‘Piştî pûçkirina komployê dora azadiya fizîkî ya Rêber Apo ye’

Jinên ji bajarê Kobanê têkildarî salvegera komploya 9’ê Cotmehê diyar kirin ku di 27 salên girtina Rêber Apo de komplo hatiye pûçkirin û bêencam maye lê niha êdî dora azadiya fizîkî ya Rêber Apo ye.

BERÇEM CÛDÎ

Kobanê – Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 27 sal in ku ji aliyê dewleta Tirk ve li girtîgeha Îmraliyê girtî ye. Ev girtin jî xwe dispêre komployeke navdewletî ku di 9’ê Cotmeha 1998’an de destpê kir û di 15’ê Sibata 1999’an de jî bi encam bû.

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku ji 1973’an de dest bi xebata xwe kir, ji ber zextên dewleta Tirk di 1979’an de berê xwe dide Rojavayê Kurdistanê, cihê cara yekem gava xwe avêt, bajarê Kobanê yê kantona Firatê bû. Rêwîtiya wî bi salan li Sûriye û Lubnanê berdewam kir heta 9’ê Cotmeha 1998’an Ocalan ji ber gefên dewleta Tirk ên li ser Sûriyeyê berê xwe dide Awropayê. Piştî ku 5 mehan li welatên Yunanistan, Rûsya, Îtalya û Kenyayê ji bo mafê hemwelatîbûniya siyasî bigre geriya, bi komployeke navdewletî ya di navbera Tirkiye, Amerîka, Îsraîl, Yunanistan, Brîtanya, Elmanya û Kenyayê, li bajarê Nîrobî yê Kenyayê di 15’ê Sibata 1999’an de hat girtin ku radestî dewleta Tirk hat kirin.

27 sal di ser komployê de derbas bûn, Ocalan ji bo çareserkirina nakokî û pirsgirêkên di navbera Kurd û Tirkan û misogerkirina aştiyeke mayînde li Rojhilata Navîn û cîhanê, di 27’ê Sibata 2025’an de banga dîrokî ya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk kir. Tevî pêşketinên çêbûn jî heta niha mijara azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan cihê lêpirsîn û hêrsa jin, ciwan û gelê Kurd e.

Bi wesîleya salvegera komploya 9’ê Cotmehê, jinên ji bajarê Kobanê helwesta xwe bi riya ajansa me raber kirin. Jinan diyar kirin ku komplo pûç bûye, teqez kirin ku êdî dema azadiya fizîkî ya Ocalan e.

Ji komployeke navneteweyî ber bi aştiyeke cîhanî ve   

Emîne Mustefa li ser komploya ku li hemberî Ocalan hat pêşxistin, bi van gotinan nêrîna xwe anî ziman: “Hêzên navdewletî di tevahiya salên komployê de çiqas hewl dan Rêber Apo teslîm bigrin jî bi qasî serê derziyê nikaribûn vê yekê bikin. Bi qasî dijberên Rêber Apo û bîrdoziya wî, bi milyonan mirov xwedî li doza Rêber Apo derketin û wisa kirin ku armancên komployê vala derkevin.”

Emîne Mustefa girêdayî guhertina di helwesta hêzên komploger de got: “Piştî ku hêzên komploger hêz û cidiyeta Rêber Apo dîtin û planên wan vala derketin, careke din neçar man berê xwe bidin Îmraliyê. Her kesê dît ku Rêber Apo bi gotinekê dikaribû ji komployê ber bi aştiyê ve gavan biavêje.”

Emîne Mustefa wiha domand: “Me weke gel û bi taybetî jî jin soza xwe ya jiyana bi rêbertiyekî azad re daye. Ji bo vê jî em li ser soza xwe ne û ji bo pêkanîna vê yekê jî amade ne canê xwe feda bikin. Pêvajoya ku em niha gihîştinê jî êdî em jê venagerin lewre azadiya fizîkî ya Rêber Apo dê pêk were û tu hêz jî wê nikaribe vê yekê asteng bike.”

‘Berxwedan bi ser ket komplo vala derket’

Mehbûba Eto jî bi gotinên; “Weke gelê Kurd me roj, sal û demên gelek dijwar derbas kir, hêzên komploger bi hemû rêbazan hewl dan tunebûna me misoger bikin”, bersiva êrîşên çêbûne wiha da: “Her hewldaneke ku em gavan paşve bavêjin û dest ji hebûna xwe berdin, bi me re îsrar û biryra pêşveçûnê bihêztir kir. Ji bo vê jî niha diyar dibe ku hewldanên kê têk çûn 0û berxwedana kê bi ser ket.”

‘Kobanê dibistana Rêber Apo ye’

Mehbûba Eto bi gotinên; “Kobanê weke dibistana yekemîn a Rêber Apo ye” wiha berdewam kir: “Weke jin û gelê Kobanê bi taybet me beriya niha 40 salan Rêber Apo pêşwazî kir. Em Kobanê weke dibistana yekemîn a bîrdoziya wî pênase dikin. Ji bo vê jî têkoşîna me ew e ku em careke din Rêber Apo bi fîzîkî li Kobanê bibînin û hembêz bikin.”

‘Akorên ku aloziyan derdixin xwe avêtin bextê Rêber Apo’

Emîre Elî bi gotinên; “Têkoşîna Ocalan a bêhempa berxwedan wan derbasî qonaxeke nû kir”, wiha nirxand: “Girtina Rêber Apo di girtîgehan de, di heman demê de tê wateye dîlgirtina gelê Kurd û hebûna Kurd. Berxwedana bêhempa ya Rêber Apo ku dikaribû girtîgehê veguherîne akademiyeke zanistî û felsefî ji bo gelê Kurd û civakên Rojhilata Navîn, têkoşînê derbasî qonaxeke nû kir. Çûyîna dewleta Tirk a ba Rêber Apo jî vê nirxandina me teqez dike.”

Emîre Elî di domandina nirxandinên xwe de wiha got: “Hêzên ku nakokî û alozî dan destpêkirin û birêvebirin, niha xitimîne û alozî gihîştine lûtkeyê. Hêza çareserkirina van aloziyan jî Rêber Apo ye, jixwe bi salan e em dibînin Rêber Apo rengekî vekirî yek bi yek behsa van aloziyan dike û çareseriyan ji wan re dibîne.”

‘Divê em bi her awayî destê Rêber Apo xurt bikin’

Emîra Elî destnîşan kir ku divê jin pêvajoya ji aliyê Ocalan ve hatiye pêşxistin weke derfet bi kar bînin, wiha got: “Di nava tevlîhevî û qeyranên ku niha li Rojhilata Navîn tên jiyîn de, pêwistiya me bi rêxistinkirina gelan heye. Bi taybetî jî weke jin divê beriya her tiştî em bikaribin eniyeke xwe ya hevpar a têkoşînê bidin avakirin, vê pêvajoya çareseriyê ya ji aliyê Rêber Apo ve hatiye destpêkirin bi kar bînin. Ev yek jî dê destên Rêber Apo xurt bike û em ê êdî komployên dubare nejîn.”

Emîra Elî bi vê gotinê nirxandina xwe bi dawî kir: “Divê neyê jibîrkirin ku ji bo azadî, demokrasî û aştiyeke mayînde li tevahî Rojhilata Navîn were misogerkirin, pêwistiya me bi azadiya fizîkî ya Rêber Apo heye.”