Jin û zarokên Xezayê bi xela û birçîbûnê re rû bi rû ne
Di nava dorpêça dijwar û hilweşîna pergala tenduristiyê de, kêmbûna xurekê ya li Xezayê bi rêjeyek metirsîdar belav dibe û jiyana bi hezaran zarok û jinan dixe bin gefê.

NEXEM KERACÊ
Xeza – Xeza yek ji qeyranên kêm xurek ên herî xirab a li cîhanê dijî. Ev qeyran di nav jin û zarokan de encama dorpêça dijwar û domandina şer, belav dibe. Xurek wek çekek li dijî zêdetirî 2 milyon kes tê bikaranîn. Ev jî di nava hilweşîna pergala tendrustiyê de li herêmê zêde dibe. Li gorî raporên navneteweyî, xurek jiyana bi hezaran kesan di nava xeteriyê de rû bi rû dihêle.
'Em nikarin ji zarokên xwe re xwarinek amade bikin'
Rawya Halas ya dayîka 8 zarokan e, ev zêdetirî 9 meh in ji warê xwe koç bûye û hewil dide di bin konekî de bê nan û av bijî. Hevjînê wê di meha Nîsana îsal de ji bo ku xwarinê ji zarokên xwe re peyda bike hate hedef girtin û jiyana xwe ji dest da. Gelek caran ji ber êrîş û şer koçber bûne û herî dawî jî li kampa rojavayê bajer bi cih bûne. Rawya Halas wiha dibêje: "Zarokên min ji bo ku darek an tiştên neylon kom bikin jiyana xwe dixin xeterê. Ez jî gelek caran derdikevim ku tiştekî peyda bikim da ku xwarinê amade bikim. Ez piranî caran tiştekî nabînim û vala vedigerim malê. Gelo dibe ku jinek bi vê temenê nikaribe xwarinekê ji zarokên xwe re amade bike û pêdîviyên wan pêk bîne? Nebûna xurekê jiyana zarokê min dixe min xeteriyê û ez nikarim tiştekî bikim."
Zarok bi xelayê re rû bi rû ne
Pisporê xwarinê ya li Nexweşxaneya Dostên Nexweşan Hîba Totah ya rewşa nexweşên ku ji ber birçîbûn û kêmbûna xurekê têk diçin dişopîne, wiha dibêje: "Em rojane herî kêm 5 zarokan di beşa lezgin de pêşwazî dikin, ev nexweşî jî ji ber kêmbûna xwarinê, birçîbûnê û girtina deriyên sînor belav bûye. Trajedî ev e ku kêmbûna xurekê ne tenê bi zarokên ji salekê mezintir ve sînordar e, heta bi pitikên di bin şeş mehan de jî re sînordar e. Ji ber nebûna şîrê formulê ji lawazbûna giran û kêmbûna avê, dayîk jî ji kêmbûna xwarinê êşê dikişînin û nikarin şîr bidin. Nexweşiyên wek zikçûyîn, vereşîn û enfeksiyonên çermê belav dibin. Ev jî encama birçîbûn û nebûna jîngehek saxlem e. Di nava vê mehê de 85 bûyerên kêmbûna xurekê di nav pitîkan de hate tomar kirin ku 3 ji wan jiyana xwe ji dest dan. Bila rê vebibin û alîkarî bigihînin zarokan."
'71 hezar zarok bi xeteriya kêmxwarinê re rû bi rû ne’
Li gorî raporên Neteweyên Yekbûyî û Rêxistina Tendrustiyê ya Cîhanê, li Zîvala Xezayê birçîbûn bi awayekî pergalî û xeternak pêk tê. Her meh bi hezaran rewşên krîtîk tên tomar kirin. Li gorî raporek ku ji hêla Komîteya Navneteweyî ya Xaça Sor (ICRC) ve di Hezîrana 2025'an de hatî weşandin, li Xezayê 71 hezar zarokên di bin temana pênc salî de di bin xetereya kêmxwarineke akût de ne, di nav wan de zêdetirî 14 hezar rewşên giran hene û 17 hezar jinên ducanî an şîr dide ku hewceyê xurekê dermankirinê ya lezgîn in.
'Xelaya bi destê mirovan hatiye çêkirin'
Her wiha Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê diyar dike ku di mehên dawî de di demekê ku tesîsên tenduristiyê û navendên dermankirinê kêm de herî kêm 21 zarok ji ber kêmbûna xurekê jiyana xwe ji dest dane. Rêxistinên navneteweyî, tiştên tên jiyîn wek "Xelaya bi destê mirovan hatine çêkirin” bi nav dikin û hemû nîşane diyar dikin ku dorpêçkirin sedema rasterast a astengkirina hatina alîkariyên mirovî ye.