Roja 446’an: Têkoşîna me ji bo darazek serbixwe ye
Malbata Şenyaşar a têkoşîna xwe ya edaletê didomîne, diyar kir ku têkoşîna wan ji bo serxwebûna darazê ye û got ku dê ji bo vê yekê her tim têbikoşin.
Riha - Nobeta ‘edaletê’ ya Emîne Şenyaşar a ku di 14'ê Hezîrana 2018'an de di encama êrîşa parêzvan û xizmên wekîlê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz de hevjîn û 2 kurên wê hatibûn qetilkirin li gel kurê xwe Ferît Şenyaşar ê ji êrîşê bi birîndarî rizgar bûbû, di 9’ê Adarê de li ber Edliyeya Rihayê dabû destpêkirin, di roja xwe ya 445’emîn de ye.
Malbatê ji ber dawiya hefteyê edliye girtiye, nobetê li mala xwe ya li navçeya Pirsûsa Rihayê didomînin.
Malbatê li ser hesabê xwe yê medyayê bi etîketa “me viya jî dît, ev parvekirin kir: “Darazek ku neserbixwe ye biryara ku bide ne adilane ye. Têkoşîna me ji bo darazek serbixwe ye. Em ê ji bo vê yekê her daîm têbikoşin.”