Heta edalet bi cih were em ê bêdeng nemînin

Endamên malbata Şenyaşar ku 353 roj in têkoşîna "Edaletê" dimeşînin gotin: "Heta edalet bi cih were em ê çalakiya xwe bidomînin û dengê xwe bidin bihîstin."

Riha- Nobeta "edaletê" ya Emîne Şenyaşar a ku di 14'ê Hezîrana 2018'an de di encama êrîşa parêzvan û xizmên wekîlê AKP'ê îbrahîm Halîl Yildiz de hevjîn û 2 kurên wê hatibûn qetilkirin li gel kurê xwe Ferît Şenyaşar ê ji êrîşê bi birîndarî rizgar bûbû, di 9'ê Adarê de li ber Edliyaya Rihayê dabû destpêkirin, di roja xwe ya 353'an de berdewan dike. Ferît Şenyaşar nobeta ku dayika wî Emîne şenyaşar ji ber nexweşiya xwe nehatibû domand.
Malbatê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî ev tişt parve kir: "Nobeda me ya li Edliyeya Rihayê di roja 353'yemîn de ye. Armanca me yekane ew e ku di zûtirîn demê de hiqûq bê temînkirin, zextên li ser dozgerên ku dibêjin “Li vir tiştê ku em nikarin bikin tune ye.” Heta ku edalet pêk were em ê bi her awayî ji bo mafên xwe têbikoşin û bêdeng nemînin.”