Li Dirbêsiyê ji ber êrîşên Dewleta Tirk 4 kes birîndar bûn

Dewleta Tirk li ser sînorên navçeya Dirbêsiyê ya girêdayê kantona Hesekê sîvîlan gulebaran kir. Di encama êrîşê de zarokek jî di nav de 4 lkes bîrîndar bûn.

Navenda Nûçeyan-Li gor ajansa ANHA’yê dewleta Tirk li ser sînor bi guleyan êrîş bir ser navçeya Dirbêsiyê ya girêdayî kantona Hesekê. Li gor agahiyên hatine bi dest xistin di êrîşê de zarokek jî di nav de 4 welatî birîndar bûne. Birîndar ji bo nexweşxaneyên navçeyê hatin veguhestin. 

Navên  birîndaran wiha ne: Lorîn Remedan Kalo (29), Nesrîn Mihemed Ezîz (9), Mihemed Lûey Tewfîq (18), Dawud Hisên Mistefa (30)  Nesrîn Mihemed Ezîz ji ber birîna wê giran e wê rakirin nexweşxaneyên bajarê Hesekê.