Strana “Zeriyên Şoreşê” jinên têkoşer îfade dike

Enstituya Andrea Wolf ya Akademiya Jineolojî bi daxuyaniyek nivîskî armanca çêkirina strana bi navê Zeriyên Şoreşê wiha parve dikin: “Bi armanca bîranîna jinên têkoşer û şoreşa gelan ev stran hatiye çêkirin.”

Navenda Nûçeyan- Xebatekê hevpar a Enstituya Andrea Wolf a Akademiya Jineolojî, Koma şehîd Delîla û Koma Şehîd Ezda strana bi navê “Zeriyên Şoreşê” hatiye çêkirin. Her wiha tomarkirina stranê ji aliyê Amir Hesên û montaj ji aliyê Jin Tv ve hatiye çêkirin. Di heman demê de Navenda Çand û Huenr a Hurî ya Amûdê, Mala Êzidiyan a Herêma Cizîr, Gelê Gundorê û Dugirî ve hatiye amadekirin. Naveroka stranê ku têkoşîna jinên lehen û şoreşa gelan îfade dike. Her wiha hilbijartina peyva Zêriyên kevneşopiya herêma koçeratan derdixîne pêş. Her wiha hezkirina zeriyê dide diyarkirin. Her wiha stran jinên têkoşînvan mîna Sakîne, Arîn, Bêrîtan, Gulê Selmo, Berta, Şujîn û heta jinên cîhanê ku jiyana xwe ji bo têkoşînê feda kirine digire hundirê xwe. Girêdayî stran û naveroka stranê ji aliyê Enstituya Andrea Wolf ya Akademiya Jineolojî ve daxuyaniyek nivîskî hate parve kirin.

“Ev stran ji bo jinên têkoşer hatiye çêkirin”

Di daxuyaniyê e hate gotin ku bi vê stranê bangawaziya têkoşînê dikin û wiha hate gotin: “Demên ku cih û warên şoreşa jinê erişen nû re rû bi rû ye em weke jinên enternasyonal bi straneke vê heremê bangavaziya tekoşinê dikin. Em vê stranê diyarî hemû jinên ku ji bo jiyana azad li gorî prensîb û xeyalên xwe têdikoşin û dijîn dikin. Tekoşina Gelê Kurd ji bo şoreşgerên cihanê her tim weke dibistana şoreşgeriyê bû. Gelek kes ji bo vê berê xwe dan qadên şoreşê û bi qehremenî şehîd ketin. Jina tekoşinvan Andrea Wolf, Şehîd Ronahî yek jî van bû. Gelek jinên enternasyonalist bi tevlibûyina xwe ji şoreşa Rojavayê Kurdistanê re şopdariya wê kirin. Andrea Wolf bi têkoşîna xwe li çiyayên Kurdistanê, xeyala şoreşa cîhanê ji nû ve afirand. Ev keti bu ferqê ku şoreşa Almanyayê bi şoreşa Kurdistanê ve girêdayî ye. Weke hemû hevalên ku ji bo cîhanek azad têdikoşin û jiyana xwe feda kirine, em jî dixwazin ruhê wan di xebatên xwe de pêş bixin. Rêya xwe ya têkoşîna enternasyonalîst, demokratîk û sosyalist di şopa wan de bidomînin.

“Em li ser rehên kûr ên berxwedana çandî radiwestin”

Di daxuyaniyê de stana Zeriyên şoreşê çima di meha Gulanê de hatiye parvekirin wiha tê ziman: “18’ê Gulana 2022’an sêyemîn salvegera vekirina Enstîtuya Andrea Wolf ya Akademiya Jineolojiyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bû. Di heman demê de 18’ê Gulanê roja şahadeta Hakî Karer û gelek hevalên din ên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane. Ew bûn hilgirê azadiyeke ku ji kokên kûr û kevnar şîn dibin û ji me re digihêjin. Ji berxwedana çandî ya vê civakê hêz digirin û hêzê didin wê. Weke şopdarên wan, em her tim li ser van rehên kûr ên berxwedana çandî radiwestin.”

“Bi vê stranên jinên têkoşer bi bîr tînin”

Di daxuyaniyekê hate gotin ku stana Zêriyên Şoreşê kevneşopiya herêma Koçeretan dide der û wiha hat gotin: “Ji bo bîranîna lehengên xwe em bi strana Hoy Zeriye ku bi eslê xwe straneke kevneşopî ya herêma Koçerat e derdixin pêş. Stranek e ku diyarî hezkirinê Zeriyê hatiye kirin. Ruhê wê stranê bi kokên ku me behs kirî ve girêdayiye. Me jî xwest bi guhertina gotinên stranê, zêriyên şoreşê bi bîr bînin. Her çend em girîngiya parastina orjînalîteya stranên kevneşopî bizanin jî metirsiya pejirandina stranê bi peyvên cihêreng heye. Bi vê armancê em dixwazin îro bi wê stranê li hemberî jinên ku berî me wê rêya tekoşînê vekirine, xwişk, heval û hevalên xwe yên di têkoşîna azadiyê de dilsozî, fedakarî û hezkirina şoreşgerî ragihînin. Ji Sakîne, Arîn û Bêrîtan heta Gulê Selmo, Berta ji Hondurasê, ŞuJîn li Çînê, Ramona ji Chiapasê û heta hemû jinên cîhanê ku jiyana xwe ji bo têkoşîna azadiyê feda kirine em bibîrtînin.”

“Em dest bidin hev ruhê şoreşa jinên belav bikin”

Di dawiya daxuyaniyê de bang li rêxistinên jinan hat kirin ku ji bo parvekirin û ji hev fêr bûnê werin Rojavayê Kurdistanê û wiha bi dawî bû: “Di Enstîtuya Andrea Wolf de em bi parvekirina tecrubeyên jinên ji herêmên cuda yên cîhanê, ji hev du fêrbûn, li ser mijarên Jineolojiyê xebitandin, di ramanê de, di çalakiyê de, di jiyanê de têkoşîna xwe ya hevpar pêşxistin û armanc dikin. Em bang li hemû xwişkan, hevalên jin, rêxistinên jinan dikin ku ji bo parvekirin, ji hev fêr bûn werin vir, Rojava. Em dest bidin hev, ruhê şoreşa jinê belav bikin!”