DEM Partiyê ji bo girtîgehên tîpa Y û S werin girtin bang kir

Komîsyona Mafên mirovan û Hiqûqî ya DEM Partiyê, ji ber îzolasyona civakê girtîgehên tîpa Y û S weke ‘tîpa bîrê’ hat binavkirin xwest ku girtîgehên ewlehiya bilind ya tîpa Y û S werin girtin.

Navenda Nûçeyan- Hevberdevkên Komîsyona Mafên Mirovan û Hiqûqê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Sevda Çelîk Ozbîngol û Ozturk Turkdogan der barê girtîgehên ewlehiya bilind ên tîpa Y û S de daxuyanî dan.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku li gorî daneyên Wezareta edaleta Tirk; li Tirkiyeyê ji 2’ê Gulana 2024’an ve 329 hazar 151 girtî hene û di heman demê de li Tirkiyeyê 22 girtîgehên ewlehiya bilind, 14 jê tîpa T, 7 jî tîpa S hene bi giştî 43 girtîgehên ku weke ‘Tîpa Bîrê’ tên binavkirin hene. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku modelên girtîgehên mijara gotinê wisa ne ku; taybetmandiyên girtiyan pûç dikin û tune dikkin. 

Tecrîd zêdetir dibe

Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku bi taybetî di van demên dawî de girtîgehên ewlehiya bilind ên tîpa Y û S hatine avakirin, girtîgehên nû ku îzolasyona civakî, tecrîd û xespkirina mafan zêde ne û wiha hat gotin: “Li  van girtîgehan, girtî di hucereyên yek kesî û sê kesî de tên girtin. Di heman demê de beşa hewagirtinê nîn e û ji bo girtî hev nebînin di saetên cuda de û di rojê de 1,5 saetan wan derdixin cihê hewayê.”

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:

“Di civakê de girtina van girtîgehên ku weke ‘tîpa bîrê’ tê binavkirin û malbatên wan bi daxwaza sewqkirina girtîgehên nêz, Cemîl Kurd û Alîşan Gul ku li girtîgeha Erzurum Dumlu hejmar 1 dimînin dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirine, ji 11’ê Adarê ve di çalakiyê de ne. Nûretîn Kaya li girtîgeha Tîpa F ya Boluyê ku daxwaza sewqkirinê hat qebûlkirin ji bo hevalên xwe çalakiya mirinê berdewam dike, ji îro ve di roja 223’an de ye. Kaya ku ji ber di girtina nefesê de zehmetiyan dikşîne daketiye 40 kîloyan, di nava devê wî de birîn çêbûne, dest û lingên wî werimîne, êşên wî wisa bûne ku nikare tehemul bike.

Di rewşa heyî de tenê daxwaza girtiyan ew e ku sewqî girtîgehên nêzî malbatên xwe bibin, jiyana wan tune tê hesibandin ji aliyê rayedaran ve tu gav nayê avêtin, di surguna keyfî û bêhiqûqî de tê îsrarkirin.

Em bang li Wezareta Edaletê dikin ku daxwazên Cemîl Kurd û Alîşan Gul bi cih bînin wan sewqî girtîgehên nêzî malbatên wan bikin. Sîstema tecrîdê ya li girtîgehên ewlehiya bilind ên tîpa Y û S ji holê werin rakirin û van cure girtîgehan bigrin.”