Îran zextê li ser jinan didomîne: Jin serî natewînin
Li Îranê bedena jinan, ji kêliya destpêkê ya nasnameya zayendî ve, rastî rabazên desthilatdariyê hatiye. Yek ji mînakên herî şênber ên vê yekê ji bo zarokên keç qedexekirina siwarbûna biskilêtê ye.
ŞÎLAN SEQIZÎ
Li gelek herêmên Îranê zarokên keç, ne tenê rastî gelek cerebayan tên yek jê jî kontrola sistematik e. Ji salên destpêkê yên zarokatiyê ve, bedena zarokên keç, li gorî normên çandî, olî û siyasî ve tê kontrolkirin. Ji qedexekirina siwarbûna bisikletê, zora lixwekirina cilan û heta tepisandina kene wan... Ev ketin, ne ji bo nîqaşkirina pirsgirêkê di aliyê exlaqî de, ev pêkanînên desthilatdariyê ku bedena jinan ji destpêkê ve çawa hatiye teşedayîn û her dem di bin çavdêriyê de girtin nîşan dide.
Ev nivîs, polîtîkayên zanabûnê li dijî bedena jinan û tevgerên wan lêkolîn dike, ji qedexeya siwarbûna bisiklet û mototsikletê, ji zarokatiyê ve bedena jinên vegerandine qadeke kontrolkirinê, ev qedexeyên rojane tên dîtin, ji bo jinan ‘jiyana serîtewandî’ parçeyeke pargale berfireh derdixe holê.
Qedexeya bisikletê
Di komara Îslamê ya Îranê de bedena jinan, di kêliya avabûna nasnameya zayendî de veguheriye amûrên desthilatdariyê. Yek ji mînaka vê yekê ya herî diyar, qedexekirina biskilêtê ji bo zarokên keç e. Di dîtinê de her çendî ev qedexe weke pirsgirêkeke çandî yan jî olî were pêşkêşkirin jî di rastiyê de destdanîna ser bedena jinan û mekanîzmaya kontrolakirina tevgerê ye. Hema bibêje bisiklet, ne tenê werzîşek an jî hobiyek e. Sembola tevgera serbixwe ye.
Ev jî tam tişta ku dewleta serdest û pergala mêrsalar tehemul nake ye. Ji ber vê yekê, zarokên keç di temenê biçûk de ne tenê di tevgerên fîzîkî de, di heman demê de bi peyameke sembolî jî tên sînordarkirin. Dibêjin; ‘bedena te ne aydî te ye, di kontrola me de ye.’ Ev kontrolkirin tenê bi bisikletê re ne sînordar e. Li qadên werzîşê zoriya hîcabê li jinan tê kirin, çavdêriya zayenda civakê, dûrxistina jinan ji stadyûman û cudakariya zayendî. Ev hemû parçeyek ji endezyariya desthilatdariyê ye jinan ji qadên civakî dûr dixe. Di vî alî de bisiklet ne amûrek e, meteforeke mafê tevgerê, hilbijartin û hebûnê ye. Ji ber vê yekê zarokên keç ji vê bêpar tên hiştin.
Endezyariya îtaetê
Qedexeyên ji bo tevgerên jinan, bi taybetî li herêmên gundewar, ne tenê astengiyên fîzîkî ne, hewldanek sîstematîk ji bo ‘jiyana îtaetkar’ hatiye avakirin e. Qedexeya bikaranîna bisîklet an jî motosîkletê, an jî nedayîna ajoname, ne tenê sînordarkirina azadiya tevegerê ye, di heman demê de tepisandina azadiya fikir, hilberandina ji nû ve ya desthilatdariya li ser bingeha zanenda civakê ye.
Ev qedexe hinek caran zagonên olî, hinek caran bi awayê kevneşopiyên malbatê tên dîtin lê belê hemû heman karî dikin ku bedena jinan kedî bikin.
Zarokên keç ku bi gotina nebeze, xwe hilnaavêje û li bisîkletê siwar nebe, hatine mezinkirin, dema mezin dibin, di nava rêkûpêkiya mêrsalariyê de, kok didin, vediguherin jinên ku îtîraz nakin û sînorê xwe derbas nakin. Ev mekanîzma, di çalakiyên herî biçûk ên rojane de jî dixebite. Wekî lixwekirina pantolon, xwe bi bisikletê girtin, siwarbûna motosikletê, xwe li dewreya ajotinê nivîsîn... Bedena jinan di vê xalê de dibe qada pevçûnê ya hêzên siyasî, olî, neteweyî, xwecihî û modern û kevneşop.
