Rojnamevana Îtalî: Êrîşên li ser Kurdên Rojava rawestînin

Rojnamevana Îtalî Alessia Manzî ya ku hatibû serdana Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê û ji nêz ve bû şahida êrîşên dewleta Tirk, ji bo parastina Şoreşa Jinan bang kir. Alessia Manzî got: “Gava ez li gavên li vir hatine avêtin dinhêrim, hêviyê digirim.”

BÊRÎVAN ÎNATÇÎ

Hesekê – Êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li ser Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê didomin. Li gel seferberiya ku li herêmê didome, rojnameger û çalakvanên ji derveyî welat tên, ji bo şopandina rastiya ku li herêmê tê jiyîn berê xwe didin Şoreşa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê. Rojnamegera Îtalî Alessia Manzî ya bi komek rojnamegeran re ji bo dîtin û şopandina rewşa li herêmê hatibû serdana kampên koçberan ên ji ber êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê koçber bûne, bersiva pirsên ajansa me da.

Alessia Manzî bal kişand ser êriîşên dewleta Tirk û ji bo berxwedana gelan a li herêmê got: “Fikra min ev e ku berxwedana gel ji hêza çekan mezintir e, tiştekî pir bi hêztir e ku bêguman bi bombebaranan nikare bê tunekirin. Ji ber ku Sûriye niha ketiye nava pêvajoyek nû vê yekê jî bandorê li rewşa Bakur-Rojhilatê Sûriyê kiriye. Divê êrîşên Tirkiyê bên şermezarkirin. Divê êrîşên li dijî binesaziyê û gelan, bên rawestandin.”

*Belê Alessia destpêkê tu bixêr hatî Bakur û Rojhilatê Sûriyê. Em hinek dixwazin te nas bikin. Demek e tu li herêmê yî û rewşa vê derê dişopînî. Çavderiyên te çi ne?

Ez Alessia Manzî me, rojnamevaneke serbixwe ya Îtalî me û bi piranî bi koçberî, mafên mirovan û Rojhilata Navîn re bi taybetî Kurdistanê re mijûl dibim.

Di serdana xwe ya li herêmên Bakur-Rojhilatê Sûriyê de ku nêzî 20 roj in didome, min rewşek dramatîk dît. Ji ber ku êrîşên berdewam ên Tirkiyê gefê li vê pêvajoya azadî û şoreşê dixwin û jiyana mirovan, ekolojî, her tiştê ku herêmê eleqedar dike, zirarê dibîne. Tirkiye bi tu awayî nahêle ku ev mirov di nav aramiyê de bijîn. Ne tenê gelê Kurd li vir dijîn. Tiştê ku Rêveberiya Xweser bi salan e pêk tîne, parastina civakên cuda ye.

‘Li dijî êrîşan bêdengiya qada navnetewî heye’

Ji ber bêdengiya cîhanê rewş dramatîk e. Çavên xwe ji binpêkirinên mafên mirovan ên giran re girtine ku ev demeke her roj gel rastî êrîşan tên. Ev jî ji ber "makîneya dezenformasyonê" ya ku ji aliyê Tirkiyê ve tê meşandin e. Min bi taybetî çend gotaran xwend, çend vîdyoyan dît ku rewş berovajî tê vegotin û kesên li vir wekî terorîst tên binavkirin. Dibê qey kî behsa azadiyê bike, behsa demokrasî, şoreş û azadiya jinan bike, terorîst e.

Rewşa li nava kampên ku bi hezaran koçber lê hene, pêşî ji Efrînê û paşê jî niha ji Til Rifet û Şehbayê ne, bi rastî dramatîk e. Ez nikarim çîrokên ku min li kampan bihîst vebêjim. Jiyana li kampê bêguman ne bi daxwaza mirovan e. Mafê her yek ji me heye ku em li malên xwe, li ser axa xwe bijîn.

‘Dewleta Tirk siyaseta qirkirinê dimeşîne’

Ev kes û kesên ku berê li Efrîn û Serêkaniyê dijiyan, mafê wan ji destê wan hat girtin. Ji ber ku dewleteke din, ango Tirkiye serkêşiya SNA dike, bi her awayî hewl dide van herêman dagir bike. Mixabin li hinek ji deveran wisa kir. Ji bo siyaseteke kolonyalîst, siyaseteke qirkirinê dimeşîne. Kuştina bi hezaran mirovî, paqijkirina etnîkî tê wateya jenosîdê. Çîrokên ku min di hundirê kampan de û li stargehên din bihîstine pir bi êş û dijwar in. Bi hezaran kes neçar mane ji nişka ve ji malên xwe derkevin.

