Rojnamevana Lubnanî Nada Ayoub: Ez dixwazim rastiyan derxim holê

Rojnamevana Lubnanî Nada Ayoub, diyar kir ku jinên Lubnanî gelek zehmetiyan dikşînin, hewl didin di nava van zehmetiyan de hebûna xwe îsbat bikin û da zanîn ku bi rûbirûbûna rewşa li welat re bûye dengê kolanan.

FADIA JUMAA

Beyrûd- Rojnamevana Lubnanî Nada Ayoub ku li Lubnanê gendeliya desthilatdariyê dike nûçe û bûye dengê gel, mijarên ku dixwest li welata xwe balê bikşîne ser anî ziman û di heman demê de tercubeya pîşeyî ya bi têkoşînê bi ser xist, ji ajansa me re vegot.

Nada Ayoub a li Zanîngeha Lubnanê ji beşa Zanistên Siyasî mezûn bûye, da zanîn ku armanca wê her dem ew e ku bi rojnamevaniyê rastiyan eşkere bike û wiha got: “Min bi vê azwêriyê dest bi pîşeya xwe kir lê bi rastî ji xeyalên cîhana rojnamegeriyê ji rastiyê pir dûr in. Ez bi rastiyeke bi êş re rûbirû mam. Rêjeyek zêde ya pisporên çapemeniyê, di bin baskên desthilatdariyê de ne.”

'Min dizanibû cihê min li kolanan e’

Nada Ayoub, da zanîn ku tevî şikestina xeyalên xwe jî baweriya xwe referans girtiye û bi hemû neyîniyan re rû bi rû bûye wiha got: “Min dizanibû ku cihê min ê xwezayî kolan û dengê li kolanan e. Me ji bilî dosyayên hawirdorê yên weke paqijkirina çemê Lîtanî ya ji qirêjiyê, dosyaya Bisrî Marj a ji bo çêkirina bendavê di bin gefa hilweşandinê de ye, dosyaya telekomunîkasyonê ku sektorek di asteke mezin de hundirê vê hatiye valakirin. Hê jî tê taybetkirin, dosyayên jinan ên di rojevê de, mafên jinên Lubnanê yên hemwelatbûnê bidin zarokên xwe û têkoşîma bi destgirtina mafê velayetê jî di nav de gelek dosyayan ronî kir. Min bi saya xebata xwe ya rojnamevaniyê hûrgiliyên hinek dosyayan dît û girîngiya wê teqdîr kir. Bi qasî ku min fêm kir, heta rojnamevanî û têkoşîna li kolanan di berjewendiya civakê de be, dê nakokî tunebe."

‘Li dijî jinan gelek sînor hene’

Nada Ayoub, pirsa jinên Lubnanê li welatekî ku bi kevneşopî û zagonên dînî, mezhebî û civakî tê birêvebirin, dikarin di siyasetê de cih bigran  an ne de jî wiha got: "Li Lubnanê jiyana siyasî heta niha jî bi giranî di yekdestiyan de ye. Sedema vê jî ji çanda Ereban pêk te. Jinên di parlamentoyê de cih digrin hene lê em dibînin ku ji bo partiyên siyasî tevli xebata siyasî bibin, mêran di nava xwe de di pozîsyonen pêş de bi cih dikin. Heman gav ji bo jinan nayên avêtin. Dibe ku jinên Lubnanê ji jinên li welatên cîran ên ku hewl didin civakên xwe baştir bikin têdikoşin, di rewşeke baştir de bin lê tundî û cihêkariya li ser bingeha zayendî jî di nav de gelek sînorên ku hê jî nehatine şikandin hene.”

Nada Ayoub, der barê rola jinên Lubnanê ya di çapemeniyê de jî axivî û wiha got: "Ez hêvî dikim ku pisporên çapemeniyê bigihîjin asteke ku nehatiye dîtin, di ronahiya paşketina siyasî, entelektuel, exlaqî û çandî de hemû tişt ji nû ve bên diyarkirin û ji bo avakirina welatekî adil bixebitin. Ez di asta şexsî de xebatên xwe yên rojnamevanî û nivîskariyê berdewam dikim û niha daxwaza min a ketina ketina aliyê siyasî nîn e.”

‘Pêşketinek wisa girîng tune ye’

Nada Ayoub da zanîn ku rewşa jinên Lubnanê di salên dawî de bi pêş neketiye û got: “Bi taybetî der barê zagonan de ji bo jinên li Lubnanê were halekî wekhevtir, di asta mewzûatê de ma, em nebûn şahidên pêşektineke girîng. Li aliyê din bi taybet di aliyê çandî de, bi giştî di aliyên cuda yên jiyanê de bi pêş neket. Pêwîstiya vê têkoşînê bi salên dirêj heye. Berovajî wê di qeyran û şer de jin jî weke mêran di bin zextan de dimînin û weke xeleka herî lawaz ev zext hê dijwartir dibin û jin di nava welat de barê qeyrana aborî û di nav de zehmetiyên şer digrin.”

Nada Ayoub îşaret bi wê yekê kir ku jinên Lubnanî bi hewldana derbaskirina astengiyan di gelek qadan de têkoşîna nirx û hebûna xwe didomînin û wiha berdewam kir: “Jinên ku di pîşeyên naxwazin de dixebitin û zorî li wan tê kirin li hemberî şantajên ku rastî wan tên bêdeng dimînin hene, ji ber qeyranê divê ew bê kar nemînin. Ji ber şert û mercên xirab ên ji cihbûnê, jinên ku di stargehan de dijîn û li gel malbatên xwe heman odeyê parve dikin hene, ev jî dibe sedem ku mahremiyeta wan nemîne û rastî tacîzan werin.”

‘Serkeftineke kolektif tune ye’

Nada Ayoub destnîşan kir ku weke gelek encamên beşdariya şoreşê ji ber sekna jinan a siyasî rastî êrişên dijwar tên û wiha got: “Lê belê pirsgirêk ew e ku weke naveroka êrişê ne siyasî bû û ne nîqaşeke fikrî û şexsî bû. Reşkirina wan, lêpirsîna nêzikatiyên wan û di civakek mêrsalarî de êrişa li dijî jinan riya herî asan ya êrişkirina rûmeta wan e…Jinên Lubnanê tevî hemû zehmetiyan, serkeftinan bi dest dixin lê ev ne serkeftinek kolektîf, serkeftinên şexsî ne. Jinên ku di projeyên xwe de serkeftî ne, di dozên diyar de hebûna xwe îsbat kirin û di warên diyar derketine pêş hene. Lê belê erêkirina zagona statuya şexsî, temenê welayetê û weke mijarên din ên jinan eleqedar dikin serkeftinek kolektîf ku di berjewendiyên jinan de were gotin tune ye.”