Shailin Asadollahi banga piştgiriyê li jinan kir

Lîstikvana Îranî Shailin Asadollahi piştî serbestberdana xwe daxuyaniyek da û got: "Di vê pêvajoyê de ez bang li hemû jinan û gelê xwe dikim ku piştgiriyê bidin min, jin û hunermendên ku weke min rastî van zehmetiyan tên."

Navenda Nûçeyan - Lîstikvana Îranî Shailin Asadollahi  ku di 23ê Mijdarê de li Stenbolê hat binçavkirin û li Navenda Vegerê ya Sîlîvriyê (GGM) tê ragirtin, danê êvarê piştî ku hat berdan li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal daxuyaniyek da.

Shailin Asadollahi  diyar kir ku ji bo ji zehmetiyên li Îranê dûr bikeve û ji bo sivikkirina travmayên civaka serdest a mêr û dij jinê nêzî 3 sal in hatiye Tirkiyeyê û wiha got: “Têkoşîna li dijî desthilatdariya mêr û tundiya li ser jinê têkoşînek berdewam e. Têkoşîna ku dem û mekan digire nava xwe û pêwîste bingeha dîrokî ya berxwedanê were fêhmkirin. Di van demên dawî de ji aliyê mêrek ku wek hunermend û xwendekarekî Îranî xuya dike rastî tacîz, tundî û êrîşa fîzîkî hatim."

'Ez weke mexdûrê tacîz û tundiyê hatim binçavkirin'
Shailin Asadollahi  jî diyar kir ku ji bo edaletê bigere û zirarê nebîne serî li polîsên Tirk da û wiha got: " Mixabin di vê pêvajoyê de ligel êrîşkar ez jî wek mexdûrê tacîz û tundiyê hatim binçavkirin, li ser giliya wî ez jî hatim binçavkirin beriya bê lêkolînkirin ka ez bêguneh im yan ne gotin ku ez ê sirgûnî Îranê bibim. Daxuyaniyê bi van gotinan berdewam kir:

“Vegera min a bi zorê dikare ji bo min û malbata min bibe xeterek mezin. Zilm û çewisandina jinan ji ber wê yekê girîng e ku mêrên Îranî ne tenê lawaziyên qanûn û avahiyên baviksalarî li dijî jinan îstismar dikin, belkî têgeh û reftarên despotîk û serdestiya mêr derdixin cihên din..” 

"Ew di her sîstemekê de ji hemû pêkhateyên jinperest û baviksalarî sûdê werdigirin, jiyan û ewlehiya jin û malbatên wan dibe aliyê herî kêm yê hebûna wan. Bang li hemû çalakvan û kesayetên dildar ên di warê mafên jinan, edalet û mafên mirovan de dixebitin. Ji bo ku ez bi zorê venegerim Îranê 'Ez Shailin Asadollahi  di vê pêvajoyê de bang li hemû jinan û gelan dikim ku piştgiriyê bidin min, jin û hunermendên ku weke min rastî van zehmetiyan tên.'”

Çi bibû?

Lîstikvana şano û sînemayê Shailin Asadollahi  li ser hesabê xwe yê medyaya dijîtal ragihand ku di 23’ê Mijdarê de li Stenbolê hatiye binçavkirin. Di kurte vîdyoya ku wê parve kir de, Shailin Asadollahi got ku kesek ku berê pê re nîqaş kiriye û gilî kiriye, ji ber ku ew kes gilî li wê kiriye hatiye binçavkirin.

Di medyaya dijîtal de ji bo serbestberdana Shailin Asadollahi, femînîst û sînemagerên Tirk bang li rayedaran kirin ku ji bo rêgirtina şandina lîstikvan Îranê însiyatîfê bigirin. Ji ber nasnameya wê  ya siyasî jiyana lîstikvan li Îranê di bin metirsiyê de ye.