Jinên erdhejzede di nava xizaniyê de hewl didin jiyana xwe bidomînin

Jinên li herêmên erdhejê, ji aliyekî ve şîna xizmên xwe digrin, ji aliyekî ve jî di nava xizaniyê de ji bo jiyanê têdikoşin. Jinan diyar kir ku êdî alîkarî ji wan re nayên û gotin ku ew ji roja 6’ê Sibatê ve heta niha di nava xewnereşkeke bêdawî de ne.

MEDÎNE MAMEDOGLU

Mereş/Semsûr – Bi pandemî, krîza aborî û erdhejên 6’ê Sibatê re, bêkarî bû sedema xizaniyê. Lêkolînên ku piştî erdhejê hatin kirin, tesbîta ‘erdhejê li xizanan da’ di nava pêvajoyê de piştrast bû. Mirovên ku neçar man di avahiyên bê ewle de bijîn, bi erdhejê re bi hilweşîna malên xwe re rûbirû man. Mirovên ku di şevek de hezkiriyên xwe winda kirin; ji malên xwe, keda xwe, karê xwe bi kurtasî jiyana ku ji bo xwe ava kiribûn xatir xwestin.

Jinên ku ji ber pirsgirêkên li welat bare wan giran bû, piştî erdhejê neçarî têkoşîna bi xizaniyê re man. Xizaniya ku piştî erdhejê zêdetir bû, zêdetir zirarê da jinan. Li herêmên erdhejê rêjeya jinên bêkar zêde bû. Lêkolînên ku tên kirin jî nîşan didin, jin di karên bê qeyd û bê ewle de tên xebitandin. Li gorî daneyên Daîreya Lêkolîna Kedê ya Sendîkaya Karên Giştî; li Tirkiyeyê ji 10 jinên bêkar, 8 ji wan li herêmên erdhejê dijîn.

Erdhejzedeyên Semsûr û  Mereşê ji me re behsa tiştên dijîn kirin.

‘Bi mehan ji bo nanê ku bide zarokên xwe fikirî’

Songul Firat a ku li Semsûrê bi salan terzîtiyê kir, piştî erdhejê demek dirêj nexebitî. Ji ber ku mala wê hilweşiya û ji ber nikaribû debara xwe bike neçarî koçberiyê bû, bi mehan fikirî ka dê çawa bikaribe nan bide zarokên xwe. Songul Firat piştî ku ji derveyî bajar vegeriya, beşek ji mala xwe kir dikan û tevî her tiştî hewl dide li ser piyan bisekine.

Songul Firat diyar kir ku ew du sal in bi xizanî û bêkesiyê re têdikoşe, dibêje ku bi hezaran jinên rewşa wan ji ya wê xirabtir hene. Songul Firat dibêje ku du sal in herî zêde di warê madî de zoriyan dikşînin, û difikire ku divê li herêmên erdhejê ji bo îstîhdama jinan xebat zêdetir bibin.

‘Jin di karên demkî de dixebitin’

Songul Firat diyar kir ku ew rojên zor dijîn û wiha got: “Beriya erdhejê jî em di mercên pir zor de dixebitîn. Semsûr ji aliyê aborî ve baş nebû, bi erdhejê re her tişt xirabtir bû. Em di dema erdhejê de perîşan bûn, bi zorê konek me çêbû. Me bi derfetên xwe konan ava kir. Em 20 kes di konan de man. Wê demê her tişt zor bû.”

Songul Firat wiha behsa tiştên dijîn dike:

“Beriya erdhejê ez terzî bûm, ji ber erdhejê neçar mam dikana xwe bigrim. Niha rewşa me xirabtir e lê em ji vê rewşê re şukur dikin. Piştî erdhejê mirov bekar man. Jin di her warî de neçar in hem li xwe hem jî li zarokên xwe binêrin û bixebitin. Di warê aborî de jin bi her awayî zehmetiyan dikşînin. Jin ji xwe re kar dibînin lê ew jî mixabin karên demkî ne.”

‘Ez hewl didim li jiyanê bimînim’

Songul Firat diyar dike ku bi krîza aborî re jinên li herêma erdhejê neçar dimînin zêdetir bixebitin û wiha domand: “Em dizanin ger em nexebitin dê rewşa ne xirabtir bibe. Niha mal û dikana min yek e, bi vê yekê ez hewl didin debara xwe bikim çavên min li destên kesê nebe. Ji ber bihayê zêde, jiyana me ya zor xirabtir dike. Ji dema erdhejê ve, weke jinên dikandar tu destek nedan me. Divê destekê bidin jinên dikandar. Niha ji bo debarê divê ez bixebitim. Ez bi derfetên xwe hewl didim li jiyanê bimînim.” 

