Hiqûqnasa Swêdî: Bila qada navnetewî li hember êrîşên Tirkiyê bêdeng nemîne

Hiqûqnasa Swêdî Lena Charlotta Lagnnander ya ku beşdarî Dadgeha Gelan a Rojava ku dewleta Tirk ji ber sûcên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê lê tê darizandin bû, anî ziman ku pêwîst e qada navnetewî zextan bide ser Tirkiyê ku êrîşan rawestîne.

HÊLÎN XWEBÛN

Bruksel – Dadgeha Gelan a Rojava ku dewleta Tirk ji ber sûcên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê lê tê darizandin, li paytexta Belçîka Brukselê pêk hat. Dadgeh li L'Université Libre de Bruxelles (Zanîngeha Azad a Brukselê - ULB) hat lidarxistin. Dadgeh ji aliyê Komîteya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, koma parêzeran a ku sûcên dewleta Tirk dişopîne, Navenda Parastin û Lêkolînê ya Mafên Jinan û rêxistinên cuda yên mafên mirovan ve hat organîzekirin. ULB, MAF-DAD (Komeleya Hiqûqê ya Navneteweyî û Demokrasiyê), ELDH (Komeleya Hiqûqnasan a Demokratîk a Ewropayê), IADL (Komeleya Hiqûqnasan a Demokratîk a Navneteweyî), Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) û Enstîtuya Kurd a Brukselê jî piştgiriya çalakiyê kirin.

Dewleta Tirk nûnerên xwe neşand

Li dadgehê sûcên kuştina sivîlan, rojnamevanan û siyasetmedaran, êrîşa li ser binesaziyê, êşkence, kiryarên li derveyî mirovahiyê û bikaranîna çekên qedexekirî hatin nirxandin. Ji welatên cuda hiqûqnas, aktîvîstên mafên mirovan, mexdûrên êrîşan û şahidên bûyeran tevlî dadgehê bûn. Bang li dewleta Tirk jî hat kirin ku li dadgehê parastina xwe bike. Lê nûnerê dewleta Tirk tevlî dadgehê nebûn. Darizandina dewleta Tirk ji ber vê yekê bi rengekî xiyabî hat kirin.

Biyanî jî beşdar bûn

Dadgeh ji aliyê hiqûqnas û derdorên biyanî ve jî hat şoqandin. Yek ji beşdarên dadgehê jî, hiqûqnas Lena Charlotta Lagnnander  ya ji Swêdê bû. Loxta ya ku da zanîn bi doza Kurdan re mijûl dibe, ji ajansa me re axivî.

Lena Charlotta Lagnnander diyar kir ku tevlî 2 delegasyonên enternasyonal bûye, çûye Amed û Stenbolê û wiha domand: “Me rewşa li wê derê şopand, me rêbazên îzolasyonê lêkolin kir. Her wiha rewşa jinan û rewşa hiqûqnasan jî. Bi taybetî me rewşa Kurdan a li Tirkiyê şopand.”

Li dadgehê bal li ser rewşa jinan û zarokan a li Rojava bû

Lena Charlotta diyar kir ku derfet ketiye destê wê, lewma hatiye Dadgeha Gelan a Rojava ya derbarê Rojava û Tirkiyê de. Lena Charlotta wiha got: “Ev 2 roj in em şahidiya rewşa heyî dikin, ev li gorî min pir girîng bû. Dozger jî hebû û îro wan encam jê derxistine jî. Li gorî min ev pir girîng e, ji ber ku bi vî awayî nîşanî dinyayê bidî ku li Rojava û li Tirkiyê çi diqewime jî. Li dadgehê bal li ser rewşa jinan û zarokan a li Rojava bû. Ev pir balkêş bû, belkî balkêş ne peyveke rast be ji bo vêya, lê pir girîng e ku em li şahidan guhdarî dikin."

Divê civata navdewletî zext bide ser Tirkiyê

Lena Charlotta anî ziman ku berpirsyariya wan wek însanên ku hatine wê dadgehê, ragihandina her tiştî ya ji dinyayê re ye û wiha got: “Divê em wî tiştî ji cihanê re ragihînin. Di heman demê de lazim e civata navdewletî dest bi zextên li ser Tirkiyê bike, ji bo ku Tirkiyê rawestînin.” Lena Charlotta ragihand ku piraniya mijarên li dadgehê hatine nirxandin jî, sûcên şer, ên wekî koçberkirina bi darê zorê, guhertina demografiya li herêmê ne û got ku ev mijar pir girîng in.