Carna dema li wan guhdarî dikim şerm dikim, ber ku weke kesek ji Ewropayê em her dem li ser mafên mirovan, mafên jinan diaxivin. Ewropa çavên xwe ji rewşeke pir giran re digre. Di serdana min a li nava kampan de tiştê ku herî zêde bala min kişand, hevokeke ku çend caran ji min re hat dubarekirin: "Ji kerema xwe li Ewropayê bibin dengê me."

Vê hevokê dilê min êşand. Ji ber ku tê wê maneyê gelek kêm rojnamevan hatine vê derê. Min digot qey gelek hatine. Bi gelemperî di vê dema ku koçberkirina girseyî heye de, bala medyayê pir zêde ye. Li vir, min dît ku ev ne wisa bû. Gelek çîrok bala min kişandin, zarokên ku di stargehan de dijîn, pitikên teze hatine dinê yên di odeyên piçûk de ku carna 19-20 kes lê dijîn, bala min kişandin.

‘Mirov çawa dikare xemsar bimîne?’

Ez ji xwe dipirsim ka meriv çawa dikare li hemberî van hemûyan xemsar bimîne. Tevî rewşa dramatîk a li nava kampan û westandinê jî, moralê mirovan bilind e. Di medyaya rojavayî de, em gelek caran pênaseyên penaber û koçberan mîna mirovên bêhêvî dixwînin an dibînin. Ez her dem dibêjim ev kes ne bêhêvî ne. Bêhêvîbûn, ji aliyê Ewropayê ve tê vegotin û îstîsmarkirin.

Ez wek Ewropiyek diaxivim, ez dibînim ka Ewropa çawa van mirovan dike mirovên bêhêvî. Mînak, dema ku van mirovan neçar dike bi rêwîtiyên dûr û dirêj û pir xeternak re rû bi rû bimînin, bi gelemperî kujer e. Bi vî awayî mirovên li welatên me li rizgariyê digerin jiyana xwe ji dest didin. Kampa Dunkirk tê bîra min.

‘Min hêz û hêviyek mezin dît’

Di vê kampa ku li bakurê Fransayê ye, bi hezaran kesên piraniya wan ji Kurdistanê ne, dijîn. Li hêviya derbasbûna Kanala Îngilîzî û piştre xwegihandina Îngilîstanê dijîn. Gelek caran ev kes di behra ku pir xeternak e de jiyana xwe ji dest didin. Yê ku van mirovan vediguherîne mirovên bêhêvî, saziyên Rojava û hemû dinya ye. Mirov dema xwe di nava behrê de dibînin, bê hêvî dibin û pê dihesin ku çare ji jiyana wan re nemaye. Lê min li vir bêhêvîtiyê nedît, berovajî wê, min hêzek mezin, bi hêvî lê di heman demê de pir westiyayî dît.

Ewqas westiyayî ku ji ber ku hûn wek Kurd jidayîk bûne. Ev rev û çewisandin ji aliyê mirovî ve nayê qebûlkirin. Çîroka mîrzayekî pîr tê bîra min, di hundirê kampekê de, belkî li Dêrikê ku ji min re got: “Tenê gunehê min ew e ez wek Kurd hatime dinyayê, lê çi gunehê min heye?" Binhêrin, ez bawer dikim ku di ronahiya tiştên diqewimin de divê em girîngiyek mezin bidin.

‘Mirovahî û hesta civakîbûnê bi mirovên li vir re heye’

Gelek kes hene ku mafên wan ên mirovî hatine binpêkirin. Koçber bûne, li Efrînê asê mane, li Serêkaniyê asê mane. Û 3000 kes jî hene ku çarenûsa wan nediyar e, di dema derketina ji Til Rifet û Şehbayê ber bi Tebqayê ve. Binpêkirinên mafên mirovan pir giran in. Tiştê ku herî zêde li Rojava bala min kişand, bêguman mirovahiya ku min li vir dît bû.

