Li Silêmaniyê starta çalakiyên 16 rojî hat dayîn

Li Silêmaniyê Koma Hemahengî ya Têkoşîna Dijî Tundiya li ser Bingeha Civakê, di çarçoveya xebatên ji bo têkoşîna li dijî tundiya ser jinê bi daxuyaniyek çapemeniyê pêngava 16 rojî ya dijî tundiya jinan da destpêkirin.

Silêmanî – Li parka Hewarî Şar a li Silêmaniyê, Koma Hemahengî ya Têkoşîna Dijî Tundiya li ser Bingeha Civakê, Di çarçoveya xebatên 25’ê Mijdarê ji bo têkoşîna li dijî tundiya ser jinê de bi daxuyaniyek çapemeniyê pêngava 16 rojî ya têkoşîna dijî tundiya ser jinan ragihand.

Di daxuyaniyê de çalakvanên jin, rêxistinên civaka sivîl, nûnerên saziyên hikumî amade bûn.

‘Ji bo têkoşînê pêwîstî bi hewldanên mezin hene’

Piştî deqeyek rêzgirtinê daxuyaniya Koma Hemahengî  ji aliyê Arezu Xefur ve hate xwendin. Di daxuyaniyê de ev tişt hate gotin: “Em weke Koma Hemahengî ya Têkoşîna Dijî Tundiya li ser Bingeha Civakê, ji bo dawî anîna tundiya dijîtal û hemû curên din ên tundiya ser jinan, vê pêngava 16 rojî ya têkoşîna dijî tundiya ser jinan radigihînin. Bê guman ji bo têkoşînê jî pêwîstî bi hewldanên mezin hene. Di sedeya borî de, rewşa siyasî wisan kir ku tundî zêde bibe. Tevî rewşa siyasî, sererastkirina zagona Rewşa Kesane hate erêkirin û ev yek rewşa Iraqê ber bi salên pênciyan ve paşxist. Ev yek tundiya ser jinan zêde dike û jin koçî welatên derve dikin.

‘Divê hertim civak bê hişyarkirin’

Tundî ne tenê di çarçoveya derûnî û fizikî deye, di heman demê de bi amûrên peywendiyê jî tên kirin, ji bo vê nabe tenê em di van 16 rojan de têbikoşin, divê hertim civak di warê êrîş û gefên elektronî de werin hişyarkirin. Em bang li hemû civakê dikin ku ji bo dawî aniya tundiyê, dest bidin destê hev û dijî tundiyê rabin.”

‘Em piştgiriya hemû jinan dikin’

Piştî daxuyaniyê de berdevka Rêveberiya Tundî ya Malbatê ya li Silêmaniyê Raz Firya jî axivî û got: “Emê bi dirûşmeya ‘Dijî tundiyê emê hev bigirin’ piştgiriya vê pêngavê bikîn. Em dixwazin mafê jin û malbatê bidest bixin û piştgiriya hemû jinan dikîn. Em ê ji bo çareseriya pirsgirêkan bibin alîkar.”

Herî dawî jî jinan bi boneya pêngava 16 rojî ya têkoşîna dijî tundiyê, 16 şitlên daran çandin.