Li ser sînoran li dijî xizanî, bêkariyê têkoşîna jiyanê: Jinên kolber

Naznîn dibêje: “Jinan bi destên xwe yên birîndar û çavên xwe yên westiyayî, barê herî giran girtine ser milê xwe. Xizanî, bêkarî û polîtîkayên bê edalet wan ji atolye û malên wan digrin, ber bi çiyayên sînor ve kişandine.”

ESRA AZÎZÎ

Hewraman – Mirov her tim ji şertên aborî, siyasî û erdnîgarî yên li derdora xwe bandor dibin. Lê belê li Rojhilata Navîn ev bandor li ser jinan gelek kûr û giran e. Jinên Kurdistanê ji derveyî vê nemane. Di nava zextên aborî û newekheviyê de, neçar dibin barê malbat û debarê ji her demê zêdetir hilgirin. Kolbertî karek xeter ku ti zagon û ewlehiya wî ya civakî tune ye. Lê belê ji bo gelek jinan rêya dawî ya jiyana bi rûmet e. Jin ji bo pêwîstiyên bingehîn ên zarokên xwe bicîh bînin, canê xwe didin ber xwe û berê xwe didin rêyên çiyayî. Di rêwîtiyên ku bi saetan, heta bi rojan didome de barên giran hildigrin.

‘Ji bo debara malbata xwe neçar in kolberiyê bikin’

Di salên dawî de hejmara kolberên jin zêde dibe û piraniya van jî ji herêma Nawsud in. Ji herêmê jina bi navê Şîno Mihemedî rewşê wiha anî ziman: “Niha li Nawsudê ji 50’yî zêdetir jin kolbertiyê dikin. Sedemên wê yên herî bingehîn, xizanî û bêkarî ye. Ne derfetê jinan ê bi çandiniyê re mijul bibe heye, ne jî dikarin sewalkariyê bikin. Mêr gelemperî di karên rojane de dixebitin, lê belê qezanca wan têra mesrefên jiyanê nakin. Jin ji bo mesrefa zarokên xwe yên dibistanê û debara malê pêk bînin neçarî karên giran dibin. Hinek jin tekane çavkaniya malê ne, hemû berpirsyarî li ser milê wan e.”

Ev tablo, rastiya êşa jinên li herêmê dijîn radixe ber çavan. Polîtîkayên aborî û newekhaviya zayendî ya civakê, jinan dûrî rolên wan ên kevneşop dike û wan ber bi çeperên herî pêş ên têkoşîna jiyanê ve dibin.

Kolberî ji bo jinên sînor bijarteka tekane ye?

Jinek din a Nawsudî, Naznîn e. Ew jî, têkildarî pirsa li vê herêmê çima kolbertî her ku diçe zêde dibe? wiha got: “Îro jinan ji her demê zêdetir berê xwe dane kolberiyê. Ji ber tu karek din ku bikin, nîne. Gelek ji me di heman demê de bi çêkirina kilaşan re dem derbas dikin, lê belê em neçar in berhemên xwe bi riya navbeynkaranan bifroşin. Ji ber vê yekê, hema bêje ti qazencek me nîne. Gelek ji me ji ber xebitîna zêde êdî nabînin, destê me nagre. Halê me yê em raçandinê çêkin, nemaye.”

‘Piştî mirina bav, dayîkê zarok bi kolberî mezin kirin’

Naznîn demên berê anî bîra xwe û wiha domand: “Heta beriya du salan, hejmara jinên kolber gelek kêm bû. Ewqas kêm bûn, hema bêje ji aliyê herkesê ve dihat zanîn ku jinek kolber e. Mînak xizmek me ev 20 sal e kolberiyê dike. Piştî mirina hevjînê xwe zarokên xwe wiha mezin kir. Wê demê kolberî ji bo jinan karek gelek giran bû, hem jî di civakê de wek tabuyek mezin dihat hesibandin. Ji ber ev pîşe wek karê mêran dihat dîtin. Lê belê îro hejmara jinên kolber her roja diçe zêde dibe. Sedema vêya ne tenê xizanî û bêkarî ye, di heman demê de bê bawerî û tundiya sîstematîk e. Mêrên kolber jî ne di ewlehiyê de ne, bi caran bûne hedefa guleyên hêzên dewletê. Mirin û birîndarbûna kolberan, heta kolberên biçûk, bûne nûçeyên rojane.”

Naznîn da zanîn ku kolberî ji bo jinan karê werzî ye û got: “Di dema berhevkirinê de jin di baxçeyên berhemên wek hêjîr, hinar û gûz ku çavkaniya debarê pêk tîne de dixebitin. Di çêkirina ava hinaran, hişkirina hêjîr û hilberandina heman berhamen de rola aktîv digrin. Lê belê dema berhevkirin bi dawî dibe, cardin neçar dimînin vegerin kolbertiyê.”

Li gorî daneyan hejmara kolberên jin zêde dibe

Daneyên fermî, herçend hejmara tam a kolberên jin nîşan nedin jî, lêkolîn û çavdêriyên xwecihî nîşan dide ku li seranserê Kurdistanê di navbera 70 û 150 hezaran de kolber hene û rêjeya jinan di salên dawî de zêde dibe. Gotina Şîna ya; ‘Li Nawsud herî kêm 50 jin kolberiyê dikin’ diyardeyên di lêkolînên wek BMC Women’s Health û ResearchGate de nîşan dide. Çavdêrên li qadê, kolberên jin ku ji komên temen ên cûda pêk tên û ev rewşa bi esasî berpirsyariyên malbatê, kêmaniyên aborî û ji kêmaniya derfetên kar çavkaniyê digre, derdixin holê. Piraniya jinan, ji ber nebûna derfetên karên alternatîf û zextan neçarî vî karê xeter dibin.

Nebûna daneyên têkildarî kolberên jin ku xwe dispêre zayendê, nîşaneya paşguhkirina pirsgirêkê ye. Ji ber vê yekê, pêwîstî bi lêkolînên fermî ku jiyana jinan bê dîtin, pêvajoyên komkirina daneyan û polîtîkayên civakê ku balê didin zayenda civakî, heye.