Rojnamevana Iraqî: Jinan di pevçûna Îran û Îsraîl de bedela giran dan
Rojnamevana Iraqî Efrah Şewqî şerê di navbera Îsraîl û Îranê de nirxand û got ku jin di van êrişan de bedela giran dan.
MALVA MIHEMED
Navenda Nûçeyan – Di nav dûmana ji êrîşên leşkerî yên Îsraîl û Îran bilind dibe de, di nav agirbestek li ser erdê de û di demekê de ku hêzên navneteweyî mijûlî nexşeriya pêşîlêgirtin û bersivdayînê ne, jin bi bêdengî têlên jiyanê diqetînin. Ew di nava stargeh û wêraniyê de ne tenê bi windahiyan lê bi pirsên bêbersiv jî bargiran in.
Ji bo bal kişandina ser ezmûna jinan di çarçoveya şer, medyayê û vegotinên siyasî de û gelo dengê jinan dikare bibe pusûleyek ber bi ewlehî û aştiyê ve, ajansa me hevpeyvînek bi rojnamevana Iraqî Efrah Şewqî re kir.
'Jinan di pevçûna Îran û Îsrîl de bedela giran dan'
Efrah Şewqî derbarê pirsê me ya şerê dawî çi gef li ewlehiya jinan li deverên hedefgirtî xist wiha bersiv da: "Jinên Îranî her pêşengiya xwepêşandan û meşan dikin, ji ber xwezaya rêjîma serdest di warê mafên mirovan û xweseteka perwerdeyê de ew bi pirsgirêkên girîng re rûbirû dimînin. Jinan rolek girîng di vê tevgerê de lîstin û çalakbûna xwe nîşan dan. Lê ev rol piştî şerê dawî kêm bûye. Ev şer nexweşxane û girtîgeh armanc girt, di nav de zîndana Evîn ku tê de jin lê dimînin. Ew bi şîdeta navxweyî û bombebarana derve re rûbirû ne. Li hember vê yekê jî rêxistinên navneteweyî û mafên mirovan berpirsiyariyên xwe bicih bînin. Jinan di vê pevçûnê de bedela herî giran dan."
Bandorên şer li ser jinan
Efrah Şewqî di nava gotinên xwe de dest nîşanî bandorên agirbestên demkî li ser jinan kir û wiha got: "Ev tiştekî xwezayî ye ku biryara siyasî ya her du welatan bi piranî maf û şert û mercên jinan paşguh dike, bê ku tedbîrên bibandor ji bo çareserkirina rewşa wan bigire. Ev mijar divê were raberkirin, ji ber ku barê herî mezin dikeve ser milê jinan bi taybet ên ku ji tundiyê rizgar bûne. Agahiyên girêdayî rewşa jinan gelek kêm in. Carna meylek hebû ku wêneyên jinên ku di kampanyayên piştgiriya xwe ji bo hikûmetê de nîşan didan, bi riya sirûdên neteweyî an jî îfadeyên dilsoziya bi dewletê re, werin bikar anîn. Ev jî da diyar kirin ku welatparêzî daxwazên wan ên ji bo azadî û mafan derbas kiriye."
'Domandina pevçûnan dê bandor li jinên dewletên cîran jî bikira'
Efrah Şewqaî da zanîn ku ger ev pençûn bidomiya dê bandorên xwe ser jinên li dewletên cîran wek Sûriyeyê û Iraq jî bikira û wiha pêl da gotinên xwe: "Eger ev pevçûn berdewam bike, bandorên wê dê girantir û berfirehtir bin, taybet ji bo jinên li van welatan, ku bi gelemperî di dema krîzan de ji awayên parastinê yên herî qels cefayê dikişînin. Gef êdî ne tenê amûrên zextê ne, di hin rewşan de ew veguherîne hedefgirtina rastîn û qelsiya ewlehiya herêmî zêde dike. Niha hêvî ew e ku jin roleke mezintir û dengekî xurtir werbigirin, da ku beşdarî afirandina pergaleke pêşîlêgirtinê ya bi bandortir bibin."
'Di şeran de medya bi awayek neynî tên bikaranîn'
Efrah Şewqî rola medyayê li dora jinan di nava şerê Îran û Îsraîlê de anî ziman û wiha dawî li gotinên xwe anî: "Pevçûnên dawî de ne tenê bi eniyên leşkerî sînordar bû, ew şerekî medyayî yê dijwar jî bû. Carinan ji qada şer bi xwe jî bi bandortir bû. Rêbazên çavtirsandin, tirsandin, belavkirina nûçeyên derew û propagandaya siyasî pir belav bûn. Her wiha li hin deverên şer jî enternet jî qutkirin bi armanca ku agahî neyên parve kirin. Medya di şeran de bi awayek neynî tê bikaranîn, li şûna aramkirina rewşê wê gur dike û li şûna eşkarekirina rastiyan wan vedişêre. Bi bidawîhatina şer re, tê payîn ku gelek pirsgirêkên ku di rojên şer de nehatine ronîkirin, derkevin holê."