Rûyê şer ê nedîtî: Jin barê wêraniyê hildigrin

Şerê li Îranê wêraniya aborî ava kir, darba herî giran li karkerên jin hate dayîn. Li gel bêkarî, qutbûnên înternetê û xizaniya kûr dibe, jin hem ji kedê hem jî ji jiyanê hatin dûrxistin, krîz bi taybet li Rojhilat hê tundtir tê jiyîn.

Navenda Nûçeyan – Di bîra gel de rûyek din ê şer heye. Rûyê jinek ku di rêza kedê de, rûyê jinek ku kirê dide, rûyê jinek ku her çend kêlî bi hêviya ku dê înternet were, telefona xwe kontrol dike, rûyê jinek ku neçar maye sedemê ku çima goşt li ser sifreyê nîne ji zarokên xwe re bêje. Behsa payebilindên dîroka fermî a şer dikin, ji xwe dîroka rast, piştî sîren bêdeng dibin, jinên ku neçar mane jiyanê ji nû ve ji bin xirbeyan derxin dinvîsin.

Ev 1’ê Gulanê, li Îranê di dema dengên xirbeyan û bêdengiya fabrîqeyên nîv girtî hat. Li aliyekê Komara Îslama Îranê, li aliyê din şerê di navbera Îsraîl-DYE û Îranê de, rasterast bandor li sifreya kedkaran kir û destpêkê pişta debara jinên karker şikand. Ev rewşa ku di medyayê de wek ‘rageşiya herêmî’ û ‘têkoşîna jeopolîtk’ tê pêşkêşkirin, di jiyana gel de, wek bêkarî, birçîbûn, paşketina mûçeyan, girtinên atolyeyan, qutbûnên înternetê û zextên ku zêde dibe, xwe dide der.

Hejmar hemû tiştî venabêje

Texmînên aborî nîşan dide ku zêdeyî yek milyon kar tune bûne û debara du milyon kes rasterast di bin gefê de ye. Lê belê hejmar her tiştî nabêje. Ji ber li pişt her hejmarê, jinek ku ji zivrîneka debarê bêdeng tê dûrxistin heye.

Rêveberiya Îranê behsa berxwedan, serkeftin û rûmeta neteweyî dike, karker behsa fabrîqeyên hatin girtin, projeyên hatine sekinandin, peymanên nehatine nûkirin û mûçeyên ku bi mehane nehatin dayîn dikin. Ev, kendala kûr a di navbera zimanê desthilatê û gel de ye. Dema bînesaziya pîşesaziyê û aboriyê hildiweşe, darbeya destpêkê li jinên ku karkerên rojane û xebatkarên atolyeyan dide. Dane nîşan dide ku bi hezaran karker ji kar hatine derxistin, mûçeyê mehane yê bi sedan kesan kom bûne û bi deh hezaran kes bê kar mane. Lê belê li pişt van hejmaran, rastiyek hê tundtir heye. Jin bêdeng ji qada hêza kar tên derxistin.

Aboriya dijîtal jî felc bû

Jinên ku di karên ambalaj, dirûtin, xalîçe, çendiniya werzî, paqijî, atolyeyên biçûk ên hilberandinê, firotina seyar û hilberîna di nava malê de, hertim dibe eleqeya destpêkê ku ji zincîra derfetên kar tê qetandin e. Ji ber pergal wan ne wek hêza kar, rêgezek a xerckirinê dibînin. Lê belê şerê heyî tenê çerxa fabrîqeyan nesekinand, aboriya dijîtal jî felc kir. Di salên dawî de bi hezaran jin, ji ber cûdakariya di karên fermî de û dûrxistina sîstematîk, berê xwe dan firotinên bi rêya Înstagramê, perwerdeya onlîne, werger, hilberîna naverokan, firotina karên dest û firoşgehên biçûk ên dijîtal. Ji bo wan înternet ne tenê amûrek a têkiliyê bû, firoşgeha wan bû, cihê wan ên kar bû, deriyê debarê bû û ya herî girîng pencereya dawî ya serxwebûna wan bû.

Lê belê rêveberiya Îranê, di nava şer de ev pencere jî girt. Qutbûnên înternetê ku ev zêdeyî du mehan e, bi hezaran malperên firotinê bê bandor kir. Siparîş hatin sekinandin, peredayîn sekinî û jinên ku bi salan bi sermamayên biçûk kar ava kirin, di kêliyekê de vegeriyan xala sifrê. Êdî ev ne tenê pirsgirêka sansurê ye, rasterast birîna nan e.

