Roya Sabît a Bahayî li Şîrazê hate girtin
Welatiya Bahayî Roya Sabît ku li Emîrtiya Yekîtiya Ereban dijî, li Şîrazê hate binçavkirin û cezayê 25 sal girtîgehê û cezayên din lê hate birîn.
Navenda Nûçeyan – Welatiya Bahayî Roya Sabît li mala xwişka xwe ya li Şîrazê ji aliyê hêzên Îranê ve hate binçavkirin û ji bo cezayê girtîgehê wê şandin girtîgeha Adelabad a li Şîrazê.
25 sal cezayê girtîgehê lê hate birîn
Derbarê Roya Sabît ku li Emîrtiya Yekîtiya Ereban dijî, Dadgeha Şoreşê ya Şîrazê di qonaxa yekem de 25 sal cezayê girtîgehê da û biryara derbarê cezayên din de, ji aliyê 37’yemîn Dadgeha Temyîzê ya eyaleta Farsê ve hate erêkirin. Li gorî biryara hatî dayîn ji ber sûcên ‘Li gel kesên têkiliya wan bi dewleta Îsraîl re heye hevkarî û têkilî danîn’ û ‘Li dijî ewlehiya welat bi armanca çalakiyan, avakirina koman û rêveberin’ ji bo her yekê 10 sal cezayê girtîgehê hate dayîn. Di heman demê de ji ber sûcê ‘Li dijî şerîata Îslamê propegandaya mezhebî kiriye’ 5 sal cezayê girtîgehê lê hate birîn.
Ji derveyî vê, Roya Sabît di çarçoveya cezayê zêde de, cezayê li gel îptala pasaporta wê, qedexeya du salan a derketina derveyî welat û 5 salan ji mafê civakî bê par mayîn û qedexeya bi karanîna înternet û xebatên medyaya dijîtal lê hate birîn.
Li Şîrazê hatibû binçavkirin
Roya Sabît ev 23 sal e li Emîrtiya Yekîtiya Ereban dijî û welatiyek Bahayî ye, di 4’ê Çileya 2024’an de bi armanca li nexweş û dayîk û bavên xwe yê extiyar binêre dema diçe Şîrazê, ji aliyê rayedarên îstixbarata Muhafizên Şoreşê ve hatibû binçavkirin.