‘Di nava konteynirê de em di rewşek pir xirab de ne’

Di nava xizaniyê de jin hê li bendê ne ku malên wan çêbibin û bar bikin. Konteynirên ku ji bo jinan navendên demkî yên bicihbûnê ne veguherandin malên daîmî. Li cihê ku odeyek, metbexek û serşokek wê heye û 20 metrekare ye, jin du sal in neçar in bi malbatên xwe re jiyana xwe bidomînin.

 Erdhejzedeyên Mereşî Halîme Merk û Eyşe Akpinar jî li bendê ku bikevin malên xwe. Halîme Merk dibêje ku bi halê xwe yê nexweş li konteynirê dimîne, ne ew nî jî zarokên wê baş in û wiha didomîne:

“Wê demê em hefteyek di konê de man. Ji ber sermayê ez û zarokek xwe nexweş ketin. Ez bûm nexweşa diyalîzê. Mala me hê nû ket qada veguherînê. Heta salek encax biqede. Li konteynirê em di rewşeke pir xirab de ne. Li vê derê nexweşiya min her diçe zêde dibe. Em ê heta salek jî li vê derê bin. Mixabin birînên me derman nebûn. Em hê jî xemgînî û mexdûriyeta 6’ê Sibatê hîs dikin. Ez dixwazim malên me di demek kurt de werin çêkirin.”

‘Wê birînê di du salan de kûrtir bû’

Eyşe Akpinar a di erdhejê de sê zarokên wê mirin jî diyar dike ku vegera malê ji bo wê gelek zor e, ji ber vê yekê li bajarê konteynir dimîne. Ayşe Akpinar dibêje ku di konteyniran de hîjyen û tendirustî tune ye, mehên zivistanê serma ye û balê dikşîne ku cihekî zarok lê bilîzin tune ye. Ayşe Akpinar dibêje ku ew naxwaz bike mala ku zarokên wê li mirine, dixwaze bikeve maleke din û wiha dibêje:

“Ev der weke malê nîn e. Du sal in em nizanin be ka çawa dijîn. Dibêjin birîndarî lê ew birîn di du salan de kûrtir bûye. Cihekî ku ez lê xwarinê çêbikim û bêhna xwe vedim tune ye. Cihê ku em lê kom dibin her dem tije mirov e. Jin hene, em li vir sohbet dikin. Jixwe tenê tişta ku ji min re baş tê ev e lê em nikarin salek din jî li vê derê bimînin. Zarokên me neçar man li vê cihê teng mezin bibin. Vê pêvajoyê bandorê le me hemûyan kir.”

Bi zorê pêdiviyên xwe bi cih tîne

Rewşa jinên penaber, ji texmînê xirabtir e. Destpêkê ji ber nijadperestiya li herêmê, kon an jî alîkariyê nedidan penaberan. Ji ber wê demek dirêj neçar man di bereqeyên ku bi derfetên xwe çêkiribûn de bimînin. Jinên penaber ên ku weke erdhejzedeyên din neçar mane demek dirêj di konteyniran de bimînin, jiyana xwe ya piştî erdhejê bi gotinên; “Em di cihekî teng de ne” pênase dikin. Meyesa Şêx Mustefa 9 sal in li Elbistanê dijî. Bi hevjîn û du zarokên xwe re bûye dema erdhej çêbûye. Dibêje ku ew bi rojan li derve di bin sir û seqemê de mane. Meyasa Şêx Mustefa diyar dike ku bi zorê pêdiviyên xwe bi cih anîne, balê dikşîne ku li konteynirê jiyan hem ji bo wê hem jî zarokên wê pir zor e.

‘Herî zêde ji ber xizaniyê em zoriyê dikşînin’

Meyasa Şêx Mustefa, wiha didomîne:

“Em bi awayekî ji erdhejê rizgar bûn. Tu cihekî ez biçim tune ye. Du sal derbas bûn di nava tengasiyan de. Em hê jî nikarin bibêjin me ew roj derbas kirin lê em ji roja pêşîn baştir in. Em di warê aborî de zoriyê dikşînin. Ne derfetên paqijiyê ne jî tendirustiyê hene. Alîkarî kêm bûne, berê du mehê carek didin lê niha tune ye. Li konteynirê jiyan pir cuda ye, pirsgirêk zêde ne. Me tu carî erdhejê ji bîr nekir. Her dema ku berf tê, roja 6’ê Sibatê tê bîra min. Tiştek me li vê derê tune ye. Ez neçar dimînim zarokên xwe di vî cihê teng de xwedî bikim. Ne dikarin derbikevin derve ne jî kesê bibînin. Du salan di nav kontenirê de ne. 9 sal in ez di nava cihekî teng de me. Di nava van zehmetiyan de bêmabûn pirsgirêkên me zêdetir dike. Li vir bûye weke mala min lê tu carî ez xwe li malê hîs nakim. Ji neçarî li vê derê me.”