemeniyê rêzeçalakiyên 8’ê Adarê bi dirûşma “Em ê bi hev re şoreşa xwe biparêzin û axa xwe rizgar bikin” eşkere kir.
Qamişlo- Bi boneya nêzîkbûna 8’ê Adarê re Roja Jinan a Cîhanî, Platforma Çalakiyên Hevpar ên Tevger û Rêxistinên Jinan bi dirûşma “Em ê bi hev re şoreşa xwe biparêzin û axa xwe rizgar bikin” bi riya daxuyaniyeke çapemeniyê rêzeçalakiyên 8’ê Adarê yên ku dê werin lidarxistin ragihandin. Daxuyanî li ber dergehê Navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hunera bajarê Qamişlo- Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bi amadebûna hemû rêxistinên jinan û civaka sivîl hat ragihandin.
Daxuyaniya ku ji aliyê Endama Koordînasyona Kongreya Star a Rojavayê Kurdistanê, Rihan Loqo ve hat xwendin wiha bû: “Bi navê platforma çalakiyên hevpar ên tevger û rêxistinên jin ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê , bi dirûşma “Em ê bi hev re şoreşa xwe biparêzin û axa xwe rizgar bikin” em 8’ê Adarê li jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, hemû jinên cîhanê, dîlgirtiyên di zindanan de û li dayikên şehîdan pîroz dikin. Em bejna xwe li hemberî cangoriyên azadiyê ditewînin, bi boneya roja jinan a cîhanî ku rastî 8’ê Adarê tê, em bi rêzdarî hemû şehîdên ku mohra xwe li rûpelên dîrokê xistine ji bo azadiya jinan bi bîr tînin. Hemû cîhan her sal roja jinan a cîhanî ku dikeve 8’ê Adarê pîroz dikin, li ser helwest û hevgirtina xwe di tekoşîna jinan de ji bo bidestxistina mafên xwe yên rewa teqezî dike û bi îsrar rola xwe ya girîng di avakirina civakeke li ser bingeha wekhevî û edaletê de dilîze.”
"Pîrozbahiya 8’ê Adarê di encama têkoşîna bi milyonan jinên mafxwaz de pêk hat"
Rihan Loqo di daxuyaniyê de destnîşan kir ku pîrozbahiya 8’ê Aadarê encama têkoşîna bi milyonan jinên mafxwaz de pêk hatiye û wiha domand: “Pîrozbahiya Roja Jinên Cîhanê di encama têkoşîna bi milyonan jinan ji bo bidestxistina mafên xwe pêk hat. Tevî têkoşîna bi dehan sal jin ji aliyê zîhniyeta zilamsalar û desthilatdar ve rastî her cure tundî, zordarî û koletiyê hatin, ji bo şikandina îradeya wan û dûrxistina wan ji dîrokê. Li hemû cîhanê bi taybetî li Rojhilata Navîn bi destên rejîmên otorîter û dewleta tirk a dagirker û rêxistinên tundraw jin li herêmên dagirkirî yên Sûriyeyê rastî îşkenceyê tên mîna li (Efrîn, Serêkaniyê, Girê spî, Idlib, Bab, Cerablus, Ezaz) ji ber binpêkirinên sîstematîk ên wekî sûcên şer û sûcên li dijî mirovahiyê weke (jenosîd, koçberkirin, girtin, destavêtin, zewaca bi darê zorê).”
"Agirê têkoşînê tu carî venamire"
Rihan Loqo di daxuyaniyê de teqez kir ku dê agirê têkoşînê neyê vemirandin û her dem berdewam bike û wiha pê de çû: “Agirê têkoşînê tu carî venemirî û îsbata wê ya herî baş jî şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye ku bi pêşengiya jinan hat meşandin û bi taybetmendiya xwe dikaribû hêza xwe weke dayik, rêveberî, leşkerî, siyasî û diplomasî îsbat bike. Bi vê yekê bû şoreşa civakî û guhertinên bingehîn li bakur û Rojhilatê Suriyeyê de da çêkirin û rola xwe di damezrandina Rêveberiya Xweser a Demokratîk de lîst, ji bo ku bibe mînak û çavkaniya îlhamê di têkoşîna hemû jinên cîhanê de. Heya niha têkoşîna xwe ya bêwestan didomînin ji bo parastina destkeftiyên ku bi saya tekoşîna YPJ ê û şehîdên azadiyê mîna (Susin Bîrhat, Awaz Urmiyê, Nûjyan, Rojîn, Viyan, Îvana Hofman, Kerîma Loran, Hevrîn Xelef, Hind, Seada, Zîlan Ereb, Wîdad Yûnan, cumana El Mûsa) pêk hat.”
"Hemû jin divê beşdarî çalakiyên 8’ê Adarê bibin"
Rihan Loqo di daxuyaniyê de bang li tevahî jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir ku tevlî çalakiyên 8’ê Adarê bibin û got: “Bi vê boneyê em bang li hemû jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dikin ku beşdarî çalakiyên Roja Cîhanî ya Jinan bibin û em bang li rêxistin û tevgerên jinan li cîhanê û bi taybet li Sûriyeyê dikin ku ji bo parastina şoreşê û bilindkirina asta tekoşînê bibin yek. Parastina nirx û mîrasê têkoşîna jinan, mayindekirina ewlehî û aştiya cîhanî bidawîkirina dagirkeriyê û misogerkirina vegera herêman ji bo avakirina Sûriyeya demokratîk, piralî û ne navendî xebat bidin meşandin. Li ser vî esasî bi durûşma “Em ê bi hev re şoreşa xwe biparêzin û axa xwe rizgar bikin” destpêkirina hemleya xwe ya ji bo pêşwazîkirina Roja Jinan a Cîhanî ya sala 2022 an emê ragihînin.”
"Çalakiyên me ji 23 ê Sibatê heta 10 ê Adarê bi vî rengî ne"
Rihan Loqo di daxuyaniyê de çalakiyên 8’ê Adarê yên ku ji 23’ê Sibatê heya 10’ê Adarê didomin wiha rêz kir:
1- Li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pîrozbahiyên 8’ê Adarê dê bên lidarxistin.
2- Di 1/3/2022’an de serdana goristanên şehîdan û pêxistina mûman li ser gorên şehîdan û li ser navê platformê daxuyanî bê dayîn.
3- Ji bo roja jinan a cîhanî dayîna semînerên taybet.
4- Lidarxistina panêlan li ser asta herêmî û Rojhilata Navîn û li ser torên civakî.
5- Di 10/3/2022’an de li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji hemû tevger û rêxistinên jinan re şahiyek dê bê lidarxistin.
6- Tevger û rêxistinên jinan li gorî bernameya xwe çalakiyên curbecur pêk tînin.”