Li herêma Kurdistanê di nav 6 mehan de 71 binpêkirinên li dijî rojnamegeran pêk hatiye

Rêxistina Nûçegihanan daneyên binpêkirinên li hemberî rojnamevanên herêma Kurdistanê belav kirin û li gorî daneyan piraniya pêşîlêgirtinan ji aliyê parlamentoya herêma Kurdistanê ve hatine encamdan.

Navenda Nûçeyan- Îro li ber deriyê parlamentoya Kurdistanê bi daxuyaniya çapemeniyê Rêxistina Nûçegihanên ji bo Maf û Geşepêdanê (JRO) bi hevkariya Federasyona Rojnamevanên Serbixwe (FIP-UN) rapora şeş  mehên destpêka sala 2022’an de ya binpêkirinên li beramberî rojnamevanan belav kir. Li gorî raporê piraniya binpêkirinan ji aliyê parlamentoya herêma Kurdistanê ve hatine encamdan.

Li gorî raporê ji 1’ê Çileyê heta 3’ê Tîrmehê 71 binpêkirin li beramberî 140 rojnamevanan hatine kirin, 2 rojnamevan hatine girtin, 8 bûyerên cuda û rê nedana weşanê di navbera saziyên çapemeniyê de li 29 rojnamevanan hatine kirin, 9 bûyerên êrîş û heqaretê li 14 rojnamevanan hatine tomarkirin. Dozeke girtina ofîsên qenalan hebû û li dijî 21 rojnamevanan 10 dozên şikandin û desteserkirina kel û pelên rojnamevanan hebûn.”

Li gorî raporê li bajarê Duhokê 28 bûyer, li Hewlêrê 27 bûyer, Silêmanî 11 bûyer û li Helebçeyê jî 5 bûyerên binpêkirinên li hemberî rojnamevanan hene.

Her wiha di raporê de hat diyarkirin ku Parlamentoya Herêma Kurdistanê di cudahîxistina navbera medyayên ragihandinê û binpêkirinên li hemberî rojnamegeran de di pileya yekem de ye. Parlamentoya Herêma Kurdistanê zagona hejmar 35 a ku sala 2007’an derket bi taybetî ji bo pîşeyê rojnamevaniyê binpê dike.