Mirovahî û hesta civakîbûnê bi mirovên li wir re heye û ez dizanim ku me li Ewropayê vê yekê zûde wenda kiriye û her çend carna em hewl didin ji nû ve ava bikin jî, nabe. Der barê rewşa mirovî ya ji ber êrîşên Tirkiyê de, bêguman gelek çîrokên mirovên li kamp û stargehan kom bûne hene.

*Te serdana wargehên koçberan kir. Te bi xwe jî anî ziman gelek çîrokên te bihîstine, bandorê li te kiriye. Herî zêde çi bandorê li te kir di nav van çîrokan de?

Çîrokek ku bi taybetî bala min kişand çîroka Mihemed, xortê 17 salî ye ku ji ber êrîşên kîmyewî yên ku Tirkiyê di sala 2019’an de li Serêkaniyê pêk anî, bêhêvî bûye. Di vê gera xwe ya ji bo Rojava de jî min derfet dît bi gelek jinên ku di vê pêvajoya şoreşgerî de cih digrin û di serî de komele, saziyên ku jinan diparêzin re biaxivim.

Her bahoz bi dilopek dest pê dike

Min hewldaneke mezin ji aliyê wan ve dît û li hemberî sîstemê jî xwerexnegiriyek mezin dît. Ew difikirin ka dinya çawa dikare cuda bibe. Min ferq kir ku dilsoziya wan pir girîng e. Ez her dem dixwazim hevokek ku şervanê Îtalî Lorenzo Orsetti gotibû, bi bîr bînim. Têkoşerê ku di şerê li Rojava de şehîd bû digot: “Her bahoz bi dilopek dest pê dike. Hewl bidin bibin dilop.”

‘Hêviyek mezin dide min’

Ji ber vê yekê ez her dem difikirim ku gavên me, gavên we girîng in. Her çiqas carna encam yekser neyê dîtin jî. Ez li ser civaka ku jê têm ya Ewrûpayê jî difikirim. Em niha bi kar anîne ku her dem her tiştî tavilê dixwazin, lê ev ne gengaz e. Dem digre. Çawa ku li Rojava jî wisa bû. Mînak di mijara parastin û xwerêveberiya jinê de. Ev bê guman encama pêvajoyek dirêj e. Her tişt dema xwe heye.

‘Ez difikrim ku dinyayek din jî mimkun e’

Ev hêviyek mezin dide min, nemaze dema ku carna em bandorên tavilê di civaka xwe de nabînin. Dema ku em difikirin her tişt ne gengaz e. Lê gava ez li ser gavên mezin ên li vir hatine avêtin, bi taybetî jinên ku li dijî gefên DAIŞ’ê şer kirine û niha xwe li hemberî gefên Tirkiyê diparêzin difikirim, wê demê ez difikirim ku li dinyayê tiştek bi rastî mumkin e.

*Di van rojên ku te serdana herêmê kir de, li Bendava Tişrînê jî êrîşek dijwar li hemberî gelan heye. Her wiha berxwedaniyek bê hempa bi pêşengiya jinan heye li dijî van êrişan. Vê yekê çawa dinirxînî?

Êrîşên Tirkiyê, li dijî azadiya gelan e, binpêkirina mafên mirovan e. Ev êrîş, binpêkirina xwerêvebirina gelan e. Ew nahêlin civaka li xaka Bakur û Rojhilatê Sûriyê di nava aramiyê de bijî û jiyana xwe bi asayî bidomîne. Mixabin hê jî êrîşên li ser Bendava Tişrînê didomin. Di êrîşên Tirkiyê de heta niha herî kêm 60 kes mirine û bi qasî wan jî birîndar bûne. Bendava Tişrînê ji bo gelê Bakur-Rojhilatê Sûriyê, li ser xakê dibe xetere.

Ger bendav hilweşe dê karesatek mirovî û jîngehî çêbibe, pêşî li koçberiyê vebe. Ewropa dîwaran çêdike, Rojava dîwaran çêdike ji ber ku ew kesên direvin û hewl didin li Ewropayê aştî û jiyana çêtir bibînin red dike. Lê em çawa dikarin bifikirin ku aştî heye? Ger li wir şer hebe em çawa dikarin li bendê bin ku mirov li welatên xwe bimînin?

