Ji RAWA'yê Salma Ravî: Riya rizgariya ji emperyalîzmê rêxistinbûn e

Ji RAWA’yê Selma Ravî, li ser civîna li Dohayê bi gotinên “Di civîneke mêtinkar de jin hebin jî dê feyde ji bo êşên tên kişandin çênebe” destnîşan kir ku riya rizgariya ji faşîzmê rêxistinbûn e.

ŞAHLA MOHAMMADÎ

Navenda Nûçeyan- Civîna 3’yemîn a Neteweyên Yekbûyî ya bi mijara “Efganistan” dê li paytexta Qeter, Dohayê di navbera rojên 30’yê Hezîranê û 1’ê Temûzê de were lidarxistin.

Komeke jinên li Efganistanê ku bi navê “Jinên protestokar” tên nasîn, piştî civîna duyemîn a di 17’ê Sibatê de ji aliyê NY’ê ve hatibû lidarxistin, daxuyaniyeke nivîskî dabûn, diyar kiribûn ku Talîban muzakereyê heq nake, li cihê wê divê were darizandin û bal kişandibûn ku beşdariya Talîbanê ya ji bo civînê tê wateya ku hatiye ‘meşrûkirin’.

Jinên aktivîst ji bo civîna 3’yemîn a li Dohayê bertekên xwe anîn ziman û gotin ku aktivîstên mafên mirovan û gelê Efganistanê, li dijî lidarxistina civînê ne. Endama Yekitiya Jinên Şoreşger a Efganistanê (RAWA) Salma Ravî, li ser mijarê bersiv da pirsên ajansa me.

*Çima civîna Dohayê tê lidarxistin? Têkiliya civînê bi avakirina pergala nû ya cîhanê re çi ye?

Emerîka û welatên rojava yên ku rêxistina Talîbanê ya paşverû, li dijî mafên mirovan anîn ser desthilatdariyê; ji bo ku nekeve destên Çîn Rûsyayê divê bi awayên cur ber cur hewldanên xwe bidomînin. Ji derveyî wê tu armanca civîna li Dohayê tune ye. Ev hewldan ji bo ku riyek ji destekdayîna rêveberiya serdema navîn a Talîbanê re were dîtin û ev rêxistina terorê demek dirêj li ser desthilatdariyê bimîne tên kirin. Her çendî hikumeta Talîbanê hê nehatibe naskirin jî; ji bo îtîbar ji Talîbanê re were dayîn, di sala 2020’an de bi îmzekirina Peymana Dohayê dest pê kir û ev yek niha bi vexwendina rayedarên Talîbanê ji bo konferansan heta îro didome.

 ‘Bingeha felaketên mezin ên ku mirinê bi xwe re tînin amade dikin’

Kesên weke Siraceddîn Hakkanî yên xwedî navê herî xirab û pêşengên Talîbanê yên herî bi xeter in, ketin lîsteya reş a Neteweyên Yekbûyî. Heta FBI ji bo girtina wan, xelatên bi bihayên milyon dolarî diyar kir lê wan kesan li cîhanê geriyan û hevdîtinê bi wan re kirin. Civînên Bonn û Tokyo yên di demên borî de hatin lidarxistin her wiha civînên Dohayê yên yekemîn û duyemîn ger di çarenûsa girseyên me yên bê şans de guherînek çênekiribe; dê civîna sêyemên jî encameke erênî bi xwe re neyne.

NY jî di nav de hikumet û sasiyên rojavayî, di bin navê têkilî, çareserî û diyalogê de, dezgînên vê rêveberiya dijberî civakê û jinan, di destên xwe de digrin, bi dîplomasî û amoşkirinê, bingeha felatekên ku mirinê xwe bi re bînin amade dikin. Ev yek dê pêşî li dagirkirin û talankirina zêdetir a axa me vebike. Emperyalîzma Emerîkayê siyaseta pergala nû ya cîhanê, bedela wê mexdûriyeta gelan be jî, daxwaza wan tenê ew e ku berjewendiyên xwe yên herêmî û stratejîk biparêzin. Her çendî me welatê xwe radestê Talîbanê kiribe jî; îxanet û mudaxeleya Emerîkayê bi dawî nebûye.

*Li ser rojevên di civînê de hûn dixwazin çi bibêjin?

