Sendîkayên li Suweydayê têkiliyên xwe bi sendîkayên Şamê re qut kirin

Hinek sendîkayên pîşeyî û sivîl ên Suweydayê, ji ber “komkujiyên li dijî sivîlan” ya di demên de li bajêr tên jiyîn, têkiliyên xwe bi sendîkayên navendî yên Şamê re qut kirin û ragihandin ku meclîsên wan îstîfa kiriye.

Navenda Nûçeyan – Li gorî çavkaniyên xwecihî, hejmarek sendîkayên pîşeyî û sivîl ên Suweydayê li dijî komkujiyên hatine kirin, têkiliyên xwe bi sendîkayên navendî yên li Şamê re qut kirin.

Sendîkaya Parêzeran a Suweydayê der barê vê helwesta de daxuyaniyek weşand. Di daxuyaniyê de diyar kir ku ji bo şermezarkriina "sûcên qirkirinê û sûcên dermirovî" ku komên alîgir û çekdarên girêdayî rêveberiya demkî ya li dijî xelkê Suweydayê kirine, têkiliyên bi Şamê re qut kirin.

Girêdayî mijarê, Sendîkaya Endazyaran xebatkarên xwe yên di êrişên de jiyana xwe ji dest dane bi bîr anîn û ew yek bi "sûcekî kirêt " bi nav kir. Sendîkayê diyar kir ku armanca ji wan êrişan şikandina vîna xelkê El Cebel û têkbirina mozaîka wê ya sivîl e. Sendîkayê ragihand ku hevkariya xwe bi rêveberiya demkî ya Sûriyeyê rawestandiye û daxwaza desthilateke niştîmanî ku temsîla vîna gelê Sûriyeyê bike, kir.

Li kêlek wê jî Sendîkaya Endazyarên Çandiniyê ragihand ku 3 endamên wê di êrişan de jiyana xwe ji dest dane, bi bîr anîn û ev êriş bi "Barbarî û piştgiriya desthilata teror" bi nav kir.

Sendîkaya Bijîşkên Beyterî jî, diyar kir ku tiştê li Suweydayê diqewime "sûcekî dermirovî" ye, bi hinceta mezhebî desthilat li dijî sivîlan dike.

Sendîkaya Mamosteyan jî yekser rêveberiya demkî ya Sûriyeyê berpirsiyariya van komkujiyan dît û diyar kir ku ew pabendî peyama xwendinê ye û artêşkirin û bangên tundraw red dike.