Di Nobeta Edaletê di roja 352’an de li ser riya Pirsûs-Rihayê daxuyanî hat dayîn
Malbata Şenyaşar di roja 352’an çalakiya xwe de li ser riya Pirsûs-Rihayê ku her roj derbas dibin daxuyanî da. Emîne Şenyaşar careke din bang li rayedaran kir.
Riha- Nobeta "edaletê" ya Emîne Şenyaşar a ku di 14'ê Hezîrana 2018'an de di encama êrîşa parêzvan û xizmên wekîlê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz de hevjîn û 2 kurên wê hatibûn qetilkirin li gel kurê xwe Ferît Şenyaşar ê ji êrîşê bi birîndarî rizgar bûbû, di roja xwe ya 351'ê de ye.
Malbata Şenyaşar piştî bi telefonê bi Fadil Şenyaşar ê li Girtîgeha Xarpêtê girtî ye re axivîn, ji mala xwe ya li navçeya Pirsûsê ber bi Rihayê ve bi rê ketin.
Daxuyaniya xwe li pêşiya tabeleya ‘Rihayê” dan
Malbata Şenyaşar di roja 352'yemîn a çalakiya xwe de ji bo balê bikşînin ser zehmetiyên ku li ser riya Pirsûs-Rihayê ya 42 kîlometreyan dijîn li pêşiya tabelaya ‘Rihayê” ya di ketina bajêr de daxuyanî dan. Malbatê pankarta “Edalet ji bo malbata Şenyaşar” ku wêneyên endamên malbatê yên hatine qetilkirin hebû li ser tabeleya bajêr daliqandin.
"Êdî bes e"
Emîne Şenyaşar wiha axivî: “Heta ku zarokê min were berdan dê ev nobeta me berdewam bike. Ev saleke em di riya Pirsûs û Rihayê de tên û diçin. Kurê min weke dîlekî tê girtin. Bila kurê min berdin û em jî li mala xwe rûnin. Bila êşa me hinek sivik bibe. Kesên ku komkujî kirin çima nayên girtin? Ma ev çi edalet e wiha? Heke ez bimrim jî dê di vê riyê de bimrim. Êdî bes e. Ev çi wijdan e? Ma edalet ev e? “ Piştî daxuyaniyê jî malbata Şenyaşar çû ber deriyê Edliyeya Rihayê.
"Bila êdî dawî li vê zilme bînin"
Malbata Şenyaşar li ser hesabê xwe yê medyayê wêneyê xwe yê li ber tabelaya Rihayê kişandibûn parve kir û wiha got: “Bila êdî rayedar dawî li vê zilma bi destên darazê tê kirin bînin. Ger zilma heyî berdewam bike, ew pankarta di ketina Rihayê de jî dê her dem li wir bimîne. Bila ev jî şerma hemû rayedarên li Rihayê xwe li bêdengiyê danîne be.”