Ruxmê hemû astengiyan jinên Yemenê di xwendinê de bi israr in

Li Yemên tevî hemû astengiyan hejmarek jinên Yemenê li dijî fikrên paşwerî di perwerdeyê de bi îsrar in. Di salên dawî de li Yemenê hejmara xwendekarên jin li zanîngehan zêde bûye.

HALA EL-HAŞIDÎ

Yemen- Di civaka roja de ji aliyê hişmendiya mêr hertim perwerdeya jinan weke şermekê dihat dîtin, ji ber gotinên paşwerû gelek jinên ciwan ji mafê xwe yê xwendinê bê par man. Hemû pêşketinên çêdibin Li gel astengiyên mezin li pêşbirka perwerdeya jinan heye. Tevî hemû astengiyan jin xwe perwerde dikin û diçin dibîstanê. Niha rêjeya xwendekarên jin li dibîstan û zanîngehan zêde bûye.

'Gelek astengiyên civakî hene'   

Xwendekara beşa ragihandinê Şeymaa Ebd El-Kerîm Raçe ya ji bajarê Teizê derbarê perwerdekirina jinan de wiha got: “Gelek zehmet e nerîna civaka roja perwerdekirina jinan de were girtin, ji ber gelek astengiyên herêmî û çandî hene, Yemen dewleteke çand û şaristanî lê heye. , li bajaran fêrbûna jinan normal e, lê li gundan hîna kevneşopiyên civakê yên weke nabe jin li zanîngehê bixwînin hene. Li herêmên xwe yên ku bi kevneşopiyên xwe ve girêdayî dibêjin nabe jin ku rûyê xwe vedişêre, her jin tenê ya malê ye û nabe wiha bixwînin û li zanîngehê bixwînin.”

'Jinên xwende civakê bi pêş dixin'

Şeymaa Ebd El-Kerîm Raçe diyar kir ku perwerdekirina jinan ji bo pêşketina civakê girîng e û wiha got: “Jinên ku xwendina bandorek erênî li jiyana civakî dikin, ji ber civakê re dibe mînak, her wiha dikarin beşdarî gelek qadên civakê bibin. Jinên ciwan ên ku piştgiriya civakê nagrin rastî kêmbûna derfatan tên, yan jî ji ber rewşa madî û aborî dikarin bixwînin, bi taybet jinên ciwan ji gundan tên bajaran, tevî wê jî jin dikarin xwe pêş bixin û nifşeke baştir bi riya xwendinê ava bikin, her wiha îsbat bikin ku jin dikare wekheviyê pêk bîne û çanda xwe firehtir bike.”

'Divê jin xwe nexin çarçoveyek teng'

Şeymaa Ebd El-Kerîm Raçe destnîşan kir ku civak dikare binesaziyeke baştir ji bo piştgiriya perwerdekirina zarokan û pêkanîna wan ava bike û wiha got: “Di dema ku divê kar û xwendinê tune bin, her kes piştgiriya wan bike, bi taybet jinan. serkeftinên xwe di gelek aliyan de îsbat kirine. Peyama min ji bo jinan ewe ku divê jin xwe perwerde bike û xwe pêş bixin, xwe nexin çarçoveyeke teng. Divê ji xwe li ber destê xwe sûd bigre û li ser agahiyên nû bigere, piştgirî û baweriya malbata xwe qezenc bike ji ber baweriya wan dê wan biser bixe.”

'Ez rastî astengiyên civakê hatim'

Sonya Mihemed ya 30 salî da zanîn ku gelek xeyalên wê hene malbata pêk bîne û dixwaze bibe jineke serbixwe ku bikaribe berpirsiyariyên xwe hilîne û wiha got: “Di dema ez li parêzgehên din digeriyam, min her dem piştgiriya min ji bo ez xeyalên xwe pêk bînin. bînim dikir, min di xwendina xwe de biryara da ragihandinê, tevî ku civaka me qebûl nake jin ragihandinê bixwîne, ez rastî gelek rexneyên civakê hatim.”

'Divê jin îqna bibin û dizanin ku ew bi hêz in'

Sonya Mihemed îşaret bi wê yekê kir ku divê jinên ciwan li xalekê tenê nesekinin, li gorî xwe binerin û tişta dixwazin pêk bînin, her wiha planan ji bo pêkaîna xeyalên xwe danin û got: “Li ser medyaya dijîtal derbarê jinên ciwan de mijarên parve dikin. ji ber wisa wisa ku di nava civakê de herîwaz in, ji ber wê rastî êrişên bi vî awayî tên. mijarê de divê em balê bidin ser guherîna urf û edetên heyî ku jina paş ve dixe, her wiha jinên ciwan werin îqna kirin ku dikarin li hember qalibên paşwerû bi hêz bin û netirsin û bidin rola jina di civakê de xurt bikin.”