Rojnamevanên Êzidî: Wê ala herdu rojnamevanên heqîqetê her dem li ba be
Rojnamevanên Şengalê êrişa li dijî rojnameger Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan ên dema êrişên dagirkeriya çeteyên dewleta Tirk dişopandin hatin qetilkirin, şermezar kirin û gotin: “Wê ala herdu wan her dem li ba be.”
Şengal – Du rojnamevanên naskirî û xwedî ezmûn ên Kurd Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan dema berxwedana şervanên QSD û YPJ’ê ya li Bendava Tişrîn û Pira Qereqozaxê dişopandin, bi awayekî bi zanebûn bûn hedefa êrişa balafira bêmirov a dewleta Tirk a dagirker. Hedefgirtina kedkarên çapemeniya azad Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn, çend meh piştî Gulistan Tara, Hêro Behadîn û Mirad Mîrza hem kedkarên ragihandina azad xemgîn kir, hem jî îdiaya wan a kar û soza wan a mezinkirina ragihandina azad mezintir kir.
Piştî êrişê daxuyaniyeke nivîskî ji aliyê rojnamevanên Êzidî yên Şengalê ve hat dayîn. Rojnamevanên Êzidî yên Şengalê rojnamevan Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan bi rêzdarî bi bîr anîn û êrişên dewleta Tirk ên li ser rojnamevanan şermezar kirin.
‘Du rojnamevanên wêrek û bi wijdan bûn’
Di daxuyaniya rojnamevanan de têkildarî îsrara rojnamevanan a di ragihandina heqîqetê de wiha hat gotin: “Bihîstina agahiya şehîdbûna herdu hempîşe û hevalên me yên rojnamevan Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn me gelekî xemgîn û bi hêrs kir. Herdu rojnamevan jî bûn dengê şoreşa gelan a Rojava û hemû gelên zilm li wan hatiye kirin. Bi pênûs û kameraya xwe, xwedî li etîk û wijdanê rojnamevaniyê derketin, dikaribûn bi wêrekî erk û wezîfeyên rojnamevaniyê bi cih bînin, dengê berxwedêran bigihîjînin hemû herêm û cîhanê. Weke hempîşeyên wan, me rastiya berxwedanê û hovîtiya ku dihat kirin ji wan dibihîst. Ew bûn nimûneya rojnamevaniya rastiyê û wêrek, ji me re dan nîşan ka di bin her şert û mercî de çawa dikarin rojnamevaniyeke bi wijdan bikin.’
‘Nûçeyên wan şerê taybet vala derxistin’
Di berdewama daxuyaniyê de hat gotin ku li hemberî hemû nûçeyên derew, manîpulasyon û şerê taybet, şehîd Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn tevî şerê dijwar jî dikaribûne bi şopandina eniyên berxwedanê ne tenê çeteyên dewleta Tirk, hemû hevkarên wan vala derbixin û wiha hat gotin: “Di demên şer de eger rojnamevanên xwedî pênûsa vegotina rastiyan û dilwêrek nebin, şerê taybet û nûçeyên derew ji bo bêmoralkirin û agahdarkirina şaş, dikevin dewrê. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku di bin xeteriyeke mezin de ye xwestin wiha bikin. Lê herdu rojnamevanên wêrek hemû derewên wan vala derxistin, coş û ruhê berxwedanê yê şervanan gihandin me tevan. Ew ji bo me bûn mînak lewma dewleta Tirk wan bi qestî hedef girt. Lê wan nîşanî me da ka em çawa dikarin bibin dengê gelê xwe, hemû gelên azadîxwaz û berxwedêran.’
‘Bûn dengê gelên azadîxwaz û şoreşa jinan’
Di berdewama daxuyaniyê de hat gotin, rojnamevan Cîhan Bîlgîn ku her dem bûye dengê şoreşa gelan û şoreşa jinan a Rojavayê Kurdistanê, Nazim Daştan jî di serî de li Şengalê di şopandina berxwedana li dijî DAIŞ’ê ya li Şengal û Rojava de roleke mezin lîstiye û wiha hat gotin: “Rojnamevan Nazim Daştan rojnamevanê gihandina dengê hemû gelên di bin şûrê qirkirinê de bû. Ne tenê li Rojava li Şengalê jî dikaribû êş û berxwedana civaka me ya Êzidî ji bo cîhanê ragihîne. Bi pênûs û kameraya xwe berxwedana li dijî DAIŞ’ê û hevkarên wê şopand, şahidiya kêliyên dîrokî kir. Ew jî weke Nûjiyan Erhan dikaribû bingeha ragihandinê û çawa rojnamevanî tê kirin ji me re deyne. Şopdara Gurbetellî Ersoz Cîhan Bîlgen jî 8 salan bênavber şahidî ji têkoşîna jinan re, ji êş, koçberî û lehengiya wan re kir. Pêşketina şoreşa jin ku, bûye îlham ji hemû jinên cîhanê re kêlî bi kêlî mîna bibe yek ji endamên şoreşê, ji heqîqeta wê re bû pênûs û dengê vegotinê. Niha em li ser şopa wan dikarin bibin dengê gelê xwe, mîraseke dewlemend a rojnamevaniyê ji me re hiştiye.”
‘Divê saziyên parastina rojnamevanan dikin erka xwe bi cih bînin’
Di daxuyaniyê de bang li saziyên navneteweyî yên rojnamevanan hat kirin û wiha hat gotin: “Divê hemû saziyên ku parastina mafên rojnamevanan dikin û hemû rojnamevanên xwedî wijdan, li dijî van sûcên şer ên rejîma Erdogan û çeteyên wê derbikevin. Dewleta Tirk bi balafirên xwe di nava salê de 5 hevalên me yên rojnamevan li Bakur, Başûr û Şengalê şehîd xistin û çend hevalên me jî birîndar kirin. Em bang li saziyên navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan dikin, bila erkên xwe bi cih bînin, pêşî li xetere û hedefgirtina rojnamevanan li Kurdistanê û herêmê bigrin. Dema em erkên xwe bi cih tînin divê sazî jî erkên xwe bi cih bînin, pêşî li van dewlet û komên çete yên rasterast rojnamevanan hedef digrin were girtin.”
‘Em ji wan fêrî rojnamevaniya wêrek dibin’
Daxuyanî wiha bi dawî bû: “Wê ala herdu rojnamevanan a ragihandina heqîqetê her dem li ba be û tu carî danekeve. Wê ezmûn, wêrekî û ruhê wan ê welatparêz her dem ji bo me rojnamevanan û kedkarên ragihandinê bibe hêz, vîn û moral. Em ê bi bîranîna wan fêr bibin ka rojnamevaniya heqîqetê çawa tê kirin. Em dibêjin bila ruhê wan şad be û çavên wan li pey wan nemîne.”