Leila Hatami û Julianne Moore serokatiya juriyê ya Festîvala Fîlman a Venedîkê dikin
Lîstikvana Îranî Leila Hatami û lîstikvana Amerîkî Julianne Moore wek endamên juriyê Festîvala Fîlman a Venedîkê ya Îtalyayê hatin hilbijartin.
Navenda Nûçeyan – Jûriya Festîvala Navdewletî ya Fîlman a Venedîkê, lîstikvan û derhênerê Îranî Leila Hatamî û lîstikvana Amerîkî Julianne Moore wek endamên jûriya festîvalê ya îsal hilbijartin.
Lîstikvana Îranî Leila Hatami dê bibe endama jûriya fîlmên dirêj û kesayetiyên fîlmên navdewletî. Leila Hatami di Festîvala Fîlman a Berlînê de Xelata Lîstikvana Herî Baş girt û gelek xelatên din jî girtine.
Lîstikvana Amerîkî Julianne Moore ku di sala 2014'an de xelata Oscarê ya Lîstikvana Herî Serkeftî girtibû dê di festîvala 11 rojî ya li bajarê Îtalyayê de serokatiya jûriyê ya ku ji 6 kesan pêk tê, bike.
Hêjayî gotinê ye ku Festîvala Fîlman a Navdewletî ya Venedîkê di sala 1932'an de hatiye damezrandin û ji dawiya Tebaxê heta destpêka Îlonê bi awayekî periyodîk dest pê dike û festîvala herî kevn û navdar a cîhanê tê dîtin.