Têkoşîna edaletê di roja 495’emîn de ye

Nobeta Edaletê ya ku ji aliyê Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyayar ve hat destpêkirin di roja 495'an de bênavber didome.

Riha-  Nobeta Edaletê ya ku Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar li ber Edliyeya Rihayê dane destpêkirin di roja xwe ya 495’emîn de didome. Malbat, ji ber îro dawiya hefteyê ye û edliye girtî ye, nobetê li mala xwe ya li navçeya Pirsûsê didomîne.

Malbata Şenyaşar li ser hesabê xwe yê medyayê ev parvekirin kir: “Gelê Rihayê wê qet kujerên ku hêza xwe ya siyasî bi kar tînin ji bîr neke. Çar sal in zulum berewam dike. Bi gotinan aramî û refah nayê welat. Naxwazin vê dayika li ber edliyeyê bibînin, ev bêwijdanî ye.”