Di vê xalê de rastiyek girîng heye. Yek ji van jinên ku ji aboriya dijîtal hatin dûrxistin, wê di tu daneyên fermî ên bêkariyê de neyên teyîsîn. Lê tu raporên fermî wan nabîne. Ji ber karê wan ji aliyê pergalê ve fermî nayê qebûlkirin. Lê ev nedîtin, mezinahiya felaketa tê jiyîn kêm nake.

Jinekê bifikirin; bi firotina cilên zarokan û karê dest kirêya xwe dida, niha jî rû birûyî malperek girtî û hesabên hatine bloqekirin e. Ev ne tenê windabûna karekê ye, teqeziya hilweşînê ye jî.

Mal ne stargeh e

Şerê li Îranê, di rûyê telefonên girtî ên van jinan de hate jiyîn. Ev ne tenê dûrxistina ji kar e, qutkirina ji serxwebûn, mafê biryargirtin û rûmeta mirovatiyê ye jî. Jina ku dûh di debara malê de bi sûd bû, îro dîsa xistiye malê. Lê ev veger ne aramiyê, tê wateya vegera bêdengiyê.

Di van şertan de, mal ne stargehek e, dibe qadek ku tundiya aborî û psîkolojîk lê tund bûye. Girêdanbûna madî, jihalketin, rageşiyên di nava malê de, biçûxistin û fikarên her dem, bedêlên ku tu raporên şer hesab nekirîne.

Rêveberiya Îranê bi salan e jin anîne halê herî erzan ê hêzê kar. Şer vê rastiyê zêdetir diyar kir. Îro jina karker, di heman demê de debara malê pêk tîne, lênêrînê dike, krîzê rêve dibe, neçar dike ku bike qurbanên bêdeng ên xizaniyê.        

Rojhilat û newekheviya pergalî

Ev tablo ger di navenda Îranê de tarî be, li Rojhilat vedigere tarîtiyek mutleq. Li vê derê ne tenê xizan, cûdakariya neteweyî, zexta ewlehiyê û newekheviya pergalî bi bandor e. Dewletê li vê derê hilberîn ava nekir, derfetên kar ava nekir, lê belê torên ewlehiyê mezin kir. Jinên Kurd ji bo ku bijîn, neçar in di çandinî, xalîçe, karên qaçax, tîcaretên sînor û heta kolbertiyê de bixebitin. Li gel qutbûna înternetê, dema deriyê debara dîjîtal jî hate girtin, jin di nava bêkarî û kedên fîzîkî yên giran de asê man.

Li cihek ku pîşesazî tuneye, înternet bazar bû. Dema ew jî hate girtin, tenê çiya maye.

Derveyî qeydan û bê sîgorte

Divê xalê de jina Kurd, hilweşîna herî tazî ya vê pergelê temsîl dike. Li gorî daneyên fermî, li hinek herêman ji 50 hezar karkerên înşaatê, 29 hezar bê sîgorte ne. Di vê rewşê de, ewlehiya jinên ku ji derveyî qeydan dixebitin hê girantir e. Ji bo wan, ne sîgorte, ne teqawîtbûn û ne jî ewlehiya tanduristiyê, ne jî îstatîstîk hene. Dema hemû rê tên girtin, jin bar digre ser milê xwe û di têkoşînê de li rêyên din digerin. Ev jin bêedalatiya dîrokê, cûdakariya neteweyî û mêrsalariyê bi hev re hildigrin. Her gava davêjin, îdianemeyek vê sazûmaniyê ye.

Çareserî di sê peyvên ji Kurdistanê bilind bûye de ye: ‘Jin, Jiyan, Azadî’

Di vî alî de ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ne tenê diruşmeyek e, rastiyek jiyanê ye jî.

Jin: Jina ku hemû bar hildigre

Jiyan: Jiyana ku di nava xizanî û şer de zor bûye

Azadî: Azadiya ku bêyî ked, kar û ewlehiyê ketiye xeteriyê

Jinên Kurd ên karker, di nava van sê têgînan de disekine. Têkoşîna wê ne tenê ji bo mûçe ye, ji bo nefesgirtinê ye jî.

1’ê Gulana îsal, îfadeya vê rastiyê ye. Êdî pirsgirêk ne mûçe ye, jiyan bi xwe ye. Li Îranê piştî şer, jinên ku jiyanên hatin hilweşîn, li ser lingan digrin e. Lê ne di ewlehiyê, aramî û mekanîzmayên biryarê de rê nastînin.

Rastî ew e: pirsgirêka karkeran, ne tenê nan e, wek bedêlê nan, dayîna jiyanê ye.

Û çareserî, di sê peyvên li Kurdistanê bilind bûye de veşartî ye: Jin, Jiyan, Azadî.