Di vê civînê de dive li ser bazirganî, bankakarî û mijarên weke têkoşîna bi tiryakê re hevdîtin werin kirin. Ev rojev, diyar dike ku Emerîka, Rojava û NY, bi teror, hovîtî û zagonên Talîbanê yên ji serdema kevir mane re qet “eleqedar” nabin, armanca wan tenê ew e ku hewldana Rojava ya ji bo rêveberiya Talîbanê ya talanker li Afganistanê, hêsantir bikin û rêveberiya Talîbanê bihêztir bikin. Nêzîkahiya kûr a Talîbanê bi Çîn û Rusyayê re çêbibe û armancên wan di demek kurt de pêk werin. Ji bo bigihîjin berjewendiyên xwe yên mêtinkar; divê “têkiliya” Talîbanê bi cîhanê re zêdetir bibe ku vê yekê bi kiraseke pir xweşik û hîleyê çêdikin. Ev yek jî bo gelên bindest, bi taybetî jî ji bo jinên me yên ku êşan dikşînin dê tu feydeyê nede. Behsa “mafên jinan” “aştî” “mezinbûna hiqûqê” û nirxên din dikin lê ev hîleyek e. Di rastiyê de hêzên mezin nîşan didin ku wan pere nedane. Ji bo berjewendiyên xwe bi milyonan mirovan mexdûr dikin.

Emerîka û rojava, bi hevkariya sûc a Îsraîla faşîst Xezayê kirine gola xwînê, weke Naziyan, gelê Filistînê yê şer dike qetil dikin. Gelo dibe ku dilê wan bi gelê Efganistanê yê bê şans bişewite û polîtîkayeke mirovî li dijî wan bimeşînin? Gelo ji koma herî hovane, olperest mirov dikare aştiyê hêvî dike? Ji van kujerên ku di êrişên întiharî yên li ser dibistan û nexweşxaneyên zayînî de bi hezaran zarokên biçûk û pitikên me kuştin dizanin aştî çi ye û li cihê ku li ser maseyan werin darizandin bi cîhanê re dikarin bibin yek? Desthilatdariyeke ku ji dengê muxalif, heta muzîkê aciz e û bi çekê bersiv dide, dikare girêdayî mafên mirovan bimîne? Çiqas rast e, mirov rêxistineke ku jinan mirov nabîne, deng û hebûna wan heram dibîne hêvî bike rêzê nîşanî mafên jinan bide?

Jin bi êşan re têdikoşin

Sê salên dawî mirov, bi taybetî jî jinên Efganistanê, ji ber ku doza mafên xwe yên perwerde û mafên mirovan dikin, ten girtin, di girtîgehan de û di avahiyên agirkujiyê de dimînin. Bi xizaniyeke ku heta niha nehatiye dîtin re têdikoşin. Li jinên protestokar rastî cezayên girtîgeh, îşkence, tecawiz û mirinê tên. Her roja diçe em zêdetir dibin şahidên cînayetên veşarî û yên bi armanc. Ciwan tenê ji ber ku ala xwe hildane yan jî di civîneke malbatê de bextewariya xwe tînin ziman tên kuştin. Qaçaxkarî, girêdan bi tiryakê, xizanî û ruşwet, li her derê belav bûye û ji ber gelek êşên mezin ên din, gelê me li cîhanê yê herî bêhêvî û bê bextewar e.

Sedema van mercên bi xwîn û tarî, Talîban û piştgirên wê yên li cîhanê, di bin navê alîkariya mirovî de bi milyonan dolaran, jiyana xwe domandine. Divê em bînin bîra xwe ku CIA di heman demê de li ba Talîbanê ye, hewl dide artêşek leşkerên bi pere yên cîhadîst nîn in ava bike.

*NY’ê çima ji bo civîna sêyemîn a Dohayê jinan venexwend û cudahiya vê civînê ji yên berê çi ye?

Ji bp civîneke mêtinker jin werin vexwendin jî neyên vexwendin jî tu feydeya wê tune ye. Efganistanê di gelek civînên NY û têkildarî mijara rojava de, tevî ku nîşan da ew hinek nirx nîşanî jinan dide jî hewl dan vê yekê bi awayekî din nîşan bidin. Jinên ku berê beşdarî civînên cur be cur bûne, axa me û jinên bindest temsîl nedikirin, daxwaz sereke ya jinên Afgan venegotin. Fawzia Kofi, di hevdîtina xwe ya di sala 2019’an de li Moskovê piştî hevdîtina bi lîderên Talîbanê re, gotibû; “Talîban guheriye û ji bo jinên Afgan planên wê yên baş hene!” Fatemeh Gilanî, di Adara 2022'yan de li “Asambleya Dîplomasiyê ya Antalyayê” de xwest cîhan rejîma Talîbanê nas bike. Ev gotin û kirin, li gorî polîtîkaya ku Rojava dixwaze bimeşîne ne.

