Sedema binçavkirina jinan xebatên wan a salên 2011-2022’an e!

Parêzer Gulan Çagin Kalelî ku diyar kir 20 jin bi sedema konferansên jinan ên di navbera salên 2011-2022'an de hatine lidarxistin hatine binçavkirin, da zanîn ku der barê êşkenceyên li jinan tên kirin de serlêdana sûc bikin.

Amed – Di çarçoveya lêpirsîna ku ji aliyê Enqereyê ve li dijî aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) yê hatiye destpêkirin de, di serdegirtinên malan ya li bajarên cuda de 20 jin hatin binçavkirin. Hate hînbûn ku jinên birine Enqereyê 36 saetan bê av hatine hiştin û nikarin pêdiviyên xwe yên bingehîn dabîn bikin û hat diyarkirin ku ji jinên hatine binçavkirin Fîgen Ektî jî ji ber ku kelepçeya berevajî qebûl nekir rastî eşkenceyê hatiye. Jinên ku duh li emniyetê mafê xwe ya bêdengiyê bi kar anîn, dê îro derkevin pêşberî dozgeriyê.

20 jin di bin çavan de tên girtin

20 jinên ku li Amed, Stenbol, Îzmîr, Mûş, Agirî, Dîlok û Sertê hatin binçavkirin, heta anîn Enqereyê di nava wesayîtê de bi kelepçe hatin rawestandin. Di nava agahiyên hatine girtin de cih digre ku jinên li Amedê hatine girtin di nava wesayîtê de 9 saetan hatine rawestandin û li Enqereyê ji aliyê polîsên ku wan girtine rastî heqaret û gefên hatine. Parêzerên jinên ku di pêvajoya binçavkirinê de rastî gelek eşkenceyan hatin, dê der barê pêvajoya tê jiyîn de serlêdana sûc bikin. Ji parêzerên dosyayê Gulan Çagin Kalelî diyar kir ku jinan di dosyaya ku hêj biryara nepenîtiyê didome de, bi hinceta sûcdariya "rêveberiya rêxistinê " û "li ser navê rêxistinê çalakî pêkanîn " hatine binçavkirin.

“Xebatên jinan ên di navbera 2011 û 2022’an de hincet tê nîşandan”

Gulan Çagin Kalelî, diyar kir ku agahiyên bitendurist ên der barê dosyayê de di çarçoveya îfadeyên dozgeriyê de bigihêjin û got ku jinan bi hincetên nîşandana xebatên diyar ên jinan ên di navbera salên 2011-2022'an de hatine binçavkirin. Gulan Çagin Kalelî der barê mijarê de wiha axivî:

“Konferans û çalakiyên TJA û KJA’yê hatine pêkanîn, wek hêmanê sûc hatiye dîtin. Tê gotin ku qeydên stasyona Baz û HTS’ê hene. Pereyê ku du heval ji hev re dişînin jî wekî fealiyetek rêxistinî tê şîrovekirin. Ji bilî vê, şahidek veşartî yê bi navê Ulaş û Merdan Rûştû Ovalîoglû ku hemû kes di doza Kobanê de wan nas dike. Em dibînin ku îfadeyên van kesan di dosyayê de cih digre. Tevahiya lêpirsînê di destê me de nîne. Soruşturmanın bir bütüne haiz değiliz. Em li ser tevahiya lêpirsînê ne haydar in. Bi derxistina jinan a ji dozgeriyê re em ê jî bigihin agahiyên hin bitendurist.”

'Jinan di tevahiya pêvajoya binçavkirinê de rastî îşkenceyê hatin'

Gulan Çagin Kalelî diyar kir jinên ku li bajarên cuda hatin binçavkirin heta anîne Enqereyê rastî eşkence û muameleya xerab hatine û balkişand ku eşkenceya tê meşandin di demên dawî de rewşekî bipergalî girtiye. Gulan Çagîn Kalelî diyar kir 36 seatan av nedane jinên ku hatine binçavkirin û anî ziman ku jinên nexweşên gurçik û penceşêrê di vê pêvajoyê de rewşeke ku li dijî rûmeta mirovahiyê re rû bi rû mane.

Gulan Çagin Kalelî di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Em hîn bûn ku Fîgen Ektî ya li dijî kelepçeya berevajî derketiye ji aliyê 4 polîsan ve rastî tundiyê hatiye, porê wê hatiye kişandin û 2 polîs jî li ser lingên wê rûniştine. Fîgen Ektî porê xwe yên hatine kaşkirin da me û em jî serlêdana sûc bikin, serî dozgeriyê bidin.”

‘Tê xwestin hevditînên dervayî tomarkirî, bi gefxwarinê bên kirin'

Gulan Çagin Kalelî diyar kir der barê eşkenceyên hatine kirin de serlêdana sûc bikin û wiha axivî: “Demek dirêj di wesayîtê de sekinandina hemû jinên hatine anîn, rêyek direj anîn û divê rêya dirêj de nepêkanîna pêdiviyan tevgerek li dijî rûmeta mirovahiyê ye. Em behsa rêze binpêkirinên ku dê di çarçoveya xala 3 ya Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê de werin lêkolîn dikin. Helbet em ê dev ji belgekirina van û pêkanîna serlêdanên wan bernedin. Ji hemû jinên dibin çavande pratîkek neçarkirina îfadeya bêtomarkirî tê nîşanda. Hêza ewlehiyê hewil dide van pekanînan bi gotinên wekî ‘Hûn ê derbikevin hevdîtina parêzer’ an jî ‘ger hûn neyên hûne nikarin mafê xwe yê parêzerî bikarbînin’li dijî kesên binçavan Em ê der barê wan de serlêdanên xwe yên sûc bikin."