Li Beyrûd û Yemenê dû jin hat qetilkirin

Girêdayî polîtîkayên şer ên her ku diçe tê kûrkirin polîtîkayên qetilkirin û tundiya li ser jinan jî bi awayekê pergalî tê kurkirin. Li Beyrûd jinek hat serjêkirin û li Yemenê jî jinek hat qetilkirin.

Navenda Nûçeyan - Di mehên dawî de rêjeya tawanên tundiya nav malbatê bi taybetî li dijî jinan zêde bûye. Di rojekê de du jin yek li paytexta Lubnanê Beyrûdê hat serjêkirin û ya din jî ji aliyê kurê xwe ve li Yemenê hat qetilkirin.

Xelkê devera Tariq El-Cedîda li paytexta Lubnanê, Beyrûdê, di 15’ê Îlonê de, termê jinekê di mala wê de dîtin.

Di eynî rojê de di 15’ê Îlonê de li Yemenê xortekî 20 salî di êvara daweta xwişka xwe de, dayika xwe serjêkir.