Jinan pêvajoya aştiyê û çareseriya pirsgirêkên Rojhilata Navîn nîqaş kirin
Kongra Star li Qamişloyê bi dirûşma “Rola Rêber Apo di Pêvajoya Aştî û Çareserkirina Pirsgirêkên Rojhilata Navîn de” panelek li dar xist.

Qamişlo – Kongra Star li Navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê ya bajarê Qamişlo-Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, di bin navê “Rola Rêber Apo di Aştî û Çareserkirina Pirsgirêkên Rojhilata Navîn de” Panelek li dar xist. Panel bi tevlîbûna sazî û rêxistinên jinan hat lidarxistin.
Panel bi sê zimanan hat dayîn. Bi zimanê Kurdî Berdevka Kongra Star Rîhan Loqo, bi zimanê Erebî endama Desteya Aborî û Çandinî Semer El-Abdullah û bi zimanî Suryanî endama Yekîtiya Jinên Suryan Estêr Mirad bûn mêvan.
‘Pêwist e bi guherînên mezin gelên herêmê di vê sedsalê de careke din bi hev re bijîn’
Piştî deqeyek rêzgirtinê Berdevka Kongra Star Rîhan Loqo der barê rola Rêber Apo di aştî û çareserkirina pirsgirêkên Rojhilata Navîn de axivî û got: “Rêber Apo tevahî hişmendiyên dîktator, baviksalar, dagirkerî û desthilatdariyê qebûl nekir û got na. Pêwist e em guhertinên mezintir çêbikin û gelên herêmê careke din di vê sedsalê de bi hev re bijîn. Rêber Apo di çareserkirina krîzên Rojhilata Navîn de rolekî bingehîn dilîze. Yê ku mohra xwe li sedsalê xist û yê ku Rojhilata Navîn a veguherîbû qadeke ku konê reş li ser hatibû vegirtin, ji nû ve ronî kir wî parçeyê reş ji ser rakir Rêber Apo bû. Ji bo doza gelan, azadiya jinan, doza azadîxwazan û ji bo doza aştî û civaka demokratîk têkoşîn û berxwedaneke bêhempa raber kir. Rêber Apo di Rojhilata Navîn de mînak e, bi fikrên ku li ser pergala neteweya demokratîk bi pêş xist, pergaleke cuda ji bo jiyana gelan ava kir. Ji ber vê kompoyeleke navneteweyî li ser Rêber Apo dan ferzkirin, bi destên gelek dewletên qirker, dagirker û desthilatdar ên ku li dijî azadî, aştî û civaka demokratîk in komplo pêk anîn û xwestin pêşî li dengê rastiyê bigrin.”
Paşê sînevîzyonek li ser perspektîfên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat pêşkêşkirin, pêkhateyên Elewî nêrînên xwe ji bo banga aştî û civaka demokratîk anîn ziman û daxwaza azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kirin û panel bi nîqaşan bi dawî bû.