"Rojnamgeriya jinên Kurd li ser bingehek bihêz hat avakirin"

Jinên rojnameger bi boneya roja rojnamgeriya jinên Kurd destnîşan kirin ku ew bi saya rojnamevanên jin ên pêşeng weke Gurbetellî Ersoz dibin alternantîfa çapemeniya paşverû, zayendperest û baviksalarî.

 
BERÇEM CÛDÎ
Kobanê- Rojnamegeriya jinên Kurd 24 salên bi têkoşîn, destkeftî û berdêlên giran li pey xwe hişt. Roja rojnamegeriya jinên Kurd xwe dispêre roja şehadeta pêşeng û sembola rojnamgeriya jinên Kurd Gurbetellî Ersoz ku di 7`ê Cotmeha 1997`an de jiyana xwe ji dest da. Rojnameger Gurbetellî li pey xwe mîrate û riya ber bi azadiyê ve hişt ku di roja îro de bi hezaran rojnamevanên jin li ser asta Kurdistanê û derveyî welat têbikoşin. Bi wesîleya 8`emîn salvegera roja rojnamegeriya jinên Kurd, rojnamevanên ku li kantona Kobanê dixebitin ji ajansa me re behsa girîngî û wateya vê rojê kirin.
Nûçegihana rojnameya Ronahî Silava Ehmed behsa bandora qada çapemeniyê di şoreşa 19`ê Tîrmehê de kir û got: "Çapemeniya Kurd gelek aliyên wê yên ji çapemeniya cîhanî cudatir hene. Ji ber vê ez dikarim bêjim ku kar û xebatên me bi serê xwe şoreşek e. Em ne ji bo aliyê madî, ji bo ku em navdar bibin kar dikin, berovajî em li ser bingeha bîrdozî dixebitin. Bi taybetî weke rojnamevanên jin têkoşîna me piralî ye. Tê zanîn ku bi hezaran sal e jin û civak bi desthilatdarî, serdestî û êrîşên hêzên hegemon re rû bi rû ne. Ev rastî û hişmendî bi destpêkirina şoreşa Rojavayê Kurdistanê re heta astekê hat guhertin û ber bi riyeke din ve çû. Me jî li vê qadê rola xwe di çalakîbûn û bihêzkirina vê şoreşê de dilîzin, heta mirov dikare bibêje ku erka me rojnamevanên jin e. Weke mînak jî mirov dikare berxwedaniya Kobanê bigre dest. Şerê ku li Kobanê çêbû bi saya çapemeniyê dengvedaneke cîhanî çêkir ku xwedîderketineke ewqas mezin çêbû."
"Em ê mîrateya pêşengên xwe bbidomînin"
Silava axaftina xwe domand û bal kişand ser têkoşîna ku ew didin meşandin û got: "Îro li ser xaka me hem berxwedan heye, hem jî êrîşên dijwar tên kirin. Ji ber vê ji çêkirina nûçeyan zêdetir, em dixwazin bi riya gotin, hevok û hunandina nûçeyê, peyameke bîrdozî û bi wate bidin. Her wiha em têkoşîna jinan a ji aliyê civakî, siyasî, leşkerî û hwd. ve ji raya giştî re radigihînin. Bêguman em nûçeyên giştî çêdikin lê em herî zêde mijarên bi jinan ve girêdayî digrin dest. Hêzên serdest û desthilatdar jinan di reklamên xwe de bi kar tînin û wan ji rastiya wan dûr dixin, em li dijî vê hişmendiyê heqîqeta hebûna jinan û nasnameya wan bi çav, nêrîn, hest û mêjiyê jinan parve dikin. Em weke rojnamevanên jin ên li vê herêmê jî niha vê têkoşînê didomînin."
Silava Ehmed bi lêv kir ku rojnamevanên Kurd rastiya hêzên hegemon û pergala serdest eşkere dikin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Di dirêjiya van salên şoreşê de gelek hevriyên me yên jin û mêr jî bûn hedefa dijmin. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gelek hêzên hegomonîk hene lê em dixwazin bi taybetî dewleta tirk bînin ziman ji ber ku herî zêde ew rojnamevanan hedef digre. Mirov dikare bi riya hedefgirtina rojnamevanan ji aliyê dewleta tirk ve, metirsiya wan ji çapemeniya Kurdî teqez bike. Ew ji me ditirsin ji ber ku em her tim rastî û rûpoşên li ser rûyê wan nîşan didin. Ji ber vê ew di her fersendê de rojnamevanan rasterast û bi zanebûn hedef digrin. Em bi wesîleya vê rojê soza xwe ya şopdariya mîrateya ku rêhevalên me li pey xwe hîştin, nû dikin."
"Em dibin deng û rengê tevahî jinan"
Xebatkara JIN tv. Zozan Remedan di destpêkê de kanala xwe nirxand û got: "Heger mirov di aliyê weşanê û hişmendiyê de bigre dest, em dikarin bêjin ku kanala me li ser asta cîhanê û di dîroka jinan de yekemîn e. Kar û xebatên çapemeniyê ne hêsan in, bi taybet jî dema ku mirov di xebateke xweser de cih bigre. Me di destpêka avakirina televîzyonê de gelek astengî jiya lê bi demê re me gelek gavên girîng û balkêş avêtin. Li ser vê bingehê me cihê xwe di şer de girt, em çûn gundan, bajaran û me kolan bi kolan deng û rengê jinan ragihand. Ez bi xebata xwe serbilind im û ji bo min karkirina di vê televîzyonê de gelek bi nirx e."
Zozan di 2019`an de ji aliyê leşkerên dewleta tirk ve di dema dewreyên hevpeş ên Tirkiye-Rûsyayê de birîndar bû. Zozanê di domandina axaftina xwe de ev yek bi bîr anî: "Dema ku li herêma me dewriyeyên hevbeş ên Tirkiye-Rûsyayê digeriyan, me helwesta gel dişopand. Ez ji aliyê dewleta tirk ve hatim hedefgirtin û birîndar bûm. Piştî birîndariyê min teqez kir ku dewleta tirk em bi zanebûn hedef girtine ji lewre daxwaz û girêdana min a bi vê xebatê re zêdetir bû. Her wiha gelek kes û kesayetên biyanî bi min re ketin pêwendiyê. Şandeyeke ji Brîtanyayê difikirî ku ên di piştperdeyê de JIN tv. bi rê ve dibin mêr in, tenê yên li ser ekranê jin in. Min ji wan re kar û xebatên xwe şîrove kir ku ekîba televîzyonê tev jin in. Ji ber vê ew matmayî man û gelek meraq kirin."
Zozan Remedan di dawiya axaftina xwe de got ku ew şopdariya mîrateyeke bîrdozî û azad dikin û wiha bi dawî kir: "Piraniya medya û çapemeniya cîhanê weşana xwe li ser bingeha modernîteya kampîtalîst dikin. Di çapemeniya cîhanê de herî zêde rojnamevanên jin li gorî xweşikbûna rûyê wan tên hilbijartin. Jixwe pêşkêşî ango nûçeyên xwe jî bi hişmendiya baviksalarî amade dikin lê di polîtîkeya weşanê ya JIN tv. de, berovajî ye. Me xwe li ser bingeheke bîrdozî û mîrateyeke ku jinên zanyar û pêşeng ji me re hiştine, birêxstin kiriye. Em şopdariya riyeke ku bi bîrdoziya rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan dest pê kiriye, dikin. Li ser vê bingehê em bi weşaneke alternatîf dixebitin û vê rojê li hemû jinên rojnamevan pîroz dikin."