Jinên ji êlên Ereb: Li dijî pêkhateyên Sûriyeyê planek qirêj tê meşandin

Jinên ji êlên Ereb, Begara, Cês û Şerabî tekez kirin ku rêveberiya demkî ya Şamê HTŞ’a cîhadîst bi navê eşîran hewl dide şerekî navxweyî li tevahî Sûriyeyê derxe û gotin: “Li dijî pêkhateyên Sûriyeyê planek qirêj tê meşandin.”

RONÎDA HACÎ

Hesekê – Rêveberiya demkî ya Şamê HTŞ’a cîhadîst li dijî gelên Sûriyeyê komkujiyan didomîne. Beriya demekê li dijî xelkên peravên Sûriyeyê siyaseteke qirkirin û îmhakirinê da meşandin îro jî li Suweydayê bi zihniyetek hişt di bin navê êlên Ereb de êrîş dike û komkujiyan li ser gelê Suweydayê didomîne. Di aliyekî din de li ser medyaya dîjîtal zimanê nefretê bi pêş dixe û hewl dide tevlihevî û şerekî navxweyî geş bike. Têkildarî vê mijarê jinên ji êlên Ereb bi riya ajansa me kiryarên ku di bin navê Êlên Ereb de tên kirin şermezar kirin û tekez kirin ku ev kiryar planekê qirêj a li dijî pêkhateyên Sûriyeyê ye.

‘Dixwazin berjewendiyên xwe bi navê êlên Ereban pêk bînin’

Rexed Xelîl ku ji eşîra Cês e tekez kir ku li dijî siyasetên tevlihevî û şerê navxweyî, hevgirtina pêkhateyan pir girîng e û wiha axaftina xwe berdewam kir: “Siyasetên ku tên meşandin qirêj in neteweyan li dijî hev didin şerkirin û armancên xwe bi riya pêkanîna şerê navxweyî pêk tînin. Çawa ku rejîma Baasê di sala 2006’an de bû sedem ku gelê Kurd û Ereb şer bikin îro ev yek li Suweydayê dubare dikin. Em û xelkên Suweydayê bi hev re dijîn îro bi navê êlên Ereb êrîşî wan dikin ev xeteriyek pir mezin e û pêwistî bi hişyarkirinê heye. Em li pişta gelê Suweydayê ne û qebûl nakin ku Durzî yan Elewî, Xirîstiyan û Kurd rastî komkujiyan werin. Beriya ku em bibêjin em pêkhateyên Ereb in em mirov in.”

‘Em piştgirî didin gelê Suweydayê’

Rîm Mihemed ku ji eşîra Begara ye da zanîn ku li Suweydayê jin û zarok tên kuştin, êlên Ereb xwedî pîvan û exlaq in, ev kiryarên ku li dijî Suweydayê tên kirin nayên qebûlkirin û wiha got: “Em piştgirî didin xelkên Suweydayê û komkujiyên ku li ser jin, zarok, kal û pîran çêdibin şermezar dikin. HTŞ dixwaze kiryarên xwe yên qirêj bi navê êlên Ereb pêk bîne. Em vê yekê qebûl nakin em ji berê ve bi hev re dijîn û piştgirî didin hev.”

‘Em ê xwe bixwe pirsgirêkên xwe çareser bikin’

Fadiya Faris ku ji eşîra Şerabiya ye da zanîn ku êlên Ereb qirkirin û destdirêjiya îro li Suweydayê pêk tê qebûl nakin û wiha anî ziman: “Êlên Ereb xwedî pîvan û exlaq in, kiryarên dijmirovî ku îro HTŞ pêk tîne red dikin. Jin gere piştgiriyê bidin hev em weke jinên Êlên Ereb piştgirî didin wan û bizanibin ku ev tevliheviyek dixwazin di riya wê de me ji hev qut bikin û berjewendiyên xwe pêk bînin. Pêvajoya ku Sûriye tê de derbas dibe pêvajoyeke hesas e û pêwisitiya wê bi hevgirtin û yekîtiya pêkhateyan heye. Ev şoreş şoreşa hemû gelan e gere em em xwedî li şoreşê derkevin. Şerê navxweyî û tevliheviyên ku derdikvin bi armanca perçekirinê ne.”

‘Pêkanîna peyama Ocalan riya çareseriyê ye’

Fadiya di berdewama axaftina xwe de wiha anî ziman: “Çareseriya Sûriyeyê bi diyalogê ye, gere hemû nûnerên pêkhateyan amade bin û mafên xwe di destûra Sûriyeyê de misoger bikin. Çareserî ji bo civakê ew e ku bi riya perwerdeyan xwe zana bike bi ramanê Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan xwe kûr bike. Bi taybetî divê pirtûkên Rêber Ocalan werin xwendin û pêkanîn. Manîfestoya Aşîtî û Civaka Demokratîk ji bo avêtina gavên girîn çareserî ye. Di manefestoyê de behsa ol, bawerî, hebûna pêkhateyan tê kirin. Şerê ku di dîrokê de qewmîn û bi taybetî li ser demokrasiyê ku çawa em weke pêkhate bi hev re li ser bingeha jiyana komînal bijîn gelek xal hatine destnîşankirin. Rêbertî çima girîngî dide sîstema ne navendî bi armanca ku her neteweyek mafên xwe misoger bike. Ji bo her netew xwedî nasname û hebûn be lewma pêwistiya Sûriyeyê bi pêkanîna peyama Ocalan heye.”