Sîbel Balaç sewqî Desteya Tenduristiyê hat kirin

Hate hînbûn ku mamoste Sîbel Balaç a rojiya mirinê ya ku bi daxwaza darizandina adil dest pê kiribû, bi daxwaza taloqkirina înfazê rakirin nexweşxaneyê û sewqî nexweşxaneyê hat kirin.

Enqere – Mamoste Sîbel Balaç a li Kolana Yukselê ya Enqereyê beşdarî çalakiya “Ez karê xwe paşve dixwazim” bû û di 10’ê Kanûna 2018’an de hatibû binçavkirin, di 18'ê kanûnê de hat girtin. Sîbel Balaç ku di encama darizandina hat kirin de di 23'ê Adara 2021'an de 8 sal û 15 roj cezayê girtîgehê girt, cezayê wê ji aliyê 3'emîn Daîreya Cezayê ya Dadgeha Bilind ve hat erêkirin.

Dest bi rojiya mirinê kir

Sîbel Balaç di 29'ê kanûna 2021'ê de li Girtîgeha Jinan a Sîncanê ji bo "darizandineke adilane", li dijî binpêkirina mafên girtiyan û serbest berdana girtiyên nexweş dest bi çalakiya rojiya mirinê kir. Parêzera wê Ceren Yilmaz di 6'ê îlonê de îtîraz kir. Sîbel Balaç di 7'ê îlonê roja 265'emîn a rojiya mirinê de sewkî Nexweşxaneya Lêkolînê û Perwerdê ya Yildirim Beyazit a Dişkapi ya Enqerê kirin. 

Ji parêzeran banga berdane

Hate hînbûn ku Sîbel a di dema girtina xwe ya li nexweşxaneyê de di nava 7 rojan de 3 kîloyan winda kir duh piştî nîvro sewqî Desteya Tenduristiyê hat kirin. Parêzerên wê yên ku ji hesabên xwe yên medyaya dîjîtal vîdyoyên Sîbelê weşandine, gotin ku ew der barê biryara Lijneya Tenduristiyê de agahdar nebûne. Parêzeran xwestin Sîbel di demek herî kurt de sewqî Saziya Tipa Edlî (ATK) bê kirin û înfaza wê bê taloqkirin.