Hejmara Gulanê ya rojnameya Komînal derket
Hejmara sêyemîn a rojnameya Komînal a meha Gulanê bi berga “Sosyalîzma Civaka Demokratîk serkeftinê bi dest dixe” derket pêşberî xwendevanên xwe.
Navenda Nûçeyan – Rojnameya Komînal ku rojnameya mehane ye û ev meha sêyem e tê weşandin, hejmara sêyem a meha Gulanê bi berga “Sosyalîzma Civaka Demokratîk serkeftinê bi dest dixe” derket pêşberî xwendevanên xwe. Rojnameyê di hejmara xwe ya meha Gulanê de, beşa dawî ya Manîfestoya Civaka Demokratîk weşand.
Sernavên sereke yên Manîfestoyê yên di vê hejmarê de ev in:
1- Rastiya Kurd û Kurdistanê (beşa 6’an)
2- Cih û rola PKK’ê ya di dîrokê de (beşa 7’an)
3- Taybetmendî û erkên serdema nû (beşa 8’an)
Di ronahiya van beşan de bi dehan sernavên ku hatine nirxandin; ji rastiya Kurd heta vejîna Kurd, dîroka kurt a PKK’ê û tiştên ku dane qezenckirin bi gelê Kurd, armancên siyasî-civakî-enternasyonalîst ên serdema nû, li Rojhilata Navîn çareseriya modernîteya demokratîk û stratejî û taktîk cih digrin. Rojnameya Komînal ku 24 rûpel e di vê hejmarê de 18 rûpel ji Manîfestoyê re veqetand.
Her wiha di rojnameyê de nivîsa endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan a bi sernavê “Rastî û pratîka Egîd rê nîşan dide” û nivîsa Komînal ya bi sernavê “Di bin sîbera şer de Rojhilata Navîn, aborî û dînamîkên siyasî” cih girt. Berga paşîn jî ji bo helbesta Cegerxwîn a bi navê “Welat Welat” hat veqetandin.
Mirov dikare Rojnameya Komînal li hemû Navendên Civaka Demokratîk ên li Ewropayê peyda bike.