Ji ber beşdarbûna jinên di wê astê de em beşdarnebûna jinan tercîh dikin. Tu jineke bi rûmet û zana, lihevkirina di nava stûnên emperyalîzmê de weke riya rizgariyê nedîtiye; dijberî wê, rizgariya ji nava pençên emperyalîzmê dê bi girêdana têkoşîna bêdawî ya hemû çin û neteweyan pêk were. Efganistan li dijî emperyalîzm, Talibanê, faşîzma cîhadîst a olperest û paşverûtiyê ye. Kesên ku di çarçoveya rejîma Talîbanê de reform û guherînên berbiçav dixwazin, ji aliyê îdiayên edalet û azadiyê ve, di pratîkê de neyên pejirandin û dijminên gelê me werin dîtin. Mixabin sê sal in gelek ji wan saziyên navneteweyî û heta çapemenî, sûcên ku li welatê me hatin kirin nîşan nedan heta red kirin. Alîkara Misyon a NY’ê ya Efganistanê Roza Otunbayevayê ku peçe girêda bû sembola esrîtewandina daxwaz û fikrên serdema navîn a Talîbanê.

NY bi awayê cidî li dijî Talîbanê dernakeve, dijberî wê, UNAMA û NY, ji bo DYE di navbera civaka navneteweyî û Emîriyeta Îslamê de wezîfeya pira navberê dibîne. Li gorî îrade û polîtîkaya rejîma Talîbanê, weke ji derveyî fermiyetê, hêza rejîma Talîbanê teyît dike. Di sê salên derbasbûyî de bêyî piştgiriya berfireh a "UNAMA’yê” Talîban nikaribû hakimiyeta xwe qewîn bike. Dijberê wê peywira NY’ê ew e ku paşeroja bi xwîn a Talîbanê û kirinên wî yên îro paqij nîşan bide.

*Peyama RAWA’yê ya ji bo binpêkirinên maf û nasnameya jinan ji aliyê Talîbanê û NY’ê ve çi ye?

RAWA’yê ji xwişkên xwe yên girtî re her dem gotiye ku ji derveyî şiyarî û rêxistinbûnê tu çekek din tune ye. Bi wê yekê diyar kiriye ku ji bo qeyd û bendên emperyalîzm, olperestên emperyalîst, her cure faşîzmê û hemû dijminahiyan bişkîne têdikoşe. Divê parêzvan û piştgirên Talîbanê werin teşhîrkirin û ji aliyê refên şoreşger ve werin redkirin. Riya rizgariya ji Emperyalîzmê tenê rêxistinbûn, bilindkirina ala têkoşîna azad, demokratîk û layik a jinan e. Bi têkoşîna jinan, pêkhatina serhildanan civakan e. Bêyî ku li cudahiya nijadî, olî, siyasî û ziman a vê yekê were nihêrin divê ev serhildan çêbibin, bi yekitî û bihevrebûna jin û mêrên şervan belav bibe. Mifteya serkeftinê ji bo me ev e.

*Mijareke din a ku em dixwazin li ser bisekinin jî ev e: Hûn yekitiya jinan a di rewşa niha de çawa dinirxînin?

Mixabin medya bi giranî, girêdayî rejîma Karzai-Ghanî ya dejenerebûyî ye. Di çarçoveya rêveberiya Talîbanê de goya muxalifên Talîbanê yên ku ji ‘serdestên’ xwe parê digrin û daxwaz dikin derdixin pêş. Ev mirov îxanetê li îradeya gelê me ya ku azadî, demokrasî û edaletê dixwazin dikin. Bi pereyê ku bi dest xistine, li derveyî welat, di nava rehetî û refahê de dijîn. Ji roja ku Talîban careke din hat ser desthilatdariyê ve heta niha, kesên ku bi cesaret li dijî Talîbanê derketin, hatim qamçîkirin û biçûkxistin jî; bêdeng neman, jinên Efgan bûn. Jinên Efgan bi berxwedanê hewl didin têbikoşin û bi her awayê ku ji wan hat çalakiyan li dar xistin. Li dijî emperyalîzm û olperestiyê divê yekitiya jin û mêran were bihêzkirin.