Navê rêwîtiya di riya lêgerîna rastiyê de: Gurbetellî Ersoz
Gurbetellî Ersoz bi nakokiya ku bi pirsa “Ez çi me?” destpê kir ket rêwîtiyeke bêdawî û jiyana xwe kêlî bi kêlî veguherand berxwedaneke mezin. Pênûsa Gurbetellî Ersoz heta îro jî riya rojnamegerên jin ronî dike.

SARYA DENÎZ
Navenda Nûçeyan – Gurbetellî Ersoz bi gotinên; "Çernobîl û Helebçe di jiyana min de xalên werçerxê bûn. Ez ji kîmyagerên ku divê herî zêde di van her du bûyeran de beşdar bibûna pir matmayî mam. Min dest pê kir û gelek caran min ji xwe pirsî, 'Ez çi me?' û 'Divê ez çi bikim?" Gurbetellî bi van gotinan bersiva pirsên di serê xwe de dabû. Ew kîmyagerek bû. Ev her du komkujiyên ku bi hezaran kesan jiyana xwe ji dest dan, xala werçerxê ya di jiyana wê de bûn. Gurbetellî Ersoz, tevahiya jiyana xwe bi fedakariyek mezin ava kir, her kêlî ji bo heqîqetê û ji bo mirov di cîhaneke azadtir û bê şer de jiyana xwe didomînin, têkoşiya. Berxwedana wê ya bêhempa, navê wê di rûpelên dîrokê de nivîsand. Gurbetellî Ersoz yek ji wan kesan e ku di jiyana xwe ya kurt de bersiva pirsên jinek dikare çawa azad bibe, çima û ji bo çi dijî, da.
Navê wê, her dem di dîroka rojnamegeriya jinên Kurd de bi tîpên mezin hat nivîsandin. Gurbetellî Ersoz a ku yekem jina gerînendeya giştî ya weşanê ye li Tirkiyeyê, mîna ku bi xwe gotibû ‘li çiyayên ku dilê xwe neqişand’, jiyana xwe ji dest da. Piştî çûyîna wê dîroka şehadeta wê mîna Roja Rojnamegeriya Kurd hat bibîranîn. Gurbetellî Ersoz, ruxmê ku salên dirêj derbas bûne jî hê ji rojnamegerên jin re rê nîşan dide.
Beşa kîmyayê xwend
Gurbetellî Ersoz, di 11’ê Tîrmeha 1965’an de li gundê Akbulut ê Palûya Xarpêtê ji dayik bûye. Dema hatiye dinyayê bavê wê li Elmanyayê karker bûye, ji ber wê jî navê wê kirine Gurbetellî. Di dibistana seretayî de ji ber gotinên wê yên Kurdî di navbera hevokan de derbas dibin, ferq dike ku heval û mamosteyên wê fêm nakin û ew jî matmayî dimîne. Piştre li Enstîtuya Zanistên Fenê ya Çukurovayê li ser ‘Enerjî û Derdorê’ lîsansa bilind dike. Gurbetellî Ersoz, di van salan de dest bi xebat û têkoşîna xwe ya şoreşgerî kir. Destûr nehat dayîn ku di warê akademîk de bş pêş bikeve.
Di dîroka çapemeniyê de jina ewil
Gurbetellî Ersoz, di salên ciwantiya xwe de dest bi rojnamegeriyê dike. Di 10’ê Kanûna 1990’î de tê girtin û 15 rojan di bin îşkenceyê de dimîne, 2 salan li girtîgeha Meletiyê dimîne. Piştî tê berdan careke din rojnamegeriyê berdewam dike û dibe gerînendeya giştî ya rojnameya Ozgur Gundemê ya ku di 26’ê Nîsana 1993’an de dest bi weşanê dike û bi vî awayî di dîroka Tirkiyeyê de dibe jina yekem a gerînendeya giştî ya weşana rojnameyê.
Gurbetellî Ersoz xwe bi van gotinan vedigot:
“Ewqas zêde îşkence li min kirin ku ez neçar mam an bimrim an jî qebûl bikim ku bibim PKK’yî. Min jiyanê hilbijart. Tiştek neguheriye; wekî kîmyayê ye, tu di laboratuarê de yî. Tu yê wekî ku li preparatê dinêrî lê binêrî. Çawa ku her taybetmendiyek bi her lensekê cuda ye, aliyên cuda û hêmanên cuda di nûçeyan de bi lensên cuda derdikevin holê ku tenê bi yekkirina wan re mirov dikare wêneyê herî nêz ê nûçeyan derxe holê.”
Hat paşguhkirin
Gurbetellî Ersoz, di cîhaneke ku gerînendeyêngiştî yên weşanan mêr bûn de, weke jinek gerînendeya giştî bû lê her dem hate paşguhkirin. Bi nasnameya xwe ya gerînendeya giştî, ji bo tu civînên fermî nehat vexwendin. Ji ber vê nasnameya xwe nikaribû xwe bigihîjîne hinek çavkaniyên nûçeyan. Gurbetellî Ersoz, der barê gerînendeya giştî ya weşanê de wiha dibêje: “Bêguman girîng e ku jinek Kurd dibe gerînendeya giştî. Di salên dawî de jinên Kurd ji mêran xurtir in. Cihê îro ez hatimê jî li gel hewldana min girêdayê vê ye.”
Heta dawiyê têkoşiya
Di 10’ê Kanûna 1993’an de di roja Mafên Mirovan a Cîhanê de rojname rastî êrîşê bi sedan polîsan hat. Gurbetellî bi hevalên xwe yên din re hat binçavkirin û piştî 13 rojan hat girtin. Gurbetellî Ersoz şandin girtîgeha Sagmacilar, di danişîna ewil a hezîrana 1994’an de hat berdan. Gurbetellî Ersoz, demên ku li girtîgehê derbas kir, wiha tîne ziman: "Ne mîna rojnamegerek, muameleya terorîstek hat kirin, der barê rojnameyê de tu tişt pirs nekirin.”
Gurbetellî Ersoz, piştî ku demek rojnamegerî kir, biryar da têkoşîna xwe li qadeke din bidomîne. Beşdarî têkoşîna çekdarî bû. Gurbetellî Ersoz di 7’ê Cotmeha 1997’an de li herêma Başûrê Kurdistanê di pevçûnek de jiyana xwe ji dest dide.
Mîrateya ku Gurbetellî Ersoz hişt, îro jî didome. Bi riya rojnamegeriya jinan ku Gurbetellî Ersoz afirand, lêgerîna heqîqetê hî jî didome.