Êrîşên Îsraîlê yên li ser Xezayê di roja 441’emîn de ye

Hat ragihandin ku di êrîşên Îsraîlê yên ji 7’ê Cotmeha 2023’an vir va li ser Zîvala Xezayê hatin kirin de hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane bû 45 hezar û 206 û hejmara birîndaran jî bû 107 hezar û 512.

Navenda Nûçeyan- Ji 7ê Cotmeha 2023’an vir ve êrîşên Îsraîlê yên li ser zZvala Xezayê bênavber berdewam dikin. 

Wezareta Tendûristiye ya Filistine der barê êrîşên Îsraîlê ên 441 rojin li ser Zîvala Xezayê berdewam dikin daxuyaniyek nivîskî da. Hat diyarkirin ku di 24 saetên dawîn de di "3 qetlîamên" ku ji aliyê Îsraîlê ve li gelek deverên Zîvala Xezayê  hatin kirin de 77 kesan jiyana xwe ji dest danê û 174 kes jî birîndar bûne.

Hat ragihandin ku di êrîşên Îsraîlê yên ji 7’ê Cotmeha 2023an vir ve li ser Zîvala Xezayê hatin kirin de hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane derket 45 hezar û 206’an û hejmara birîndaran jî derket 107 hezar û 512’an. Her wiha di daxuyaniyê de hate gotin ku hîn jî cenaze di bin kavilan de û li kêleka rê mane, lê tîmên tenduristiyê û hêzên parastina sivîl ji ber astengiya hêzên Îsraîlê nikarin xwe bigihînin cenazeyan.