Delweta Tirk êrişî Kobanê kir: 7 zarok û 2 jin birîndar bûn
Balafireke bê mirov a bi çek a dewleta Tirk gundê Emşe Iwêna yê başûrê bajarê Kobanê bombebaran kir. Di bombebaranê de 7 jê zarok û 2 jê jin 9 kes birîndar bûn.
Kobanê – Balafireke bê mirov a bi çek a dewleta Tirk gundê Emşe Iwêna yê başûrê bajarê Kobanê bombebaran kir. Di bombebaranê de 7 jê zarok û 2 jê jin 9 kes birîndar bûn.
Navên birîndaran wiha ne: Îbrahîm Mihemed Hebeş (13), Rodî Mihemed Hebeş (12), Muslim Yasir Hebeş (13), Mihemed Yasir Hebeş (15), Eyşe Cemal Îsmaîl (28), Huda Salih Hemo (20), Îbrahîm Salih Hemo (15), Ebdullah Îsamîl Hemo (3), Ceylan İsmail Hemo (2).
Birîndar veguhestine Nexweşxaneya Kobanê.