Li Tûnisê zexta siyasî ya li dijî jinan didome
Parêzvanên mafên jinan li Tûnisê, balêdikşînin li ser zêdebûna zêdebûna tundiya siyasî ya li dijî jinan li welat. Siyasetmedar û çalakvanên jin bi cezayên dijwar û girtinên keyfî re rû bi rû dimînin.
ZIHÛR EL-MEŞREQÎ
Tûnis – Şert û mercên girtinê yên dijwar û binpêkirinên mafên ku siyasetmedarên jin ên Tûnisê pê re rû bi rû dimînin, tevgerek hevgirtina sivîl û hiqûqî ya berfireh derxistiye holê û fikarên cidî li ser pêşeroja demokrasî û mafên mirovan li welat avakir.
Rûxmê Qanûna bi Hejmar 58’an a 2017’an ya ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve hate qebûlkirin jî, jin ji ber beşdarbûna xwe di qada giştî de bi zordarî, zilm û tacîzê re rû bi rû dimînin. Beşdariya jinan a siyasetê mîna sûc tê hesibandin.
Ev rewş bû sedema nerazîbûnek berfireh a raya giştî û şert û mercên dijwar ên ku jinên girtî yên siyasî pê re rû bi rû dimînin jî nîşana paşketineke cidî ya di aliyê demokrasî û mafan de ye.
Di vê çarçoveyê de, Komeleya "Dengên Jinan" duh 24’ê Mijdarê bi armanca nîqaşkirina tundiya siyasî ya li dijî jinan civînek li dar xist. Di civînê de çalakvanên jin li dijî zilm û hedefgirtina ku ji ber beşdarbûna xwe di jiyana giştî de pê re rû bi rû dimînin, bertek nîşan dan. Barê giran ê li ser malbatên girtiyên siyasî jî hate nîqaşkirin.
‘Armanc dikin ku jinan bêdeng bikin û ji qada giştî dûr bixin’
Aktîvîsta siyasî û girtiya berê Şeyma Îssa, da zanîn biryarên ku di demên dawî de derketin, armanc dikin ku jinan bêdeng bikin û wan ji qada giştî dûr bixin. Şeyma Îssa, van qanûnan mîna “gavên zextker ên pergelek tarî” pênase kir û got ku derdorên nêzîkî hikûmetê bi awayekî pergalî aktîvîstên jin rêş dikin.
Şeyma Îssa, diyar kir ku jin di dîrokê de li dijî tundiya li ser bingeha zayendî re têkoşiyane, lê piştî bûyerên 25’ê Tîrmehê û girtina parlamentoyê, jin bêyî ku nêrînên wan ên siyasî li ber çavan bê girtin, hatine girtin û hedef girtin. Şeyma Îssa, destnîşan kir ku rêveberê welat bi helwestên biçûkxistinê nêzî jinê dibe û armanc dike ku wan ji qada giştî dûr bixe.
‘Hejmara jinên girtî roj bi roj zêde dibe’
Parêzer û parêzvana mafên mirovan Delîla Muzdek Mubarek, diyar kir ku Tûnis ji şoreşê û vir ve serdemek ewqas dijwar jiyan nekiriye û hejmara jinên girtî astek zêde ye. Delîla Muzdek Mubarek, diyar kir ku ev yek binpêkirina mafê jinan a beşdarbûna karûbarên giştî ye. Delîla Muzdek Mubarek, balkişand ser şert û mercên dijwar ên li girtîgehan û destnîşan kir ku Sunya El-Dahmanî tenê ji ber ku hewl da bi awayekî mirovî nêzîkî jinên di girtîgehê de bibe, rastî tacîzê hatiye.
Delîla Muzdek Mubarek, diyar kir ku "şoreşa azadî û rûmetê" rastî paşketinek cidî tê û da zanîn ewlehiya hiqûqî bi tevahî winda bûye û kes nizane kengî an jî li ser çi bingehî were girtin.
Parêzer Aqîla el-Derîdî jî da zanîn siyasetmedara muxalefetê ya navdar Ebîr Mûsî, di Tebaxa 2023’an de ji ber sedemên siyasî hatiye girtin û diyar kir ku îtîraza qanûnî ya Mûsî ya li dijî pêvajoya hilbijartinê û rexneyên wî yên li ser vê yekê mîna "qonaxa 8’an" hatiye rexnekirin û ev yek sûcdariyek mezin e.
Aqîla el-Derîdî, diyar kir ku tenduristiya Ebîr Mûsî di girtîgehê de xirab bûye, hevdîtina wê ya bi zarokên wê re tê qedexekirin û mafên wê bi tohmeta "komploya li dijî ewlehiya dewletê" hatine sînordarkirin. Aqîla el-Derîdî, da zanîn veguhestinên wê yên piranî caran a ji bo girtîgehên cûda ji bo malbat û parêzerên dibe sedema zehmetiyên mezin. Aqîla el-Derîdî, destnîşan kir ku Ebîr Mûsî tenê ji ber nerînên xwe yên siyasî rastî zextek giran hatiye, lê tevî vê yekê jî parastina mafên xwe yên siyasî didomîne.
Herî dawî 24 sal cezayê girtîgehê ya Suwar el-Berqawî ya 25 salî mîna neheqiyek mezin tê hesibandin. Rewşa Suwar el-Berqawî ya bi hinceta piştgirî dayîna kampanyaya namzeta berê ya serokatiyê Ayyaşî el-Zemalî hate girtin, nîşan dide ku têkoşîna wê ya ji bo "azadî û demokrasiyê" veguheriye zextek giran.