“Saadet Firat bi kijan sedeman nayê dermankirin?”

Parlamentera HDP'ê Ayşe Acar Başaran, der barê Saadet Firat a li Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê girtî ye û nexweşa pênçeşêrê ye, pêşnûmeyek pêşkeşî meclîsê kir û wiha pirsî, "Saadet Firat ji ber kijan sedeman nayê dermankirin?"

Navenda Nûçeyan – Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Êlihê Ayşe Acar Başaran pêşnûmeyek pêşkêşî Meclîsê kir û bal kişand ser rewşa Hevseroka HDP’ê ya Çewlikê Saadet Firat a nexweşa pençeşêrê ku girtî ye. Di pêşnûmeya ku hat diyar kirin Hevseroka HDP'ê ya Çewlikê Saadet Firat a ku piştî binçavkirinên 3'ê Hezîrana 2022'an hat girtin, tedawiya penceşêrê dîbine û wiha hat got: "Tê îdia kirin ku Firat li Girtîgeha Girtî ya Jinan a Bakirkoyê li qawîşa A/7'ê tê girtin, nayê dermankirin. Her wiha hat diyarkirin Firata ku nexweşiya wê ya astimê jî heye di lingên wê de werimîn heye û nexweşa tansiyonê ye. Rewşa girtiyê ku li girtîgehê dermankirina pêwîst nayê kirin her ku diçe girantir dibe.

Di berdewamiya pêşnûmeyê de li ser daxwaza bersivdayîna Wezîrê Edaletê Bekîr Bozdag ev pirs hatin pêşkeş kirin:

 *Ma agahiya we heye Saadet Firat a li Girtîgeha Girtî ya Jinan a Bakirkoyê li qawîşa A/7'ê tê girtin û nexweşa pençeşêrê ye mafê wê ya dermankirinê tê astengkirin?

*Saadet Firat a tê diyar kirin ji bilî nexweşiya wê ya pencêrê astim, tansiyon û di lingên wê de werimîn heye, bi kijan sedeman nayê dermankirin?

*Hûne kengê dawî li tecrîda li ser Saadet Firat û girtiyên nexweş tê pêkanîn bibin?

*Hûn berpirsyariya girtiyên nexweş ên li girtîgehan jiyana xwe ji dest dane digrin?

*Wezareta we li ser gihandina girtiyên nexweş ji bo dermankirina di şert û mercên mirovahî de xebatek çawa plan dike?

*Niha li girtîgehên Tirkiyeyê çend girtiyên nexweş hene? Rewşa çend ji van girtiyan girane?