Mamosteyên li Sûdanê ji bo şermezarkirina rewşa xirab dikevin grevê

Ji bo şermezarkirina rewşa xirab a mamosteyan û derengketina mûçeyên mamosteyan ku ji ber pevçûnên zêdetirî sê salan e li Sûdanê didomin, mamosteyên li eyaleta Bakur dest bi grevê kirin.

Navenda Nûçeyan – Komîteya Mamosteyên Sûdanê îro bi daxuyaniyek piştgiriya xwe ya bi greva mamosteyan re li eyaleta Bakur ragihand.

Komîteyê greva mamosteyên dibistanên navîn ên li eyleta Bakur destek kir û tekez kir ku pêwîst e mûçeyên wan ên derengmayî werin dayîn, şert û mercên jiyana wan baştir bibin.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Êşa mamosteyan li seranserê Sûdanê bi giştî mamosteyên li eyaleta Bakur neçar kiriye ku serî li grevê bidin."

Banga bersivdayînê

Komîteyê daxwaza bersiveke bilez ji bo daxwazên wan ên adil kir û diyar kir ku zêdekirina mûçeya herî kêm divê 216 hezar lîreyên Sûdanê be.

Mafê mamosteyen heye jiyana adil û bi rûmet bijîn

Komîteyê tekez kir ku doza mamosteyan mijareke neteweyî ye, der barê pêşeroja perwerdeya li Sûdanê de û diyar kir ku ger mamosteyek nikaribe jiyana baş bijî dê nikaribe perwerdeya baş bide xwendekarên xwe. Komîteyê tekez kir ku mamoste heq dikin jiyana bi rûmet, li gorî rola xwe û mîsyona xwe bijîn.

Sê sal in Sûdan ji ber pevçûnan êşê dikşîne

Hêjayî bîrxistinê ye ku zêdetirî sê salan e li Sûdanê di navbera artêşa Sûdanê û Hêzên Piştgiriya Lezgîn de pevçûn berdewam dikin û ev yek bandorê li hemû aliyên jiyanê dike her wiha bûye sedema xirabûna binesaziya welat, şert û mercên jiyanê, zêdebûna tundiyê û binpêkirinên li dijî jinan.