Li Xezaya ku 239 roj in di bin êrişan de ye 36 hezar û 379 kesan jiyana xwe ji dest dan

Hejmara kesên ku di êrişên Îsraîlê yên ji 7’ê Cotmehê ve li ser Zîvala Xezayê de jiyana xwe ji dest dane di nava 24 saetan de 95 zêde bû, hejmar gihîşt 36 hezar û 379 kesan.

Navenda Nûçeyan- Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê li Xezayê daxuyaniyek nivîskî weşand û der barê êrişên Îsraîlê yên li ser Zîvala Xeza berdewam dikin de agahî da.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku Îsraîlê di nava 24 saetên dawî de li herêmên cuda yên Xezayê ‘5 komkujiyan’ pêk aniye, di êrişan de 95 Filistîniyên din jiyana xwe ji dest dane, 350 Filistinî jî birîndar bûne. Hejmara kesên ku di êrişên ji 7’ê Cotmehê ve li ser Zîvala Xezayê jiyana xwe ji dest dane bû 36 hezar û 379, hejmara birîndaran jî bû 82 hezar û 407.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku hê jî di bin xibeyan de û li ser riyan cenaze hene, ji ber astengiya hêzên Îsraîlê tîmên tendirustiyê û erkdarên parastina sivîl nikarin xwe bigihîjînin cenazeyan.