Tiştê ku li Bakur-Rojhilatê Sûriyê diqewime, her çend ronahiya medyayê ne li vir be jî şerekî dijwar e. Em çawa dikarin li bendê bin ku mirov di şert û mercên wiha de jiyana xwe bidomînin? Ji ber ku ez di wê baweriyê de me nebûna derfeta çûyîna dibistanê, weke mînak û bizanibe ku piştî nîvroyê hûn ê vegerin malên xwe û li cihekî bombe bi ser we de nebare. Ev tê wê wateyê ku di rewşeke nemirovî de dijîn, ji ber ku mirov nikare bi vî rengî bijî.

‘Divê êrîş bi awayek cidî bên şermezarkirin’

Êrîşên Tirkiyê, ev demek e bênavber didomin. Ji ber ku Sûriye niha ketiye nava pêvajoyek nû vê yekê jî bandorê li rewşa Bakur-Rojhilatê Sûriyê kiriye. Divê êrîşên Tirkiyê bên şermezarkirin. Divê êrîşên li dijî binesaziyê û gelan, bên rawestandin. Projeya Erdogan projeya berfirehkirina kolonyalîst û paqijiya etnîkî ye. Erdogan û nûnerên din ên partiyên faşîst, bi kanalên xwe yên agahdarkirinê, daxwaza xwe ya dagirkirina Bakur-Rojhilatê Sûriyê aşkera dibêjin, hewce nabînin ku veşêrin. Ev pir cidî ye ji ber ku hemû kes, xwedî mafê çarenûsa xwe ne.

*Di êrişên dewleta Tirk de bi taybetî rojnameger, xebatkarên çapemeniyê û nûçegîhan bûne hedef. Weke rojnamegerek vê yekê çawa dinirxînî? Gelo tu dikarî ji hemû jinan re peyamek bidî ku berpirsyariya wan di vî warî de çi ye?

Di vê heyamê de gelek êrîş li ser bendava Tişrînê û li dijî sivîlan pêk hatin, yek jî duh dema gel govendê digerand û rastî êrîşan hat. Her wiha kuştina du rojnamevanan a beriya mehekê û çendîn endamên jin ên Kongra Star û endamên cîhana şanoyê jî bi bîr tînim.

Ev pir cidî ye, helbet hewldaneke Tirkiyê ye ku gel, civaka sivîl û her wiha hemû cîhanê bêdeng bike. Bi bombeyan hewl dide her kesî, gelê Kurd û gelên niha li Bendava Tişrînê ne bitirsîne. Gel ji bo parastina Şoreşa Rojava li wir e, bendav jî sembolek e.

Armanca êrîşên Tirkiyê ew e ku xelkê bêzar bike û bi her awayî hewl bide bi bikaranîna çekan bihêzbûna Tirkiyê û çeteyên wê nîşan bide. Fikra min ev e ku berxwedana gel ji hêza çekan mezintir e, tiştekî pir bi hêztir e ku bêguman bi bombebaranan nikare bê tunekirin.

Rojava û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji destpêka şoreşê ve bi salan e vê yekê hînî me dikin. Gelek caran xelkê vê derê rastî êrîşên giran hatine, neçar mane bi DAIŞ’ê re şer bikin. Wan ew têk bir, ez bawer im vê carê jî dê li ber xwe bidin û pêş ve biçin.

‘Bibin dengê kesên ku niha li ber xwe didin’

Peyama ku ez ji jinên din re, ji yên ku hevpeyvînê bixwînin re dişînim, bê guman ew e ku bibe dengek ji bo van kesan, bibe dengê êşên ku di vê serdemê de dijîn. Ez bi taybetî behsa mirovên koçber dikim. Bibin dengê kesên ku niha li ber xwe didin. Divê em li welatên xwe li ser vê yekê biaxivin.

Bi taybetî ji bo jinan, em bi bîr bînin ku tiştê li vir li Rojava çêdibe, bi têkçûna DAIŞ’ê û bi projeyên ku jinên li vir bi fikrên xwe bi pêş dixin, serkeftina li dijî pergala bavsalarî ye. Bavsalarî ne pirsgirêkek tenê li Rojhilata Navîn, Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye, ya tevahiya Sûriyê ye, di heman demê de ya me ye jî. Bînin bîra xwe li welatên me her çend roj carek jin tên kuştin. Çiqas êş û tundî li ser jinên ku nêzî me ne em dibînin; em hêza mezin a ku jinên Kurd afirandine divê bi bîr bînin.