‘Sêşema na ji darvekirinê re’: Îran 283 kesan darve kir
Kampanyaya “Sêşema na ji darvekirinê re” ji ber zêdebûna hejmara darvekirinên li Îranê li 54 girtîgehan belav bû. Di nava mehek de 283 bûyerên darvekirinê hatin qeydkirin û ev hejmar di salên dawî de, weke hejmara herî zêde ket qeydan.
Navenda Nûçeyan – Di daxuyaniya ku ji aliyê beşdarên kampanyayê ve hat dayîn de, hat diyarkirin ku bi cezayên darvekirinê armanc tirsandin û bêdengkirina kesên azadîxwaz e. Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ku 46 sal in rejîma otorîter gel di bin zextê de digre, cezayê darvekirinê weke rêbaza rêvebirinê bi kar tîne.
Kampanyaya ku 28’ê Cotmehê ket hefteya 92’yemîn, bi tevlîna girtiyên li Girtîgeha Tîreçe ya li Buruçerd û Girtîgeha Îlamê re hejmara girtîgeyên tevlî kampanyayê bûne bû 54.
Hejmara kesên di mehek de hatin bidarvekirin di salên dawî de hejmara herî zêde ye
Di daxuyaniya ku ji aliyê beşdaran ve hat weşandin de wiha hat gotin:
“Di hefteya 92’yemîn a kampanyanyayê e, tenê di nava mehek de ji aliyê rayedaran ve 283 bûyerên darvekirinê hatin qeydkirin. Vê hejmarê weke lekeyek reş li sicîla reş a îranê zêde bû.”
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku hejmara vê mehê di salên dawî de ya herî zêde û hat ragihandin ku di vê mehê de heft mehkûmên siyasî, heft jin û du zarok hatine bidarvekirin.
Li gorî daxuyaniyê, ji roja Sêşema borî ve heta niha, 59 bûyerên darvekirinê hatine qeydkirin; du ji wan jin bûne. Di heman demê de biryarên darvekirinê hatine dayîn û erêkirin. Di navbera vana de, girtiyê siyasî Kavus Abdullahzade, Zehra Taberê ya li Girtîgeha Reşdê ya li Lakanê , Menûşehr Felah û Îhsan Ferîdî jî hene.
‘Rejîm 46 sal in li ser gendelî û talankirina mal û milkên gel hebûna xwe didomîne’
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku rayedarên Girtîgeha Evînê û hêzên ewlehiyê xwestine girtî Îhsan Avaraştî ji bo darvekirinê derxin derve lê rastî berxwedana girtiyên din hatine û bal hat kişandin ku Îhsan Avaraştî bi cezayê darvekirinê re rûbirû ye û wiha hat gotin: “Bi van cezayên bê rehm, hewl didin di civakê de tirsê biafirînin û dengê kesên azadîxwaz bibirin. Rêveberiya ku 46 sal in li ser gendelî û talankirina mal û milkên gel ava bûye û hebûna xwe didomîne, welat ber bi mirin û hilweşînê ve bir. Darvekirinê ji xwe re kiriye rêbazeke ji bo mayîna li ser desthilatdariyê.”
Her wiha hat diyarkirin ku tevî hemû zextan jî gelê Îranê berxwedana xwe didomîne û hat gotin ku bi tevlîbûna girtîgehên li Tîreçe û Îlamê re dengê berxwedêran ji pişt dîwaran gihîştiye cîhanê û hat destnîşankirin ku malbatên girtiyan ên cezayê darvekirinê li wan hatiye birîn jî li pêşiya meclîsê dirûşmên “Ji darvekirinê re na!” avêtine û çalakî li dar xistine.
‘Tu hêz nikare agirê ji bo azadî û mafê jiyanê geş bûye vemirîne’
Beşdaran diyar kir ku rejîmên otorîter darvekirinê ji bo berdewamiya rejîma xwe bi kar tînin, û gotin ku tu hinceta siyasî û olî kuştina mirovan meşrû nake û wiha gotin: “Her darvekirin, birîneke kûr li bedena civakê vedike. Nîşaneya têkçûna rûmeta mirovahî û edaletê ye..”
Di dawiya belavokê de hat xwestin ku tavilê cezayên darvekirinê werin rawestandin, hemû biryarên darvekirinê werin betalkirin û destûr were dayîn ku saziyên navneteweyî bê şert biçin girtîgehên Îranê, serdana girtiyan bikin. Her wiha hat ragihandin ku girtiyên li 54 girtîgehên ku tevlî kampanyayê bûne dê ji roja 28’ê Cotmehê ve dest bi greva birçîbûnê bikin.
Girtîgehên ku tevlî kampanyayê bûne ev in:
Girtîgeha Evîn (Beşa 6 û Beşa 7), Girtîgeha Qezlî Hsar (Yekîneyên 2, 3 û 4), Girtîgeha Navendî ya Kerecê, Girtîgeha Ferdîs, Girtîgeha Tehrana Mezin a Kerecê, Girtîgeha Qerçax, Girtîgeha Xorîn Varamîn, Girtîgeha Çobîndar Qezvîn, Girtîgeha Ehar, Girtîgeha Arak, Girtîgeha Langrûd, Girtîgeha Qumê, Girtîgeha Xuremabad, Girtîgeha Yasuc, Girtîgeha Esedabad, Girtîgeha Îsfehan, Girtîgeha Destgerd, Girtîgeha Îsfehan, Girtîgeha Şeyban, Girtîgeha Ehwaz Sepîdar (Beşên Mêr û Jinan), Girtîgeha Nezam, Girtîgeha Şîraz Adelabad, Şîraz (Beşên Mêr û Jinan), Girtîgeha Fîrûzabad, Fars, Girtîgeha Dehdeşt, Girtîgeha Zahedan (Beşên Jinan), Girtîgeha Borazcan, Girtîgeha Ramhormoz, Girtîgeha Behbehan, Girtîgeha Bam, Girtîgeha Yezd, Girtîgeha Kehnuc, Girtîgeha Tebas, Girtîgeha Meşhedê, Girtîgeha Sabzevar, Girtîgeha Gonbad-Kavoos, Girtîgeha Qaemşehr, Girtîgeha Reşt, Girtîgeha Rûdser, Girtîgeha Hewîq Talêş, Girtîgeha Ezbarm, Lahican, Girtîgeha Dieselabad, Kirmaşan, Girtîgeha Erdebîl, Girtîgeha Tebrîz, Girtîgeha Urmiye, Girtîgeha Selmas, Girtîgeha Xoyê, Girtîgeha Neqede, Girtîgeha Bûqez, Girtîgeha Neqede, Girtîgeha Bûqez, Mian Girtîgeha Bane, Merîwan, Senendaj, Kamyaran, Tirçê Block, Borûcerd û Girtîgeha Îlamê.