Serhildana dawî
Li Îranê krîza dawî ya hîcabê, ne destpêka vê têkoşînê bû, sembola dahûrandinê ye. Berê li bajarên kenar û di bajarokên bêdeng de, bi salan bêyî werin dîtin jiyan. Jiyana di bin kontrolê de, ne îstîsna ye, li navenda rejîma zayenda civakî ya li Îranê ye. Ji bo tevgerên jinan her dem, destûr, şopandin û gef pêwist dike. Bi riya van qedexeyan îtaet tê hilberîn û careke din tê hilberandin. Di nava vê pergalê de bedena jinan, di kontrola dewlet, ol û malbatê de ye. Biryarên ku weke şexsî û kevneşop tên dîtin, berhema şerm, ceza, xizanî û tehekuma ku bi biçûkxistina dîrokî tê bikaranîn e. Zarokek keç ku destûr nayê dayîn bisikletê bajon, ne tenê ji amûra xwegihandinê, di heman demê de ji mafê xwedîbûna bedene, qada wê tevgera wê bêpar dihêle. Ev bêparî, hêza xeyal, azadî û tayînkirina îradeya xwe ditepesîne, pêşeroja wê berê hatiye teşedayîn. Êdî ew keç wê tenê bibe keçek ku li bendê dimîne, sebir bike û serê xwe bitewîne.
Anatomiya qedexeyan
Qedexekirina siwarbûna jinan li motosikletê berhema heman zîhniyetê ye. Tevî motosiklet li gelek herêmên gundewar amûra xwegihandinê ye, pergala teokratîk a dewletê ya li Îranê jinan ji vê amûrê bêpar dihêle. Ev qedexe jinan ne tenê ji qadên civakî dûr dixe, tê wateya ku wan ji perwerde, xebat û beşdariya çalakiyên sivîl dûr bixin. Dewlet bi bedenan jinan bi vî awayî dilîze. Ne rasterast bi tundiya di bin navê ‘kevneşopî’ û ‘olê’ de bi qedexeyên ku rewa dike. Bi demê re jin fêrî van qedexeyan dibin û normal dikin. Ev qedexe ne îstîsna ne, parçeyeke polîtîkayên tehekuma li ser jinan e.
Lîstikên li ser bedena jinê
Îmaja weke ‘jina baş’, ‘jina oldar’ û ‘jina bi namûs’ her dem li ser van qedexeyên tevger û zextên bedenî tê hilberandin.Li aliyê din, jinên ji beşên gundewar, koçber an jî xizan, di nava vê pergalê de du qat rastî zextê tên. Ne ji ber ku nayên dîtin, ji ber ji mafê xwe werin dîtin bêpar hatine hiştin. Ger azadiya tevgerê yek ji xwespartina bingehîn a hebûna mirov be, polîtîkayên ku bedena jinan ji vê bêpar dihêle, ne tenê mêrsalar, di heman demê de kedxwar e. Ji ber kedxwarin her dem bi serweriya li ser xakê destpê dike, li vê derê jî ew xak bedena jinê ye. Li bajarên navend ên wek Tahran, Esfehan û Meşhedê, jinên ji bo ajonameya motosikletê serlêdan kirin bi mehan li bendê tên hiştin.
Tevî ku qedexeyek zagonî nîn e, sazî û îdarî dayîna van ajonameyan red dikin. Ev mînak bi têgînên weke şerm, guncaw û di berjewendiyên civakê de, ji bo astengkirina tevgerên jinan çawa kirine amûr nîşan didin. Ev azadî ne fizîkî ye, di heman demê de mafeke siyasî ye.
Polîtîkayên dewletê yên li hemberî jinan
Jina ku di qada civakî de tevger neke, beşdarî jiyana civakî, aborî û çandî nebe. Ev jî ji polîtîkayên wan dixin malê, bêdeng dikin û heps dikin pêk tê. Qedexeyên wek ajotina bisikletê, cil wergirtin û bikaranîna motosikletê, ne tenê qedexeyên asan ên çandî û olî ne. Ev di rejîma mêrsalar a olî de amûra siyasî ya hilberandina bedena îtaatkar e. Ev qedexe, di bedena jinan de hê ji zarokatiyê ve tîne halê şopandin, sûcdarî û pasîfbûnê. Bi vî wayî jin ne weke kirdeyek aktîf, tîne halê hebûnek veşartî di parastinê de dijî. Li herêmên gundewar, ev kontrol duqat dibe. Bi riya dewlet, kevneşop, malbat, ol û zagonê zextê li ser jinan pêk tîne. Di vî alî de tevgernekirina jinan, dengderxistin, der barê cil wergirtinê de jî vedigerîne serhildanek teşebusî û ditepesîne.
Kombûnek jinan a tevegre neke neyê dîtin û bêdengkirin
Êdî mafê tevgerê ne daxwazek kesî ye, li dijî pergala ku bedena jinan dike amûr berxwedanek siyasî ye. Cih û hebûna jinan di civaka hatiye tepisandin de, li Îranê parçeyek ji şerê demdirêj e. Pevçûna di navbera kevneşopî, ol û desthilatdariyê de ye. Ev hêz, hewl didin serweriya xwe ya li ser jiyana civakî ya jinan biparêzin lê jinan bi saya têkoşîna bi salan, li ber vê esaretê serî netewandiye. Serhildana dawî ya gel, lûtkeya vê têkoşînê temsîl dike. Di hemû nirxên kevneşop û paşverû de hilweşînek çêkiriye. Hebûna nû ya jinan di civakê de êdî ne tenê mafên jinan, pêkanîna mafên mirovan ê bingehîn ku bedelên wê giran bûye. Vê carê êdî jin serî natewînin.